::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 827
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 7
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Ji xaziyên Koreyê piþtgirî

    QERS / DÎHA - Li Qersê xaziyên Koreyê Alî Ulbey û Ferzende Ulbey aþkera kirin ku wê piþtgiriyê bidin namzetê ‘Hezar Hêviyan’ yê Qersê Mahmut Alinak. Di hiþê xaziyên ku bi 200 YTL mehane hewl didin li piya bimînin de bîranînên þer hêj teze ne.

    Xaziyan diyar kir ku di þerê Koreyê de kurd û tirkan bi hev re þer kirine û gotin "Yên ku îro ji kurdan re dibêjin 'qaþo welatî', qey Çanakkaleyê, Koreyê bi bîr naynin" û xwestin ku pevçûnên li herêmê bi dawî bibin. Xaziyên Koreyê Alî Ulbey (82) û Ferzende Ulbey (84) ku li gundê Wazê (Orculu) yê bi ser navenda Qersê dijîn, hatin serdana Serokatiya DTP'a Qersê û piþtgirî dan namzetê ‘Hezar Hêviyan’ yê Qersê Mahmut Alinak. Xaziyan diyar kir ku dewlet 200 YTL mehane dide wan û ji Alinak xwestin ku piþtî daketina parlementoyê, ji bo baþkirina rewþa aborî û civakî ya xaziyan, bikeve nav hewldanan. ‘NEHEQÎ LI KURDAN TÊ KIRIN’ Xaziyên ku li ser pevçûnên li Tirkiyeyê diqewimin rawestiyan, xwestin ku dewlet demek ji ya din zûtir gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rawestandina xwînê, bavêje. Alî Ulbey diyar kir ku wê di hilbijartinan de raya xwe bide Alinak û got ku bi nîjada xwe, xwîna xwe û canê xwe, kurd e. Ulbey, diyar kir ku þerê li Koreyê qewimiye mîna duh tê bîra wî û anî ziman ku piraniya þevarên li Koreyê, kurd bûne. Ulbey, wiha dom kir: "Yên ku îro ji kurdan re dibêjin 'qaþo welatî', qey Çanakkaleyê, Koreyê bi bîr naynin." ‘KURD Û TIRK DOST IN’ Ferzende Ulbey jî da zanîn ku di nav zehmetiyên mezin de dijîn. Ulbey, diyar kir ku mehê 200 YTL distînin, ev têrî pêdiviyên wan bi xwe jî nakin û wiha got: "Bila werin li mala me binêrin. Em di kavilan de rûdinên. Pevçûnên li herêmê çêdibin jî me pir xemgîn dikin. Em du gelên ku li Koreyê mil dane hev û þer kirine ne. Divê gelê tirk li paþ xwe binêre, li dîrokê binêre û baþ bifikire ka kurdan çawa mil dane wan û þer kirine. A niha dinêrim, vana ji bîr kirine. Gelê kurd her dem dostê gelê tirk bû. Rayedarên dewletê niha çima vê xwînê ranawestînin? Dikarin ji bo vê pirsgirêkê ji bilî tundiyê çareseriyê bibînin. Ez ji vir bang li wan dikim, vê xwînê rawestînin." Namzetê ‘Hezar Hêviyan’ yê Qersê Mahmut Alinak jî got ku ev xazî piraniya dema xwe li partiyê derbas dikin û piþtgiriyê didin wan. Alinak bal kiþand ser mercên aborî û civakî yên xazî tê de ne û wiha got: "Em bikevin parlamentoyê, em ê pêþî li ser pirsgirêkên xaziyan bisekinin û mercên wan sererast bikin. Bihîstyariya wan a li pevçûnên li herêmê diqewimin jî gelek bandor dike. Ew weke dîrokekê dijîn di nav me de."
    Dîrok: 23.06.2007 Saet: 20:05 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Ji WelaT:
    Xweþikbûna Gola Wanê xira nekin!


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.