::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 976
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 6
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Tarkan jî naxwaze Heskîf têk biçe.

    Hunermendê navdar Tarkan wekî hezkiriyê Komeleya Xwezayê piþtgirî da "Bila Heskîf Têk Neçe!" û çû Heskîfê. Komeleya Xwezayê li Heskîfê jî ofîsa xwe vekir. Ji bo vekirina ofîsa komeleyê hunermendê popê yê navdar Tarkan jî çû Heskîfê û li wê derê deklarasyona bi navê "Bila Heskîf Têk Neçe" xwend.

    Tarkan li Heskîfê geriya, bi gel re sohbet kir, dewê ku keremê wî kirin vexwar û egal girêdan. Hunermend Tarkan got ku di nêzîk de bi organîzeyeke navneteweyî li Heskîfê konserê bide û di vê konserê de strana ku ji bo Heskîfê amade kiriye dê bixwîne. Tarkan wisa got: "Em îro deng didin Heskîfê, þahidiya dengê dîrokê û îhtîþama xwezayê dikin. Di vê erdnîgariya tekane de, çivîk, nebat, kûsiyên Firatê, zinar û Newala Dîcle li me, li cihana ku diguhere temaþe dikin. Meraq dikin ku emê þopeke çawa li dirokê bihêlin." Tarkan diyar kir ku Komeleya Xwezayê bi vekirina ofîsa xwe ya li Heskîfê alîgiriya xwe yo j ibo xweza û þaristaniyê diyar kiriye û got ku li dinyayê li her derê bendav zerarê derdixin holê. Hunermend Tarkan got ku bendaj bi xwe re ziwabûn, mirin û koçê tînin û wiha dom kir: "Saziyên navneteweyî ku piþtgirî didin vê projeyê ku dibe sedema têkçûna xweza û dîrokê, li welatê wan be qet dê xeyal jî nakin ku tiþteke wisa bikin. Di vê rojê de ez bang li hunermend, zanyar, siyasetmedar û wijdana raya giþtî dikim ku piþtgirî bidin kampanyaya 'Bila Heskîf Têk Neçe' ya Komeleya Xwezayê. Tenê em dikarin xwedî li kokên xwe derên. Tenê em dikarin vê hêviyê bidomînin. Bila Heskîf têk neçe." Li ser pirsên rojnamegeran jî Tarkan da zanîn ku Heskîf wekî muzeyeke servekiriye û bang li siyasetmedar, rewþenbîr û hunermendan kir ku guh bidin wêderê. çavkanî:Foto: Mekiye GORENÇ / DÎHA çavkanî:diyarname.com
    Dîrok: 15.05.2008 Saet: 22:36 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Rojane:
    Ciwanek Kurd:Þaho Qadir


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.