|
Fîlmê derhêner Huseyin Karabey ê bi navê "Gitmek" (Çûyîn) di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîþandayîn.
Karabey heta niha bi belgefîlman derketibû pêþ û niha yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj pêþkêþ kir. Fîlmê bi navê "Gitmek" yekem car di çarçoveya 27'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîþandayîn.Fîlm li ser çîrokeke evînî ya rastîn hatiye kiþandin; Çîroka jineke tirk a bi navê Ayça û mêrekî kurd ê bi navê Heme Elî.
Her du di dema kiþandina fîlmekî de hev dinasin û ji hev hez dikin. Piþtî 27 rojan ku kiþandina fîlm xelas dibe Heme Elî vedigere Baþûr, Ayça jî vedigere Stenbolê. Lê evîn wan diþewitîne, dixwazin bigihên hev. Li Iraqê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) êrîþên desthilatdariya Sedam dikin û þer derdikeve, Heme Elî nikare bê Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê jî Ayça planên çûyîna Silêmaniyê dike.
Û çîroka fîlmê ku bi kurdî û tirkî ye dest pê dike. Rewîtiya Ayça ji Stenbolê dest pê dike, li Amed, Mêrdîn, Silopî, Wan û heta Urmineyê dike. Bêþik ji Hewlêr û Silêmaniyê jî dîmenên di fîlm de parçeyên din ên fîlm in.
Fîlmê ku di tema belgefîlmekî de çîrokek xweþik pêþkêþ dike, rastiya jiyanê jî pêþkêþ dike: Cihê ku þer lê hebe destûr ji bo evînê nîn e. Di dawiyê de Heme Elî û Ayça berî bigihîjin hev Heme Elî tê kuþtin. Fîlmê ku heta wê derê bi hêvî diçe, tam di wê derê de hêstiran pêþkêþ dike.
Li gor agahiyên ku me bi dest xistin amadehî tê kirin ku fîlm di meha pêþiya me de bikeve vîzyonê.
Kunye:
Gitmek (Çûyîn)
Derhênêr: Huseyin Karabey
Lîstikvan: Ayça Damgaci, Heme Elî Xan, Cengiz Bozkurt
Sala Kiþandinê: 2008
Ziman: Tirkî, Kurdî, Îngilîzî
Çavkani: Diyarname , KurdishMagazin
|
|
 |
Dîrok: 26.04.2008 Saet: 11:24 Nivîs ji: oxiro
|
|
 |
|
| |
|