Kamû-Senê Misûl û Kerkûk xist nav Tirkiyeyê |
|
Sendîkaya Kamu ya Tirkiyeyê (Kamu-Sen) nexþeyeke weþand û têde Misûl, Kerkûk û Hewlêr bi Tirkiyeyê ve girê da.
Li Tirkiyeyê gelek sendîka hene. Yek ji van jî Kamu-Sen e ku bi neteweperestiya xwe li pêþ e. Niha Kamu-Senê nexþeyeke "Mîsakî-mîlî" weþand. Di bin nexþeyê de wisa got: "Emê qet dev ji doza xwe ya Mîsakî Mîlî bernedin." Tiþtê balkêþ ê di vê nefxweþeyê de bajarên wekî Misûl, Kerkûk û Hewlêr, dîsa li Trakyayê bajarên wekî Selanîk, Kircali û Varna, li aliyê Kafkasyayê jî bajarên wekî Batum û Nehciwan di nav nexþeyê de wekî bajarên xwe nîþan dane. Her wiha bajarê Helebê jî wekî bajarê xwe di nav nexþeya xwe de nîþan dane.
Kamu-Senê di meha borî de li gelek bajarên wekî Enqede, Stenbol, Eskîþehîr, Kocaeli û Balikesîrê ev nexþe belav kir, vê mehê jî þand þaxên xwe yên li bajarên kurdan ên Tirkiyeyê.
Rayedarên Kamu-Senê hebûna ev nexþeya 'Mîsakî mîlî' qebûl kirin û dan zanîn ku armanca wan ew e ku gel agahdar bikin.
Çavkanî : Diyarname.com ANF
|
|
 |
Dîrok: 16.03.2008 Saet: 12:24 Nivîs ji: oxiro
|
|
 |
|
| |
|