Çîroka Newrozê hate nivîsandin |
|
Em dibêjin bi hezaran sal e ku Newroz heye. Em dibêjin roja serhildanê ye, hatine biharê ye, cejna kurdan e lê em derbarê wê de zêde tiþteke zanistî nizanin.
di vir de valiheyeke heye. Niha lêkolînvan M. Siraç Bilgin pirtûkeke bi navê “Newroz” nivîsand û ev valahî dagirt. Pirtûka Bilgin ji Weþanên Do derket.
Hinek dibêjin du Newroz cejneke du hezar salî ye, hinek dibêjin Cejna Rojhilata Navîn e, hinek dibêjin hatine bihadê, hinek wekî roja serhildanê bin av dikin. Heta niha bi þirove û nivîsên bi vî rengî qala Newrozê hate kirin. Nihan got Kawa, Dehak, hinan tiþtinên din gotin, lê zêde ji aliyê zanistî ve lê nehate nêrîn, tiþtên zanistî nehatin pêþkêþkirin, tiþtên di vî warî de hatin gotin jî bela wela bûn, kêm bûn. Niha M. Siraç Bilgin pirtûkeke bi navê “Newroz”ê nivîsand û li ser Newrozê, dîroka Newrozê, bikaranîna wê ya di nav dîrok û berheman de bi awayekî berfireh pêþkeþ kir.
Bilgin li ser amadekirina pirtûkê wisa dibêje “Ez li ser Mîtolojiya Medan û nivîsên wan sekinîm, min koka Newrozê, wateya ku kurdan lê bar kiriye û xweseriya vê cejnê derxist holê û ev berhem amade kir” û heta kiriye lêkolîna xwe berfireh kiriye.
Heka niha dihat gotin ku gotina Newrozê ji Avestaya Zerdeþtî hatiye lê Bilgin vê yekê piþtrast nake û dibêje, “Wekî peyv di Avestayê de Newroz nîn e, lê motîfên Newrozê wekî Dehak, Cemþîd, Feridun, Kawa, Agir hene. Hin beþên Avesta winda ne, mimkûn e wekî gotin di van beþan de hatibe gotin.” Bilgin vê yekê dispêre “Avestaya Ciwan” û wisa dibêjin; “Hem di ‘Avestaya Ciwan’ de hem di Zarahuþtra de ku ev paþê hatine nivîsandin Newroz heye”
Û ji pirtûkê hin agahiyên balkêþ ên li ser Newrozê:
- Rêxistinên kurd û þexsiyet di nivîsên xwe de diyar dikin ku Newroz Berî Mîladê di sala 612’yan de li dar ketiye, lê tiþteke wisa nîn e û bi ser de jî bûyerên dîrokî yên wê salê þaþ têne pêþkêþ kirin.
- Min agahiyên dîrokî û yên modern dan berhev û min teqez diyar kir ku Newroz cejna kurdan e.
- Nêzîktêdayînên ‘Newroz li Rojhilata Navîn dihat pîrozkirin’, ‘Newroz Cejna Rojhilata Navîn e’ þaþ in. Newroz ne cejna hemû Rojhilata Navîn e.
- Di serdema hatina Îslamiyetê de Newroz hebû, cejna kurdan bû û ev yek di peymanên di nav bera kurdan û rêveberên Îslamê de hatine kirin de jî hatiye diyarkirin.
- Di zimanê medî de Newroz ji peyvên “Nava” û “Roaca” tên, ev peyv di serî de zazakî û di zaravayên din ên kurdî de jî hene, wekî “newe” û “roc”.
- Helbestvanê navdar Omer Heyyam di berhema xwe ‘Newrozname’ de agahiyên li ser Newrozê pêþkêþ kirine. Gotiye Ferîdûnê kurd Dehaq dîl girtiye û kurdan ew roj wekî roja rizgariya ji deshilatdarê zalim ragihandiye. Ev nivîskarê faris bi awayekî eþkere diyar dike ku kurdan ev roj wekî cejn îlan kiriþe.
Her wiha Bilgin di “Newroz”ê de li ser van xalan jî sekiniye: “Li gor Þerefxan Newroz”, “Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de Newroz”, “Di Hawarê de Newroz”, “Li gor Îhsan Nûrî Paþa Newroz”. Lêkolînvan Bilgin li ser fîgurên Newrozê yên wekî Cemþîd, Dehaq, Ferîdûn, Agir, Kawa sekiniye û ew yek bi yek nirxandiye. Dîsa li ser metodolojiya tirkan ku xwedî li Newrozê derdikevin jî sekiniye û rastiya meseleyê pêþkêþ kiriye.
Cemîl Oguz Diyarname.com
|
|
 |
Dîrok: 14.04.2008 Saet: 08:53 Nivîs ji: oxiro
|
|
 |
|
| |
|