Yekemîn: Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî dest pê kir |
|
Amed
Li Amedê 1'emîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî ku ji aliyê TZPKurdî ve hate amadekirin dest pê kir.
Berdevkê TZPKurdî Qahir Bateyî, di konferansê de balkiþand ser girîngiya ziman û wiha got: "
Di perwerdehiyê de girîngiyek mezin a perwerdehiyê heye. Piraniya gelên bindest ji bo zimanên xwe biparêzin û bikin zimanê perwerdehiyê seferberî îlan kirine. Lazim e kurd jî bi rihê seferberiyê li zimanê xwe xwedî derkevin."
1'emîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî ku ji hêla TZPKurdî ve hate li dar xistin, li Salona Konferansê ya Þaredariya Baglarê dest pê kir.
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, mebûsa DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, Þaredarê Yenîþehîrê Firat Anli, Þaredarê Kayapinarê Kulkuf Karatekîn, Þaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Serokê ÎHD'ya Amedê Muharrem Erbey, nûnerên Însiyatîfa Dayikên Aþtiyê û gelek saziyên civakî beþdar bûn. Konferansa ku moderatoriya wê Hasan Þik kir, Mulkiye Bîrtane û Sadik Varli jî wekî dîwanê kar kirin
'Lazim e seferberî bê îlan kirin'
Berdevkê TZPKurdî Qahir Bateyî axaftina destpêkirina konferansê kir. Bateyî berî axaftina xwe ji bo Husnu Ablay, Cîhan Denîz û hemû kesên di têkoþîna kurd de jiyana xwe ji dest dayîn her kes vexwend rêzgirtinê. Bateyî piþtre bal kiþand ser girîngiya ziman û wiha got: "Me ev konferans ji bo standardbûn û pêþveçûna kurdî li dar xist. Ji ber vê yekê em ji bo xwe vê konferansê wekî xebatek dîrokî dibînin. Hemû gelên li cîhanê yên bindest ji bo standina azadî û zimanê xwe û parastina van her tim têkoþîn dane. Ji bo vê yekê têkoþîna herî mezin hatiye dayîn. Girîngiyek mezin a ziman di perwerdehiyê de heye. Gelên bindest gelek caran ji bo parastina zimanê xwe serferberî îlan kirine. Lazim e kurd jî berî her tiþtî bi rihê serferberiyê li zimanê xwe derdkevin."
'Lazim e kursên ziman bi hêztir bin'
Piþtre Berdevkê Komîsyona Perwerdehiyê ya TZPKurdî Samî Tan, xebatên perwerdehiyê nirxand. Tan destnîþan kir ku konferansa pêk tînin hem ji bo dîroka azadiyê û hem ji bo TZPKurdî gavek mezin e û got: "Niha hejmara kesên dikevin dersên kurdî ji hezaran dibore. Em dikarin bêjin me ders da deh hezaran. Di encama van de me ev konferans li dar xist. Em dixwazin çi bikin di vê konferansê de. Em dikarin stratejiya xwe ya perwerdehî û hîndekariyê kiþf bikin. Divê em li ser materyalên perwerdehiyê biryaran bigirin û li ser vê bingehê bernameya bikin. Pêwîst e em komele û saziyên xwe di warê ziman de bi hêztir bikin."
Baydemîr: Lazim e em kurdî bikin zimanê perwerde û aboriyê
Piþtî Tan, Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî axaftinek kin kir û girîngiya ziman destnîþan kir. Baydemîr got ku daxwaza kurdan a herî mezin zimanê kurdî ye û wiha got: "Zimanê kurdî zimanek pir dewlemend e. Wezîfeya me jî parastina vî zimanî ye. Divê em kurdî bikin zimanê perwerdehî û aboriyê."
Baydemîr rexne li siyasetmedarên kurd girt û got: "Siyasetmedarên me navên kurdî lmi zarokên xwe dikin lê bi tirkî bang li wan dikin."
Konferansa bi axaftin û nîqaþan berdewam dike, dê sê rojan dom bike.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
çavkni:diyarname.com
|
|
 |
Dîrok: 04.07.2008 Saet: 23:18 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|