::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 806
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 18
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Zebûr û Încîl li kurdî hatin wergerandin

    SALIHÊ KEVIRBIRÎ STENBOL – ‘Pirtûka Pîroz Zebûr û Încîl’ bi çapeke nû û kurdiyeke rewan û herikbar li Stenbolê careke din hate weþandin. Pirtûka ku ji hêla Ayhanê Bêrtî ve, li zimanê kurdî hatiye wergerandin,

    ji hêla Weþanxaneya Do’yê ve hatiye weþandin. Pirtûka dabaþa mijarê bi van hevokên rûhanî destpê dike: “Mirov tenê bi nên najî; lê bi her gotina ku ji devê Yahowa derdikeve dijî. (Meta 4:4)” “Tam bikin û bibînin Yahowa çiqas qenc e! Xwezî bi wî kesê ku xwe spartiye wî! (Zebûr 34:8) Wergêr, di amadekariya pirtûkê de serî li wergerên kevin ên zimanê germanî daye û bi gelek wergerên zimanên din re jî daye rûberkirin. Navê wergerên zimanê germanî yên ku Ayhanê Bêrtî ji bo wergerê wekî çavkanî bi kar aniye, di pêveka pirtûkê de di nava tebelayan de hatine dayîn. Ji bilî vê wergerê, gelek nivîs û wergerên Bêrtî ku di TV, radyo û rojnameyan de hatine weþandin hene. Her wiha wergêr, “Ansîklopediya Pirtûka Pîroz” û pirtûka bi navê “Di Pirtûka Pîroz de Împaratoriya Med” ji bo weþanê amade dike. Ayhanê Bêrtî bi ramaneke giþtî li ser wergera Pirtûka Pîroz û girîngiya xebateke wisa ji bo wî bi van hevokan rave dike : « Pirtûka Pîroz cara pêþî bi zimanê îbranî, aramî û grekî hatiye nivîsîn. Wekî tê zanîn di cîhanê de pirtûka herî kevin e. Heta niha yan bi tevahî yan jî hin nivîsarên wê kêm-zêde li 2.300 zimanan hatiye wergerandin û bi mîlyaran hatiye çapkirin. Lewre ji bo min wergerandina Pirtûka Pîroz a li zimanê kurdî, kar û þerefeke pir mezin e. Di wergera Pirtûka Pîroz de divê hem bêje bi heman wateyê bên wergerandin û hem jî heta ku derfet hebe hevok li gorî zimanê bingehîn (resen) bi heman þiklî bêne çêkirin. Lewma bi taybetî jî di pêvejoya wergera Pirtûka Pîroz de heta niha gelek dijwarî û çetinahî derketin pêþberî min. Astengiya herî sereke di zimanê kurdî de tunebûna pirtûkeke ku mirov ji bo wergerê alîkariyê jê bistîne bû. Herçi sernavên nivîsarên pirtûkê ne, bêyî ku em destkarî lê bikin, ev in: “Zebûr, Meta, Marqos, Lûqa, Yûhenna, Xweda, Ýsa Mesih, Hin pêxemberiyên derbarê Îsa Mesih de, Hin wergerên incilê yên ku navê Xweda yê taybet û bêhempa Yehowa tê de hatine nivîsandin, Di zimanê germanî de hin wergerên Pirtûka Piroz ên ku navê Xweda tê de hatine nivisandin, Di hin zimanan de wergerên Pirtûka Pîroz ên ku bi nav û deng in navê Xweda tê de hatine nivîsandin, di Încilê de pere, pîvan û wezin. Pirtûk bi du nexþeyan; ku yek ji wan nexþeya “Deverên ku Îsa Mesîh lê geriyaye” û ya din jî, nexþeya bi navê “Gerên Pavlos” hatiye temamkirin. Wergerê pirtûkê Ayhanê Bêrtî di sala 1974-an de li navçeya Dep-ê ku jê re “Qereqoçana Dêrsimê” jî tê gotin hayiye dinyayê. Wekî ji nav jî diyar dibe ji eþîra Bêrtiyan, ji Eþîra Melemeran, neviyê Mehmûdê Qeyê ye. Ayhanê Bêrtî sê salan piþtî dibistana amadeyî derketiye Ewropayê û ji sala 1993-yan ve li Berlîna Almanyayê jiyana xwe berdewam dike. çavkanî:azadiyawelat.com
    Dîrok: 23.03.2008 Saet: 18:10 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Çand û Hûner:
    Shakira tê Stenbolê


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Bikarhênerê ne endam nikare þîrove bike, vir bitikîne û bibe endam

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.