Turk: Tirkiye mexdûrê AKP'ê ye |
|
Serokê Koma DTP'ê û Parmanterê Mêrdînê Ahmet Turk ku di civîna koma partiyê de axivî, diyar kir ku berpirsyarê tabloya ku Tirkiye di nav de ye, Hikûmeta AKP'ê ye. Turk got: "Bila Serokwezîr qet ranebe xwe mîna mexdûran nîþan nede. Serokwezîr, ev berhema we ye, ne ya kesekî din e. Tu ne mexdûr î; demokrasî û pêþeroja hevpar a gelên me mexdûr e. Tirkiye îro mexdûrê AKP'ê ye."
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, di axaftina xwe ya ku di civîna koma partiya xwe de kir de, li ser krîza ku Tirkiye ketiyê, pêvajoya YE'yê, guhertina di xala 301'an de û pirsgirêkên aborî rawestiya. Turk, di destpêka axaftina xwe de ji bo xizmên Fahrettîn Þedal (37) ku di bûyerên piþtî pîrozbahiya Newrozê ku li Geverê derketin de, jiyana xwe ji dest dabû, sersaxî xwest. Turk, xwest ku berpirsyarên bûyerê bêne darizandin. Turk, bi bîr xist ku Hevserokê DTP'ê Nurettîn Demîrtaþ ku hê girtî ye, wê di 21'ê nîsanê de derkeve pêþberî dadger û hêviyên xwe yên ji bo serbestberdana Demîrtaþ, anî ziman.
‘Tirkiye hewl dide ku riya xwe bibîne'
Turk, destnîþan kir ku bi pêþveçûnên li dû hev qewimîne re, nediyariya siyasî ya li Tirkiyeyê, her roj zêdetir dibe. Turk, got ku aramî pêk nayê, siyaseta sivîl her tim rastî mudaxeleyan tê, mekanîzmayên pêkûtîhez û otorîter bandora xwe zêde kiriye. Turk, got ku di demeke wiha de mirov nikare behsa pêþerojeke siyasî bike. Turk, anî ziman ku siyaseta Tirkiyeyê pêvajoyeke navberî dijî û wiha dom kir: "Tirkiye di vê pêvajoyê de li riya xwe digere. Hewl dide ku riya xwe bibîne."
Turk, anî ziman ku ji bo mirov pêvajoya Tirkiye tê de derbas dibe baþtir fam bike, divê çavek li pêþveçûnên di demên dawî de qewimîne bigerîne. Turk, ev tiþt gotin: "Ez ê niha ji vir, wêneyê welatekî pêþkêþ bikim. Bi doza girtinê ya ku li DTP û AKP'ê tê vekirin, mudaxeleyî siyaseta sivîl tê kirin. DTP'iyên ku devê xwe vedikin, rastî fezlekeyên bê dawî tên. Di Newrozê de gule bi ser merivên ku aþtiyê dixwazin de dibarînin. 4 welatî têne kuþtin. Kedkarên ku mafên xwe yên aborî û civakî dixwazin, têne copkirin. Li Zanîngeha Akdenîzê, provokasyoneke kûr ku beriya 12'ê îlonê tîne bîra mirov, tê amadekirin. Daxwazên çareseriya siyasî ya ji bo pirsgirêka kurd, têne çewisandin. Hewl didin ku rewþenbîran bêdeng bikin. Kî ku muxalifî bike, rastî andiçê tê. "
'Çareserî Komara Demokratîk e'
Turk, têkildarî doza girtinê ya der barê AKP'ê de hatiye vekirin jî wiha got: "Niha rabûye, hewl dide xwe ji doza hatiye vekirin xilas bike. Hîn ji tiþtên hatine jiyandin ders dernexistine. Tê gotin 'Nusîbetek ji hezar þîretan çêtir e'. Lê AKP'ê ne ji musîbetan ne jî ji þîretan ders dernexistiye. Dibêjin 'Ka bê em riyekê nabînin ku em ji wan dozan xilas bibin' û vir ve wir ve li lihevkirinê digerin." Turk, bal kiþand ku tenê riya ku Tirkiyeyê ji krîza binyadî xilas bike, Komara Demokratîk e û wiha dom kir: "Pêwîstiya Tirkiyeyê û daxwaza gelên me jî ne Komara yekparêz-otorîter, Komara Demokratîk ya sedsala 21'emîn e."
Piþtgiriyê nadin makyajkirina 301’ê
Turk, xala 301'emîn a TCK'ê ya ku tê xwestin ku bê guhertin jî nirxand û wiha got: "Tu teklîfê çewa bigirî dest bigire, ji bo parastina ruhê xala 301'emîn e. Dibêjin ku bila destûra lêpirsînê di destê Serokomar an di destê Wezîrê Dadê de be? Ma pirsgirêk ev e? Ma tiþtê girînge ne ew e ku lêpirsîn ji holê bêne rakirin, rewþanbîr û nivîskar bên xilaskirin? Di vê mijarê de helwesta me diyar e. Daxwaza me ew e ku xala 301'emîn bi tevahî ji holê bê rakirin."
6 hezar û 75 301’zede hene!
ENQERE - Wezîrê Dadê Mehmet Alî Þahîn, li ser pirsnameya parlamenterê CHP’ê yê Afyonê Halîl Unlutepe, ragihand ku ji xala 301'emîn a TCK'ê di 5 salên dawî de hezar û 481 doz hatine vekirin, 6 hezar û 75 kes hatine darizandin û 745 kes jî hatine mehkûmkirin.
Þahîn, di bersiva nivîskî de, der barê dozên ku ji xala 301'emîn a TCK'ê di navbera salên 2003-2007'an de hatine vekirin, agahî dan. Þahîn, diyar kir ku Xala 301'emîn berê wekî xala 159'emîn di TCK'ê de cih digirt û anî ziman ku di sala 2005'an de wekî xala 301'emîn hatiye sererastkirin. Hate ragihandin ku di nava 5 salên dawî de, 6 hezar û 75 kes ji ber hatine darizandin, di sala 2003'yan de hezar û 313, di sala 2004'an de hezar û 385, di sala 2005'an de hezar û 305, di sala 2006'an de hezar û 533, di sala 2007'an de jî hezar û 189 kes hatine darizandin.
Li aliyê din teklîfa têkildarî guhertina xala 301'an a TCK'ê, duh sewqî Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hate kirin. Komîsyon dê li ser teklîfê di 18'ê nîsanê de hevdîtinê bike. Li gorî teklîfê, dozger wê karibin der barê hemû kesên ku li gorî wan di çarçoveya xala 301'an de sûc kirine de, lêpirsîne vekin û îdianameyê amade bikin. Dosya ancax di asta dadgehê de wê karibe biçe ber meqama destûrê (Serokomar). Rayeya destûrê, wê piþtî qebûlkirina îdianameyê, bikeve dewreyê.
çavkanî:Azadiyawelat.com
|
|
 |
Dîrok: 16.04.2008 Saet: 20:09 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|