Gelo Aþtî li ku hat kuþtin |
|
Hunermenda Îtalyayî Pippa Bacca ku ji bo balê bikiþîne ser welatên mexdûrên þer, cilên bûkaniyê li xwe kiribûn û ji bo ku bi otostopê ji Îtalyayê biçe Îsraîlê hatibû Tirkiyeyê, pêr Kocaeliyê mirî hate dîtin.
Pippa Bacca ku navê wê yê rastî Giuseppina Pasqualino ye, ji 31'ê adarê ve winda bû û agahî jê nedihat girtin. Hêzên ewlekariyê ku ji bo dîtina Bacca xebat dan destpêkirin, qeydên kamerayê yên li îstasyoneke benzînê ya li nêzî Gebzeyê lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de hêzên ewlekariyê tespît kir ku Bacca li nêzî MC Donalds a li ser Riya D-100 a Gebzeyê bi kesekî re hatiye dîtin. Derket holê ku kesê bi Baccayê re hatiye dîtin Murat K. yê ji diziyê sabiqeya wî heyî ye. Murat K. yê ku hate binçavkirin, îtiraf ku wî li Ballikayalarê tecawîzî Baccayê kiriye û ew xeniqandiye. Li ser cihnîþandayînê cesedê Baccayê hate dîtin.
Hunermenda bi navê Pippa Bacca tê nasîn, bi hevala xwe Sîlvîa Moro re, ji bo ku peyama aþtiyê bide, cilên bûkaniyê li xwe kiribûn û di 4'ê adarê de ji Mîlanoyê derketibû rê. Her du hunermendan, armanc dikir ku di ser welatên balkan û Tirkiyeyê re bi otostopê biçin paytexta Îsraîlê Tel Avîvê. Her du jin di 19'ê adarê de li Stenbolê ji hev veqetiyan û plan dikir ku di riyên cuda de biçin û li Beyrûdê dîsa bigihîjin hev. Pippa Bacca ya neviya wênesaz Pîero Manzonî yê Lombardiayî, di 31'ê adarê de ji Stenbolê ji hevalê xwe yê li Îtalyayê re SMS þandibû. Bacca herî dawiyê li Gebzeyê hatibû dîtin, lewre jî lêgerîn li vir hatibûn zêdekirin.
Hate projeya wan a bi navê “rêwîtiya bixêlî ” bidomiya dê xêliya xwe li ser xwe dernexista.
DOKH’ê þermezar kir
Endama Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk Rahîme Ozadiktî der barê bûyerê de ji bo rojnameya me axivî û got ku mirov tu deverên cîhanê rastî bûyereke bi vî rengî nayê û wiha got: “Di serî de dema ku em ev bûyer bihîst em pir xemgîn bûn. Li tu deverên cîhanê mirov rastî bûyereke wisa nayê. Ev yek parçeyekî çanda, nîjadperest û tecawîzkar e. Di serê salê jî li Taksîmê jinên biyanî rastî pêkanînên nebaþ hatibûn. Hate gotin ku tacîz e lê ne wisa bû ew jî ji çanda tecawîzkar diqewimî. Li Tirkiyeyê çandeke wisa heye, heke jin be, aþtîxwaz be û yek jî biyanî be divê bê kuþtin. Ev yek rewa tê dîtin. Ev nêzîkatî di nava civakê de wekî çandeke bi sedan salan e rûniþtiye. Em vê bûyera hovane þermezar dikin.” Ozadîktî got, ji bo piþtgiriya malbata vê humermenda jin a aþtîxwaz wekî DOKH çi ji destên wan bê ew ê bikin.
çavkanî:www.azadiyawelat.com
|
|
 |
Dîrok: 13.04.2008 Saet: 20:50 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|