::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 1162
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 6
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Kovara W bi hejmara 21'an ji xwendevanên xwere got merheba

    Bi hejmareke nû dîsa merheba Bi þekl û þemaleke cuda, bi dosyeyeke girîng em dîsa li pêþberî we ne. Di vê hejmarê de mijara dosyeya me “Ehmedê Xanî; Agirekî ku sêsed sal e dil û mêjiyan disoje” y e.

    Bi nivîsa xwe ya “XANÎ xwe ye” Serwet DENÎZ, “Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û þîretên balkêþ” Azad ZAL, “Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê” Heyder OMER dosyeya me xurt kirine. Her wiha di dema sempozyûma li ser Ehmedê Xanî de pispor, lêkolîner û nivîskarên kurd ên ku tevlî sempozyûmê bûbûn me xwest em xwe bigihînin wan û teblîxên wan ên ku pêþkêþî sempozyûmê kirine bigirin û biweþînin. Lê mixabin ji ber hinek sedeman ew teblîx negihiþtin me. Ji ber vê yekê çend beþên li ser mijara doseyeya xwe ji hevpeyvînên ku me bi kesên têkildarî mijara Ehmedê Xanî re kiribû hilbijart. A. Varli bi mijara nîqaþê ya “Xanî yekî bi tenê ye hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne” P. Cîhanî bi ya “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e, Reþîd Findî bi ya “Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e”, Î. M. Resûl bi mijara nîqaþê ya “Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye” nîqaþên li ser Ehmedê Xanî geþ kirin. Her wiha me ji “ Guldesteyek gulên xweþbîn ji zarê Ehmedê Xanî” ji bo xwendevanên Kovara Wyê di dosyeyê de bi cih kir. Di derveyî dosyeyê de bi bêhn û pêjna lêkolîner, nivîskar û helbestvanên me yên hêja hejmara kovara W(e) ya 21’an têr û tije dagirtiye. Em hêvî dikin ku xwendevanên Wyê ew ê tam û çejeke xweþreng jê bigirin. Xwendevanên hêja, Di hejmara 20’an de wekî xetayeke teknîkî çewtiyeke hatiye kirin, me di rûpela 52’yan de di nivîsa “Dengbêjek û Stranek; Bavê Selah” de di dewsa Amadekar; Hîlmî AKYOL de Evdirehman UMER nivisandiye. Evdirehman Umer Bavê Selah bi xwe ye. Ji ber vê xetayê em ji niviskarê xwe Hîlmî Akyol û xwnedevanan lêborînê dixwazin û em vê kêmasiya xwe tekzîb dikin. Heta hejmareke din bimîni her di xweþiyê de... N A V E R O K / W-21 * Ji Edîtor - 2 * Hîmekî Wêjeya Dinyayê: GOETHE /Adar JIYAN - 3 * Pirsên Felsefeya Heyînê / Alî GURDILÎ - 6 * BADÎNO / Menaf OSMAN - 9 * Li Katrosê Dareke Bihîvan / Feratê DENGIZÎ - 11 * Marmarokî / Þevger ÇIYA - 13 * Kemo / Abdurahman BAKIR - 14 * Dayik / Ronî WAR - 18 * Êvara Dawîn / Mizgîn AYDIN - 19 * Du Çivîk /Arjen ARÎ - 21 * Payîz / Reyhan SARHAN - 22 * Siyo û Zelîxan / Ayhan ERKMEN - 23 * Keziyên Jinebî / Perwîz CÎHANÎ - 24 * A. Dîkran: “Min bi çar zimanan dest bi muzîkê kir” / Z.FARQÎNÎ - 27 * Biyandost û Dijhogirno! / Arþek BARAVÎ - 31 * Rojîzma! / Evdile KOÇER - 32 * William Carlos Willams / Kawa NEMIR - 65 * Þevîna Xem(sar)ê / Omer DILSOZ - 68 * Serxet û Binxet / Rizoyê XERZÎ - 69 * Bihara Beravêtî / Kamran Simo HEDILÎ - 70 * Albûma Wêneyên Þikestî / Þengul OGUR - 71 * Hesab û Kîsab / Îlhamî OZER - 72 * Sî û Ba / Fevzî BÎLGE - 73 * Þîna Helbestê /Berken BEREH - 74 * Bûka Aþtiyê / Selahattîn ÇAM - 75 * Guldexwîn / Sîpan XIZAN - 76 * Silêmanê Dunikul / HogirBERBIR -77 * Sîwan / Cîhan YILDIRIM - 78 * Perîxana Þirnexî / Hîlmî AKYOL - 79 Dosye: Ehmedê Xanî Agirekî ku sêsed sal e dil û mêjiyan disoje; * XANÎ xwe ye /Serwet DENÎZ - 35 * Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û þîretên balkêþ / Azad ZAL.37 * A. Varli: “Xanî yekî bi tenê ye hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne”/ Hevpeyvîn: Serwet DENÎZ - 41 * P. Cîhanî: “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e”/ Hevpeyvîn: Azad ZAL.. 47 * R. Findî: “Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e / Hvp: Serwet DENÎZ . 49 * Î. M. Resûl: “Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye” / Hevpeyvîn: S.Denîz - F.Dengizî - A.Bakir - 50 * Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê / Heyder OMER - 52 * Guldesteyek gulên xweþbîn ji zarê Ehmedê Xanî - 62
    Dîrok: 09.07.2008 Saet: 20:16 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Çand û Hûner:
    Ji Raze Jam û Siwan Erdal Straneke Nû


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.