Divê tecawizkar bêne teþhîrkirin |
|
QERS - Berdevka Meclîsa Jinan a DTP’ê ya Qersê Þîlan Efendîgolu, bal kiþand ser tecawiza li hemberî N.K.yê (16) û bûyer þermezar kir. Efendîoglu, diyar kir ku N. K. ji hêla dewletê ve dihat parastin, lê ji hêla bi dehan kesan ve rastî tecawizê hat. Efendîoglu, got ku ev bûyereke li dijî mirovatiyê ye. Berdevka Meclîsa Jinan Þîlan Efendîoglu, der barê bûyera tecawizê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Efendîoglu, destnîþan kir ku N.K'a ji Trabzon Wakfikebîrê ji bo parastinê þandin yûrda xwedîkirinê ya Halîme Arslan a Qersê û li vir hate bicihkirin. Efendîoglu, got ku keça ku ji bo parastinê þandibûn yurdê, 8 mehan rastî tecawiza 10 kesan hatiye. Efendioglu, da zanîn ku di nava kesên ku tecawizî N.K.yê kirine de xizmên siyasetmedaran, rojnamevan û leþker jî hene.
‘Em ê xwe çawa biparêzin’
Berdevka Meclîsa Jinan a DTP’ê ya Qersê Þîlan Efendîgolu, bûyera tecawizê wekî hovîtî nirxand û got ku divê nasnameyên kesên ku vê hovîtiyê pêk anîne ji raya giþtî re bên aþkerakirin. Efendîoglu, daxuyand ku mixabin kesên ku xwedî meqam û mewkiyan in bi riya siyaset û medyayê bûyerên wisa vediþêrin. Efendîoglu, diyar kir ku heke kesên ku di bin ewlehiya dewletê de rastî bûyerên bi vî rengî tên, divê bê lêpirsinkirin. Efendîoglu, diyar kir dema ku ev bûyer wisa bi rihetî pêk tê, kesên ku bê ewlehiya dewletê dijîn dê çawa xwe biparêzin. Efendîoglu got ku divê demildest sûcdar bên girtin û ceza bên dayîn. Her wija Efendîoglu bûyera tecawizê bi tundî þermezar kir.
Bûyer ji mamosteyên xwe re vegotin
N.K'a ku ji Trabzon Vakfikebîrê ji bo parastinê þandin Yûrda Xwedîkirinê ya Halîme Arslan a Qersê û li virê hate bicihkirin, di 8 mehan de rastî tecawiza 10 kesan hat. Di nav kesên ku tecawizî N.K.yê kirine de xizmên siyasetmedaran, rojnamevan û leþker jî hene. Li gorî îfadeyên ku N.K.yê daye polîsan, yekem car di tebaxa sala 2007'an de rastî tecawizê hatiye. Di 2'yê nîsana 2008'an de ji bi ku hevaleke xwe bibîne derket derve hîn kesan N.K., bi darê zorê li otomobîlekê siwar kir û xwestin birevînin. N.K.yê xwe ji wesayîtê avêt û reviya. Wê tiþtên ku hatine serê wê ji mamosteyên xwe re vegotin. Li ser îfadeyên N.K.yê polîs ketin nav liv û tevgerê.
ÇAVKANÎ:www.azadiyawelat.com
|
|
 |
Dîrok: 11.04.2008 Saet: 21:17 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|