::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 978
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 8
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    14'ê Gulanê roja zimanê kurdî hat pîrozkirin!..

    Li Amed Wan û Îzmîrê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn 14.05.2008 – 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amed, Wan û Îzmîrê bi beþdariya girseya gel, bi daxuyaniya çapemeniyê hat pîrozkirin. Di daxuyaniyan de bal hat kiþandin ser zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurdî. Her wiha hat daxwazkirin ku kurdî bikeve bin parastina Qanûna Bingehîn û bibe zimanê perwerdeyê. Di daxuyaniyê de ji kurdan jî hat daxwazkirin ku di têkiliyên rojane de bi kurdî biaxivin.

    Komeleya Lêkolîn û Pêþvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ji bo 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê, li ber derê Mala Mêvanan a Þaredariya Bajarê Mezin daxuyanî da çapemeniyê. Þaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, Serokê DTPê Þaxê Amedê Nejdet Atalay, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu, Însiyatîfa Dayikên Aþtiyê, Komeleya Hemwelatiyên Azad, Aktîvîstên DÖKH û bi sedan kes beþdarê daxuyana çapemeniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de drûþma ”Zimanê me rûmeta me ye” hat bilindkirin. Serokê Giþtî yê KURDÎ-DERê got: ”Kurdî zimanê gelê herî qedîm e ku bi hezaran sal in li ser vê axê dijî.” TZP Kurdi Þaxê Wanê, ji bo 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Kuçeya Hunerê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên DTP, Göç-Der, TUAD-DER, Navenda Çanda Serhedê, KESK, Eðitim Sen, YÖDER, endamên meclîsa þaredariyê yên DTPyî, Tevgera Hemwelatiyê Wekhev û Azad, Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DÖKH), Komeleya Mafên Mirovan ÝHD û saziyên çapemeniyê yên azad piþtgirî dan daxuyaniyê. Berdevkê demê yê TZP Kurdî Qahir Bateyî di çalakiyê de axivê û weha got: Kurdî, ji her demê bêtir bi polîtîkayên pêkutî, zext û zorê re rû bi rû ye. Ji Asîmîlasyonê bigire heya qedexekirinên cur bi cur, komkujiyeke spî li ser kurdî tê mêþandin.” Kurdî-Der Amed Peyana Îzmîrê jî, li taxa Konakê, li ber Sumerbanka kevin daxuyaniyeke çapemeniyê da. DTP, EMEP, SDP, ESP, ÝHD, Göç-Der, TAYD-DER, Azadiya Welat jî piþtgirî dan daxuyaniyê. Berdevkê Kurdî-Der Amed Peyana Îzmîrê Serdar Balci axaftinek kir, balê kiþand ser zimanê kurdî ku hîn jî ne azad e, ji lewra jî, di bin xetereyê de ye û weha berdewam kir: ”Serokwezîr got 'Pêkutî û astengkirina pêþveçûna azad a zimanê gelekî, tewanbariya li dij mirovahiyê ye' lê li gel van gotinan jî, li Tirkiyeyê kurdî hîn jî di bin pêkutiyan de ye û ev jî durûtî ye.” Çavkanî: ANF NEWS AGENCY Amadekar û wergera ji tirkî: mfa / Amîda Kurd Çavkanî:Amîda Kurd
    Dîrok: 14.05.2008 Saet: 16:21 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: :
    Nivîskarê Kurd'ê navdar ''Mehmed Uzun'' jîyana xwe ji dest da


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.