Ser cerdevanê kujer ji diziyê hate girtin |
|
MÛÞ - Ahmet Çelîk ê li gundê Sardavuta Milazgirê daket axura aydî Hafîze Aladag, 8 dewarên wê dizî û li navçeya Patnosa Agiriyê hate qefaltin. 2 kesên pê re karê diziyê kirine jî, li navçeya Kopê ya Mûþê hatin girtin. Çelîk û 2 kes, bi tevî dewarên dizîne sewqî Dozgeriya Komarê ya Kopê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 8 dewarên ku hatin bidestxistin jî, radestî Hafîze Aladag hatin kirin.
Çelîk, di salên 1990'î de serokcerdevan bû. Der heqê Çelîk de dosyayek giran a sûc heye. Di salên 1990'î ku pergala cerdevaniyê hê nû destpê kiribû de, navê Çelîk di valakirina gundê Nordikê ya bi darê zorê de derbas bû. Çelîk, erd û zeviyên gundiyan jî demeke dirêj ajot. Navê Çelîk, di bûyera kuþtina Yusuf, Abdurrahîm û Abdulsamet Unal ku di sala 2002'yan de vegeriyan gund û dema çûn giha biçinin hatin kuþtin de derbas bû. Lê ji ber ku xizmên wî sûc girtin ser xwe, Çelîk ji darizandinê filitî.
Ramazan Oznarci yê li gundê Nurettîn rûdiniþt, lê di sala 1994'an de cerdevanî qebûl nekir û koçî Patnosa Agiriyê kir, di 21'ê tebaxa sala 1994'an de ji aliyê komek çekdar ve hate revandin û piþtre hate kuþtin. 9 sal piþtî bûyerê, kurê wî Alpaslan Oznarci di 26'ê gulana sala 2003'yan de bi hinceta ku kiryarên bûyerê bûne, li Ahmet Çelîk û xizmên wî yên cerdevan ên bi navê Enver Çelîk, Zulkuf Polat, Bahattîn Koçak, Abdullah Koçak, Nusrettîn Buyukdag û Þahîn Koçak gilî kir. Di encama darizandinê de Ahmet Çelîk, Bahattîn Kocak, Enver Çelîk û Zulkuf Polat, 16 sal û 8 meh cezayê girtinê xwarin. Çelîk, ji zagona hejmar 4616 a wek 'Efûya Rahþan' tê zanîn sûd girt û ji vî cezayî jî xelas bû.
Biraziyek Çelîk, di sala 2007'an de li gundê Qickê Jêr tecawizî keçek 7 salî kir. Piþtî vê bûyerê, di navbera gundiyan û cerdevanan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 4 cerdevanên ku xizmên Çelîk jî di nav wan da bûn, hatin kuþtin. Piþtî bûyerê, Çelîk dîsa ji peywirê nehat girtin.
çavkanî:azadiyawelat.com
|
|
 |
Dîrok: 10.04.2008 Saet: 21:06 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|