Li Zanîngeha Bogazîçiyê bernameya çalakîyên Newrozê |
|
Klûba Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçiyê wekî her sal, îsal jî di çarçoveya Newrozê de hin çalakiyan li dar dixe. Dê çalakiyên îsal 19'ê Adarê dest pê bikin û heta 27’ê mehê bidomin.
Îsal wekî çalakî, pêþkêþkirina 8 fîlman, 2 panel û konserek cih digirin. Hemû çalakiyên klûbê bi destûra lijneya zanîngehê pêk tên û bê pere ne. Çalakî ji hemû kesan re vekirîne. Kesên dixwazin beþdarê çalakiyan bibin, dikarin rehetî biçin û bikevin hundirê kampûsa zanîngehê. Di nav fîlman de çend fîlmên Behmen Qubadî, 'Yol'a Yilmaz Guney û her wiha 'Ax'a Kazim Oz jî cih digirin. Dê piþtî pêþkêþkirina 'Ax'ê bi Oz re gotûbêjeke jî li dar bikeve.
Di panela duyem de jî dê Delal Aydin bawernameya xwe ya doxtorayê ya ku li ser Newrozê ye pêþkêþ bike.
Wekî din, xwendekarên klûba folklorê ya zanîngehê bi konserekê piþtgirî dide çalakiyên klûba edebiyatê. Di konserê de stranên wekî “Diyarbekir mala min e” bên stirîn.
Bernameya çalakiyan:
19 Adar 2008, 15:00-17:00 panel: 'Edebiyat û Modernite', Panelvan: Suna Ertuðrul û Kawa Nemir, Salona Demir Demirgil, Kampûsa Baþur
20 Adar 2008, 18:00-20:00 konser, Klûba Folklorê ya Zanîngeha Bogazîciyê, Salona Demir Demirgil, Kampûsa Baþur
21 Adar 2008, 13:00-15:00 'Wekî Projeyeke Hegemonik: Newroz - Delal Aydýn, Salona Özger Arnas, Kampûsa Baþur
Hefteya Fîlman li gel MAFM “Nar Çiçekleri”
21 Adar 2008, 18:00: "Ax" û bi Kazým Oz re soxbet
24 Adar 2008 16:00: "Dema Hespên Serxweþ " û 18:00: "Kosî jî Difirin– Behmen Qubadî "
25 Adar 2008, 16:00: "Yol – Yilmaz Guney"
26 Adar 2008, 16:00: "Politiki Kuzina" û 18:00: "Rengê Hinarê "
27 Adar 2008 18:00 "Hêlîna Hechecîkan " belgesel 16:00: "Niva Mang an Goranîkanî Welatê Dayikim – Behmen Qubadî "
çavkanî:www.diyarname.com
wêne:http://amedcj.blogspot.com hatîye girtin
|
|
 |
Dîrok: 18.03.2008 Saet: 20:59 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|