::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 827
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 5
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Xweþikbûna Gola Wanê xira nekin!

    WAN - Ji bo projeya Riya Parka Karataþ ku ji aliyê Þaredariya Navçeya Erdîþê ve di çarçoveya DAKP'ê de li perava Gola Wanê tê çêkirin, 580 hezer Euro krediya hîbe tê dayîn. Li gorî projeyê rê dê 13.5 kîlometre dirêj û 60 metre jî fireh be.

    Ji projeyê heta niha 6 kîlometre hatiye çêkirin û tê gotin ku dê proje di 8'ê kewçêrê de temam bibe. Welatiyên ku dibêjin proje xwezaya golê xirab dike û cihên bi xîz ji holê radike, naxwazin ku cihên bi xîz ku ev bi salan e xwe li van deran didin ber tava rojê, bibin kevir. Rayedarên þaredariyê jî berevajî welatiyan, parast ku dê proje Erdîþê biguherîne. NERAZÎBÛN ZÊDE DIBIN Mîrze Durmaz (50) ku li Erdîþê rûdinê, destnîþan kir ku peravê bedewiya xwe ya xwezayî winda kiriye û got ku ev yek jî mirovan xemgîn dike. Durmaz diyar kir ku perav hatiye dagirkirin û wiha dom kir: "Em her sal wekî malbat dihatin, diketin ava golê û li van cihên bi xîz ên xweþik xwe dida ber tava rojê. Lê êdî ev derfeta me nemaye. Êdî em encax ji dûr ve dikarin li golê temaþe bikin. Xweþikiya bi hezaran salan di carekê de tune kirin.” Akîf Gultekîn ku ji Dîlokê ye, ji bo ku bikeve Gola Wanê hatiye Erdîþê. Gultekîn bi bîr xist ku perva xweþik a xwezayê niha bûye þikêr û da zanîn ku ew ji ber vê yekê gelek xemgîn bûye. Omer Durmazê ji Patnosê jî bi bîr xist ku ew her havînê wekî malbat tên li ber Gola Wanê tatîlê dikin û anî ziman ku piþtî xirabkirina xweþikiya peravê ew ê careke din neyên tatîlê. ÞAREDARIYÊ XWE PARAST Koordînatorê Projeyê A. Vahap Çalli ku nerazîbûn bê wate dît, projeyê parast û da zanîn ku perav xwezaya xwe diparêze. Çalli, derbirî ku wan ji ber vê yekê riya peravê hinekî din jî paþve biriye. Çalli parast ku ev proje dê rûyê Erdîþê biguherîne û ev tiþt gotin: "Ev projeyek gelekî mezin e. Þaredariya me hemû derfetên xwe ji bo vê projeyê seferber kirine. Li gel hemû zehmetiyan jî Þaredariya Erdîþê, ji bo rehetiya gelê Erdîþê kar dike." ERCAN OKSUZ Çavkanî:A.Welat
    Dîrok: 13.08.2007 Saet: 15:42 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Ji WelaT:
    Xweþikbûna Gola Wanê xira nekin!


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.