::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 815
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 13
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Gelo rastîya diroka Melayê Cizîrî çîye?

    Pir kes ji nivîskar û dîrokvanan di derbarê dîroka ji dayîkbûna Mela de; xwe êþandine û negihîþtine rastî ya dîrokê.Lê tu rexne û lewmek me jibo wan camêran nîne.Lewra Mela bi eþkere wek Seydayê Xanî ji destpêka jidayîkbûna xwe nepeyîvîye.Mela bi giranî helbesta xwe;bi peyvên felsefî,derûnî û razdarî hûnandî ye.Pir helbestvanên wek Mela;di helbest û gotinên xwe de,bi razên ebcedî, ji temen û heyamên xwe axivîne û di helbesta xwe de, veþartine.Rasthatina vê rêbaza ebcedî jî,zor têzanîn û biþkivandin. Jibo dîroka destpêka jîna Mela; di meydana lêkolînê de; çend dîtin hene:Yek dîtina Rêzdar Zeynelabidîn Zinar a bi hejmarên ebcedîye.Ya din jî dîtina me ya dîsa bi hejmarên ebcedîye. Em dibêjin:dîtina Zeynelabidîn; lewra di pêþgotina tîpguhêzî ya dîwanê de,dide zanîn ku herwekî ew rêbaza ebcedî ya wîye. Armanca mýn jývê mijarê ewe ku: xwendevanên rojnameyê û zanayên nivîskar! rêbaza meya bý hesabê ebcedê û dîyarkirina meya destpêka salên jîna Mela û dîtina rêzdar Zeynelabidîn Zinar,diber çavan re derbaskin û biryara xwe bi nitxandinek azad eþkerekin û ji vê îmeyla mere biþînin.îmeyl(xwesbin_yekta@hotmail.com)

    DÎTÝNA ZEYNELABÝDÝN ZÝNAR Birêz Zeynelabidîn Zinar,di pêþgotina tîpguhezîya Dîwana Mela ya ji tîpên Erebî bibal tîpên kurdîya Latênî ve dibêje:di malika helbesta Melê de,ya bi nivîsandina: (Ji herfan mah û salê ma,nehat der þiklê falê ma) (Kuca danendî halê ma,sipikbaranê sahil ha) Dîroka ji dayîkbûna Mela di vê helbesta jorde bi hejmarên ebcedî hatîye dîtinê. Rêzdar Zeynelabidîn dibêje:bihejmara bêjeya(Herfan û xalî)dîrok derdikeve meydanê.Ew hejmar jî dike 980,ê ger ev bi hesabê koçîbe? bi beranberîya mîladî,dike:1570'ê.Dîsa dibêje: bê guman jiber ku ev malik di beþa destpêka dîwanê de ye,bêtir mirov didefîne bibal rastîya wêve. Dîsa Zeynelabidîn Zinar dibêje:Mela di sala 1621de bi Feqîre helbest gotîye. Birastî gava mirov li rastîya bûyerê dinhêre:mirov dibîne ku dý hejmaran de çewtîyên hejmarî derdýkevin meydanê.Yek jý mînakên çewtî yê hejmara 1621’e Lewra Feqî di helbesta xwede dibêje:gava min helbest bi Mlê re digot: (Sal hezarû Sî û yek 1031) bû. Ev hejmara ku Feqî dýbêje:sal(1031)bû hejmarek koçî ye û bi beranber mîladî ne(1621)e 1624’e. Mirov gava li rastîya helbest gotina Feqîya bi Mela re dinhêre, mirov dibîne ku dinavbera herdû hejmarên dîrokîde; 3,sal cudatî heye.Yanî dema bihevra gotina helbestê (1624)e.Herwisa di nirxandina hejmaran û nîþandayîna dema ji dayîkbûna Mela de jî nakokî heye.Lewra birêz Zeynelabidîn hejmara tîpên bêjeya (herfan û xalî)bi hejmarên ebcedî,derxistêye:(980)ê.û gotî ye bi mîladî dike (1621) û temenê Mela yê ji dayîkbûnê jî bivî hesabî dike(1570) Mixabin bêjeyên ku heval Zeynelabidîn Zinar bi hesabê ebcedî nirxandîye û kotîye temenê Mela bivan hejmaran(1570)ê ye neraste.Lewra 980’ê bi beranberî ya mîladî dike:953+622=(1575). Herçiqas Zeynelabidîn bi dudilî gotîye:ger bi koçîbe? lê bê dudilî kesên di wê demêde, her bi hesabê koçî nivîsîne.Nirxandin:980 ê koçî bi beranberîya Mîladî dike 953+622ê berya koçî=1575. Hemjî xebitandina bêjeya(Xalî)di þûna Sal de jî,bigumane.Lewra nusxeyên ku di destê mede hene,bigiþtî (Ji herfan Mah û Salê ma)ne û ne ku xalê ma hatine nivîsandinê.Lê birêz Zeynelabidîn dibêje:Min di nusxek de (Xalî)dîtîye.Mehjî di þûna (xalê)de xalî xebitandî ye.Di rêbaza tewandekan de, di þûna tewandeka (ê)de( î )nayê xebitandinê.Lewra tewandeka ( î )di xiramera erebî de, daçeka kesekî ye û bi peyvekî kurdîre nayê xebitandinê.Em dibêjin rastî ya helbesta Mela(Ji herfan mah û salê ma,nehat der þiklê falê ma)ye û ne xalî ma ye.Hege (xal)xwendibin jî, bi sehwa qelema katibê nusxeyê hatîye nivîsandinê. Anjî di nivîsên destxetde,(x) di þûna (f) yê de xwendine û gotine ( xal )Lewra ( x )ya erebî û( f) ya erebî di destxetan de, carnan jýhev nayên cudakirin û bihevre tên guhertin. Em werin ser dîtina rêzdar Nayîf Mikaîl Tahir ê ku:destpêka salên Melê;di hejmarên jêrde dîtîye: Herfa=289,Mah=41,û(w)sal=97,Ma=41,Þikl=350,Fal=111,Ma=41,bi tevahî dike:975 Lê rastîya hejmarê 974 re. Di hejmara (Mah)de(H) bi çewtî (6)hejmartine ewjî bi gorê mîladî dibe 1569 û ne 1567. xar jor rêbaz û nirxandinên van herdû rêzdar hevalan!wek hevin.Lewra herdûkan dîtinên xwe berdane ser rêze helbestek û di hejmaran de þaþî kirine .Bi gor rastî ya nirxandina hejmaran,gotina Zeynelabidî ya gu gotîye (1570)dijê hejmarane.Lewra rastî ya hejmaran(1575)didene dîyarkirinê.Dîsa nirxandina rêzdarNayîf Mikaîl Tahir jî, ne bi gor rastî ya hejmarane û rastî ya hejmaran(1569)didene dîyarkirinê ne ku (1567). Bi dîtina me ya lêkolînerî ya nêzîkê 7 sale ya liser þrovekirina vê berhema Mela;ev helbesta wîya ku dibêje:(Ji herfan mah û salê ma,nehat der þiklê falê ma)tu giza wî bi dîyarkirina temenê Mela re tuneye.jiber ku dinav de,bêjeya (mah û sal) heye;rêzdar nivîskaran jî gotine ji salên xwe diaxive û dane ber hejmaên ebcedî.Pir ecêbe ku rêze helbesta (ji herfan mah û salê ma) di navbera du lêkolîneran de,hatîye parvekirinê.Yekî gotîye:(herfan û xalî) yêdin jî gotîye:herfa, Mah, û(w)sal ma,þikl,fal,ma.Evajî mirov derbarê rastî yê de dixe nav gumanan . Bi dîtina me û bi xebata meya 7 saleya liser þroveya dîwana Mela yê Cizîrî, me xwe gîhande rastîya dîroka jidayîkbûna Mela û jînenîgarîya wî.Dema ku di Sala 1997 de, me dest bi þroveya Dîwana Mela kir û me tim di nav domandina xebata xwede, rastîya dîroka Mela di serê xwra derbasdikir û dixwest ku rojekî ji rojan em rastê gotinek Melayê di derbarê ji dayîkbûna wîde werin. Bi rastî bi nirxandina mina helbstê re, helbseta(Feqîyê Teyran)jibo xwegîhandina mina bi bal dîroka ji dayîkbûna Mela, bû alîkar û piþtevanek pir mezin. Herwekî bi dengekî êlî bangê min bikir û ji minre digot:dîtina teya bi hesabê ebcedê raste û binirxîne.Lewra gotina Feqîya bi helbest gotina bi Mela re, bo min jêderk û delîlek vebire.Lewra herçiqas Mela bi zimanek eþkere ji destpêka jîna xwe neaxivîye û birewþekî nehînî û bi razên ebcedî jixwe axivîye jî,lê Feqîyê Teyran bi zimanekî eþkere û vekirî ji hevdemî û dîroka jîyana xwe û Mela axivîye. Em werin mijara nirxandina helbesta erebîya di dawîya pêncekên Melê de û bi hesabê ebcedî bi nirxhinin û li rewþa hevgirtina wê û gotina Feqî binhêrin, ku çawa hev temamdikin û rastîya dîroka jidayîkbûna Mela dertînin meydanê. Helbesta Melaya ku têde bi zimanek nehînî û ebcedî, ji rewþa xweya destpêka helbest gotinê tîne ziman û dibêje(Tilke enbaun yeqûlû ennasû mýnna beede hînin)eve.Wateya rêze helbestê bi kurdî:(Ev behrem bigiþtî hinek gotin, peyamin û me amadekirîye. Wê gel û mirûvên piþtê deman ji me û berhema me biaxivin)Berya nirxandina tîpên helbestê,em dixazin bala kesên ku nirxandina meya bi hejmarên ebcedî dibinçavan re derbaskin, bira bizanin ku di rêbaza nirxandina tîpande, tîpên bi Þedeyên di bêjeyande yek tîp nedu tîp têne hejmartinê. HEJMARTÝNA TîPAN: (T)400 (L)30 (K)20 (E)1 (N)50 (B)2 (E)1 (Y)10 (Q)100 (W) 6 (L)30 (E)1 (L)30 (N)50 (E)1 (S)60 (M)40 (N)50 €1) (B)2 (E’)70 (D)4 (H’)8 (Y)10 (N)50=1027:koçî.)Hejmara tîpan bigiþtî rêze helbeste.Lê ya ji herfan mah û salê ma di navbera du lêkolîneran de,hatîye parvekirinê.Yekî gotîye:(herfan û xalî) yêdin jî gotîye:herfa, Mah, û(w)sal ma,þikl,fal,ma. Hejmara tîpan liserhev: bi hejmara koçî:1027.Mela divê rêze helbestêde bi zimanek derûnî û bi hesabê Ebcedî dide dîyarkirinê, ku wî di Sala 1027 ê koçîde, dest bi nivîsandina helbestê kirîye.Dema ku Mela dest bi helbest gotinê kirîye, temenê wî (30)sal bûye.Lewra di derbarê (30)sal temenê wiyê di berya destpêka helbestê de,Mamosta Eladîn Secadî anîye ziman û gotîye: Mela di 30 Salîya umrê xwede, helbest gotîye.Herwisa Mela bixwejî, di beþên helbestên xwede; temenê xweyê di berya helbetê de, tîne ziman û dibêje: (Sih Sale ji derdû ji belayê te hilakin=Hetta bi felek her diritin ahû ehê min) Dîsa di rêze helbestek dinê de dibêje:(Ernekî rihmê tu Mîro,dê çibit halê me îro= Qet nebê carek Esîro,girtîyê (Sî) saleye)Mela bi eþkere û zelalî dide zanîn, ku temenê wî di berya helest gotinê de (30)sale.Yanî lêkolîn û dîtina meya bi hesabê ebcedê,dîroka destpêka wêjenasîya wîye.Gava em (30)sal temenê wîyê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin,rastîya dîroka wîya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê.Çawa me li jor gotina (Feqîyê Teyran)a di derbarê helbest gotina wîya di Sala (1031)de bi Mela re dabû nîþan.Ew gotina (Feqîya)dîrokî,bome jêderk û delîlek bêguman û vebire.Hemjî jibo dîtina meya bi hesabê ebcedî jî,destek û piþtevanîyeHerwisa:helbesta ku Mela di bênceka xwe de;bi erebî dibêje:ev behrem bi giþtî hinek gotin,xeber û peyamên curbecurin û wê mirov piþtê dem û zemanan ji me û peyamên berhema me bi axivin.Mela;di destpêka rêze helbesta xweya bi zimanê erebî de di serê helbestê de, bêjeya(Tilke)anîye ziman.Lewra bêjeya (Tikle)di giramera erebî de.daçeka pirhejmarê ye û iþaretê bal tevahî ya berhremê ye.Ango (tikle)ev behrem bi giþtî,me divê sala koçî ya hejmar(1027)de nivîsî ye.Hemjî ev hejmar û gotina Feqî ya gu dibêje:me di(1031)de bi hevre helbest gotî ye, hev temam dkin. Em werin ser mijara nirxandina hejmarên ebcedî û dîyarkirina dîroka ji dayîkbûna Mela: NÝRXANDÝNA HEJMARAN: Mela:di(1027)’ê koçî de: dest bi nivîsandina helbestê kirîye.Ev hejmara koçî beranber bi mîladî dike:(998)ê ji Koça (Hicreta)Mihemmed silava Xuda liserbe û heta despêka nivîsandina Mela ya helbestê.Dý navbera hicreta MÝHEMMED û ÎSA Pêximber de 622 sal heye.998+622=1620-30=1590. Bi vê nirxandýnê dîroka ji dayikbûna Mela:dibe 1590 û koça wî ya ji dinê bi gotina dîrokzan Eladîn Secadî dibe:1665.Me di çapa yekem a ku Enstitüya kurdî çapkiribû de: temenê destpêka bûyîna Mela bi þaþîyek teknî (1589) dabû dîyarkirinê Lê me ew þaþî dît û sererastkir. Mijara here giringa ku heta niha ji hêla tu dîrokvan û lêkolînvanan ve nehatîye zanînê,dîroka ji dayîkbûna Mela ye.Divî mijarê da em dibêjin:Me bi lêkolînek berfireh rastîya ji dayîkbûna Mela, jibo rayagiþtî û xwendevanên pirtûka xwe re derxiste holê.Lê diroka koçkirina wîya ji Cîhanê, me xwe siparte dîtin û gotina Eladîn Secadî û hinek dîrokzanên dinê.Em dîsa jibo xwendevanên þroveya xwere,bi bê dudilî didne dîyarkirinê,ku lêkolîn û dîtina meya bi hejmarên ebcedî raste.Lewra me çawa gotina (Feqîyê Teyran) bo xwe delîlek vebir dît,em ji xwendevanên þroveya xwere jî dibêjin: hûn bi zanînên xweyên pîroz û bi însafî, dîtina me binirxînin û rastîyê bibînin.Lewra em dibêjin:bi hejmarên ebcedî detstpêka helbestnivîsa Mela,1027’e.Di berya wîde temenê Mela,(30)ye.Gava em 1027ê ku me bi hesabî ebcedî jibo destpêka helbestvanî ya Mela nirxand û wergerand mîladî,bû 998.Me:30 sal temenê melayê berya helbestê ji hejmara (998)derxist û bû 968+622=1590)rastî ya ji dayikbûna Mela. Armanc jivê nirxandinê ewe:ku(30) sal temenê Mela bixwe derdikeve meydanê û dîtina eme ya ebcedî rast dibîne.Feqî jî dibêje:dema me bi hevra helbest digot Sal (1031)bû.Dinavbera dîtina mede û gotina Feqîyê Teyrande,çarsal heye.Gava ku Feqî bi Melare helbest gotîye:Mela pirtûka xweya helbestê birîye nêzîkê dawîyê.Gava ku çarsal di navbera wande cudatî hebejî nepire.Lewra Mela heta pirtûka xwe birye nêzîka dawîyê,jixwe çarsal dikêþe. Yanî Feqî piþtê çarsal xebata Mela ya liser helbest nivîsê, pêra helbest gotîye. Nîþe: Ev nivîs ji Enstîtuya Kurdîya Amedê û ji Rojnameya Azadîya welat re jî hatîye þandin. Celalettin Yöyler 4/28/2008
    Dîrok: 07.05.2008 Saet: 17:47 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Çand û Hûner:
    Shakira tê Stenbolê


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.