3. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Amara |
|
Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Amara di 21ê hezîranê de li Avusturyayê bajarê Grazê li Sportholtl Ritzingerê dê bê lidarxistin.
Festîval ji aliyê Komalên Ciwan Rêxistina Ewropayê ve tê lidarxistin. Li gel gelek çalakiyên sporê, gelek hunermend jî beþdarê festîvalê dibin.
3. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Amara ya îsal, sibe di bin drûþma ’’Bê Serok Jiyan Nabe’’ de li bajarê Graza Avusturyayê tê lidarxistin.
Di festîvalê de dê di gelek beþan de pêþbaziyên sporê bên lidarxistin. Di beþa çandê ya festîvalê de jî Ferhat Tunç, Koma Çarnewa, Cevdet Bagca, Koma Rewþen, Serhado, Huseyîn Guler, Koma Sîpan, Koroya Zarokan a Duran Menderes, Koma Dem û Govend dê cî bigirin.
Ekin Ceren DOGURAK (AMARA) Kî ye?
Di 8ê çileya paþîn a 1981î de li Enqereyê ji dayîk bûye. Amara bi eslê xwe ji malbateke Egeyî ye. Beþa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Enkereyê di sala dawî de diterikîne. Dema di zanîngehê de ye kurdan û têkoþîna wan a azadiyê nas dike. Di nav tevgerên xwendekaran de cî digire. Di heman demê de di nav xebatên Tevgera Azadiyê ya Jinan de cî digire û demek kin di girtîgehê de dimîne. Amara paþê derdikeve Ewropayê û heya bihara sala 2005an di nav xebatên Tevgera Azadiyê ya Jinan de cî digire. Amara heman salê derbasê Baþûrê Kurdistanê dibe û di encama qezayeke trafîkê de þehîd dibe. Li gel Amara, bi bernavkê Nûdem, hemwelatiyeke Alman Uta Schneiderbanger jî di heman qezayê de þehîd dibe.
çavkanî:Eser Uyansiz/AmîdaKurd – Graz – 3.
|
|
 |
Dîrok: 20.06.2008 Saet: 22:04 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|