Ji (Pîremêrd) Sirûda Newroz |
|
Sirûdî Newroz - Pîremêrd
Pîremêrd nawî Tofîq kurî Mehmud axa kurî Hemze axay Mesref e. le salî 1867 le gerekî Goyjey þarî Silêmanî le dayik buwe.
Pîremêrd le salî 1899 le tek Þêx Seîdî Hefîd û Þêx Mistefa da çûnete hec, we le duway geranewey îtir be hacî Tofîq nawbangî derkirdûwe.
Le þî'îre here benaw bangekanî Pîremîrd (Newrozî salî biruxê) ye, ke le Adarî 1948 da utuwiyetî.
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cejnêkî konî Kurde, be xoþî û behatewe
Çend sal gulî hîway ême pê pest bûtaku par
Her xwênî lawekan bû gulî alînew behar
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd
Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird
Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be eþq eçûn be berew pîrî mergewe
Wa rojhelat, le bendenî berzî wilatewe
Xwênî þehîde rengî þefeq þewq edatewe
Ta êsta ruwî nedawe le terîxî mîlleta
Qelxanî gul le, singî keçan bê, le helmeta
Pêyî nawê bo þehîdî weten þîwen û girîn
Namirin, ewane wa le dilî mîlleta ejîn
Pîremêrd
çavkanî:Hemdem.com
|
|
 |
Dîrok: 23.03.2008 Saet: 17:51 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|