Navekî kêrhatî ‘Pêþmerge’ |
|
AMED - Pêþmerge; ev sernavê romana Rehîmê Qazî ye ku di nav weþanên Lîsê de wekî berhemeke ji berhemên bingehîn ên zimanê kurdî ligel 18 pirtûkên din hatiye weþandin.
Weþanxaneya Lîsê di rojên borî de keda pîroz li ser çend berhemên di asta klasîkan de xerc kiriye û di bin navê ‘Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî’ de weþandin. Ez di wê baweriyê de me ku ev xizmeteke hêja ye ji bo zimanê kurdî.
Pêþmerge’ya Rehîmê Qazî yek ji wan berheman e ku weþanxaneya Lîsê dane ber me. Ev nivîseke ku ji hedê xwe dernekeve û qet û qet naxwazim wekî nirxandina berhemê bê navkirin. Ez dikarim bêjim ez ê hestên xwe yên ji bo têgeheke zimanê kurdî bînim ziman. Pêþmerge…
Lê beriya ku li ser têgeha ‘pêþmerge’ rawestim, çend agahiyan li ser romana ‘pêþmerge’ bidim. Romana pêþmerge bi devoka murkiyan di sala 1958’an de yekemîn car hatiye çapkirin. Di sala 1959’an de li Êrîvanê, di sala 1961’ê de li Bexdayê, di sala 1963’ê de jî li Bakuyê hatiye çapkirin. Nivîskarê romanê Rehîmê Qazî pisporê dîrokê ye û piraniya jiyana xwe li welatên Kafkasyayê borandiye û di sala 1991’ê de li Bakuyê çûye ser dilovaniya xwe.
Rehîmê Qasî ‘birayê Heme Huseyîn Xan ê biraziyê Seyfî Qazî ye ku xwe fîdayî Kurdistanê kir. Kurmamê Qazî Mihemed ê Serokê Komara Mehabadê ku wek rojê di asîmana azadîxwazî ya Kurdistanê dibiriqe.’ (Ji pêþgotina Hesen Qizilcî ku bi sernavê Balkêþênak ji bo romana Rehîmê Qazî di sala 1960’î de nivîsandiye.)
Rêzdar Îzedîn Mistefa Resûl di sala 1960’an de li Moskovayê ji bo romana Rehîmê Qazî pêgotinek nivîsandiye û Îzedîn Mistefa Resûl di vê pêþgotinê de der barê romanê de wiha dibêje: "Bila ev jî ji bîr neçe ku nivîskar nimûneyeke rasteqînî ya awayê têkoþîna neyînî ya þoreþgerî ya Komeleya Jiyaneweyê Kurd (J.K.) radixe ber çavan ku em û hinek komeleyên kurdan ên berî wê, di têkoþînê de xwediyê serbilindî û dahênerî yên taybetî ne. Ev jî di dema endametiya Pîrût û Þêrko (lehengên romanê ne. A.Z) ya di komeleyê de, ku Qaziyê þehîd dibînin derdikeve. Ev jî dibe bi bîr de be ku ligel wê jî Pêþmerge çend rûpelên xweþik ên sade yên kurdî ye û bi taybetî ku bi devoka mukriyan hatiye nivîsandin, ew devoka ku li gorî baweriya min xweþiktirîn û paktirîn awayê nivîsandina kurdî ye." Em li ser þopa ku Îzedîn Mistefa Resûl daniye ber me bidomînin. Mistefa Resûl jî balê dikiþîne ser hêmayên romanê û binê têgeha Pêþmerge bi baldarî xêz dike.
Min bixwe yêkemîn car di sala 1977-78’ê de wekî têgeh bêjeya pêþmerge bihîstiye. Lê dema wê demê me têgeha pêþmerge bihîstî, ligel vê têgehî di jêrhiþa me de navê Mela Mistefayê gorbihuþt jî bi cih dibû. Ji ber ku ji bo wê demê çalakgeriya Pêþmergeyên Barzanî li baþûrê Kurdistanê hebû û hêza pêþmergeyan ku li baþûrê Kurdistanê di sala 1975’an de têkçûnek jiyabû û pêþmergeyên ji ber têkçûnê xwe spartîbû ber baskên bakurê Welêt li me jî bûbûn mêvan.
Di wan salên zarokatiya me de tê bîra min ku dema li gundên me digot ‘va hatin pêþmergeyên me’ rûmeteke zêde ji wan re dihate girtin û têgeha ‘Pêþmerge’ bi baldarî dihate binavkirin. Ji hemû malên gundê me þîva miriyan ji bo malbatên Pêþmergeyan diçûn û tu kesî feqîrî û tunetî bi wan nedida hîskirin. Ez niha bêtir pê bawerim ku ev erdemeke gelê kurd a li hemberî nirxên pîroz ên kurdewar bû. Heke civaka kurd di encama þerekî domkêþ de ji rastiyên xwe tawîz nedabe, para vê baweriyê tê de heye.
Heta salên 80’yî em li bakurê Kurdistanê bi têgeha pêþmerge mezin bûn. Wateya pêþmerge bi hêmayên mêrxasiyê di jêrhiþên me de cih bûn. Piþtre têgeha gerîla jî li lîteratûra me zêde bû. Ji bilî têkoþîn û mêrxasiya parçeyên din ên Kurdistanê têgeheke me jî ya ku me xwe pê îfade bikira hebû. Sal bi ser deçûn ê têgehên dema zarokatî û ciwantiyê de ketine lîteratûra me, em bixwe re navsale kirin û wisa xuyaye wekî mîrasê nemirên Kurdistanê tê ji bo qirnên piþtî me jî bibin mîras.
Rehîmê Qazî di destpêka romana xwe de bi ser navê ‘Pêþgotina Çapa Duyemîn’ pêþgotineke berfireh nivîsandiye û di vê pêþgotinê de li ser têgeha Pêþmerge rawestiyaye û hewl daye ku bersiva pirsa, ‘Çima navê Pêþmerge li romana xwe kiriye?’ dibe. Di vê pêþgotinê de navê ‘bavê’ têgeha ‘Pêþmerge’ hatiye dayîn.
"Dîtina bêjeya pêþmerge bi serê xwe destanek e. Di dema Komara Xwedîmuxtarî ya Kurdistanê de, pêþewa Qazî Mihemed ku girîngiyeke zêde dida ziman û edeba kurdî, xwest di cihê bêjeyên serbaz, leþker, nîzamî û fedayî de bêjeyeke kurdî ya xweþ peyde bike ku di cihê wan de bê bikaranîn. Îcar ji ber vê, grûbek ji nivîskar, hunermend û pisporên kurd ji bo vê armancê civînekê çêdikin û çend saetan gotûbêjê li ser vê mijarê dikin, lê nagihijin netîceyekê. Kurdekî kal, nexwendî û dinyadîtî ku di wê civînê de xizmeta wan kesan dike, nan û çay ji wan re tedarîk dike, dibîne ku hemû kûr difikirin û ketine nav deryaya xeyalan, ji niþka ve hildide û ji wan re dibêje: "erê hûn ji bo xwe ew qas beleheq aciz dikin, bav û bapîrên me ji mirovên mêrxas û kêrhatî re pêþmerge digotin, hûn jî heman navî bi kar bînin."
Rehîmê Qazî ji vê noqteyê derketiye rê û xem û xeyalên xwe yên ji bo welatê li dor têgeha ‘pêþmerge’ ciwandine û berhemeke giranbuha ji me re kiriye diyarî.
Romana Rehîmê Qazî, pêþmerge bi kurmanciya Ziya Avci di nav weþanên Lîsê de ligel ‘Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî’ berdevarê wêjehezên zimanê kurdî ye.
Çavkanî :Azadîya Welat
|
|
 |
Dîrok: 20.07.2007 Saet: 14:55 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|