::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 840
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 25
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Guhertoya ubuntu 8.4 derket

    Amed – Li gorî daxuyaniya Koma PCKurdê guhertoya dawî ya Ubuntu/Linuxê ku kurdî jî tê de bi bi gelek zimanan tê weþandin, duh derket. Koma PCKurdê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku

    Ubuntu her þeþ mehan carekê guhertoya xwe ya nû derdixe û guhertoya nîsana 2008'an Ubuntu 8.04 duh di malpera fermî a Ubuntuyê de ji bo daxistinê cihê xwe girt.

    Tê daxuyandin ku Ubuntu yekemîn û tekane pergala xebatê ya komputerê ye ku zimanê kurdî bi awayekî fermî tê de cih digire. Daxuyanî bal dikiþxîne ku Ubuntu ji ber ku reþaneke Linuxê ye ji gelek hêlan ve ji pergalên din bikêrhatîtir e û li ser xalên bingehîn ên felsefeya Ubuntuyê yên wekî “Divê nivîsbarî belaþ bin”, “Amûrên nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmakî yên kesan bikêrhatî bin û her kes karibe bername û pergalên komputerê bi zimanê ku dixwaze bi kar bîne.”, “Mirov divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de karibin azad bin.” disekine. Di daxuyaniyê de tê gotin ku bikarhênerên komputerê heta niha ji ber ku Linux belaþ bû û bêvîrus bû dihat tercîhkirin û tê angaþtin ku bikarhênerên ku Ubuntuyê bi kar bînin û dê ji ber grafîk, anîmasyon û dîtbariya wê dest bi bikaranîna Ubuntuyê bikin. Her wiha di daxuyaniyê de qala xebatên Koma Pckurdê jî tê kirin û tê diyarkirin ku Koma PCKurdê xebatên xwe bi awayekî serbixwe dimeþîne û di nav rewþên herî teng de xebatên herî girîng ji bo komputergeriya kurdî dike. Koma PCKurdê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de xebatên ku heta niha kirine wekî wergerandina pergal û bernameyên wekî Ubuntu, Kubuntu, Xubuntu, OpenOffice.org, Firefox, Pidgin, Konqueror, Kopete û hwd. rêz dike û diyar dike ku her wiha ji bo kurdî wekî F, Q û Alt-Q sê klavye çêkirine û di klavyeyan de ji bo her tîpeke kurdî biþkojkek tê tikandin. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji bo bikarhênerên komputerê ên kurd wekî karekî herî girîng pakêta rastnivîsa kurdî hatiye amadekirin û dema ku bikarhênerek di geroka Ubuntuyê Firefoxê de an jî di ofîsa wê Openoffice.orgê de nivîsand, bername xweber rastnivîsa kurdî kontrol dike. Dema ku peyveke çewt hate nivîsandin binê peyva çewt xêz dike û hin peyvên din pêþniyarî bkarhêner dike. Koma PCKurd di dawiya daxuyaniya xwe de girîngiya di her qadê de bikaranîna kurdî bi bîr tîne û bang li her kesî dike ji bo ku ev kar bi awayekî berfirehtir û çêtir bidomin bi wan re têkevin têkiliyê û çi bi wergerandinê çi jî bi bikaranîna van pergal û bernameyan ji wan re bibin alîkar.

    Malperên Koma PCKurdê yên ku hûn dikarin ji wan alîkarî bistînin û alîkariyê bidin:
    http://www.ubuntu-ku.org
    http://www.pckurd.net
    http://www.ferheng.org
    http://www.kuopenoffice.org

    çavkanî:azadîyawelat.com
    Dîrok: 26.04.2008 Saet: 13:29 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: TeknolojîK:
    Ubuntu 7.10 Amade ye tu jî bixwaze!..


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.