3'yemîn Þahiya Ciwanan a Çand û Sporê bi coþek mezin didome |
|
AMED - 3'yemîn Þahiya Ciwanan a Çand û Sporê bi bernameyên konser, pêþangeh û panelan bi coþ didome. Þahî dê îro bi xelatdayîna musabakayên sporê û bernayên çandî yên cuda bi dawî bibe.
Di çarçoveya Þahiyan de bernameyên cûr bi cur tên lidarxistin. Amedî, bi taybetî jî ciwanên amedî rojên spor û çandî têr û tije derbas dikin. Bernameyên çalakiyan ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyeke germ tê.
‘Çîrok ziman bi zarokan dide hezkirin’
Di çarçoveya þahiyê de bi çîroknûs Ronî War re gotûbêjek hat lidarxistin. War di gotûbêjê de anî ziman ku çîrok ziman bi zarokan dide hezkirin û ji bo ku zarokên kurd zimanê xwe ji bîr nekin gerek ji wan re çîrok bên gotin û bên xwendin.
War bi lêv kir ku ji berê heya îro, mirovan ji bo derdê xwe, þahî û xemginiyên xwe vebêje ziman bi kar anîne. War destnîþan kir ku di zimanê kurdî de vegotin xwedî cihekî girîng e. Piþtî gotûbêjê Cîgirê Þaredariya Yenîþehîrê Þefîk Turk plaket û kulîk dan War.
Pêþangeha ciwanan
Di çarçoveye 3'yemîn Þahiya Ciwanan a Çand û Sporê de, Navenda Çanda Ciwanan (GKM) pêþengeha wênayan a bi navê 'Reng Diherikin Axa xwe' li Salona Pêþangehê a Þaredariya Bajarê Mezin vekir.
Vekirina pêþangehê ji aliyê endamên Dayîkên Aþtiyê Dîmriye Erdem û Sûltan Atan û gelek hunerhezan ve pêk hat. Endama dayikên aþtîyê Dîmriye Erdem ji ber keda ku ciwanan nîþan daye, ciwan pîroz kirin .
Li dijî baranê eleqeyeke germ
Di çarçoveya þahiya ciwanan de li Ekîn Parka Kayapinarê Burhan Berken û Koma Siya Þevê bi beþdariya bi hezaran kesan konserek da. Ciwanên beþdarî konserê bûn li dijî baranê li gorî dilê xwe þa bûn.
Þaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, Þaredarê Yenîþehîrê Firat Anli, Þaredarê Sûrê ê berê Abdullah Demîrbaþ, nûnerên DTP’ê jî tê de, bi hezaran kes beþdarî konsera ku li Parka Ekînê pêk hat bûn. Di vekirina konserê de Karatekîn axaftinek kir û destnîþan kir ku di pêþerojê de dê ‘Komleksa Çandî a Ciwanan’ bê avakirin.
Çavkanî///: http://www.azadiyawelat.com/cand-u-huner/sahiya-ciwanan-rasti-eleqeyeke-germ-te-2.aw
|
|
 |
Dîrok: 11.05.2008 Saet: 15:19 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|