::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 806
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 19
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Li Amedê krîza Qada Newrozê

    Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ku wekî pîrozbahiya herî mezin a girseyî ya Rojhilata Navîn tê zanîn û bi sed hezaran kes tevlê dibin, ji bo ku pîrozbahî li Qada Newrozê ya li Baglarê bi taybetî hatiye çêkirin...

    bê lidarxistin, serî li walîtiyê da, lê serlêdan nehat qebûlkirin.

    Li ser vê yekê ji bo ku 'krîza qada pîrozbahiyê' ji holê bê rakirin, ketin dewreyê. Li aliyê din DTP'ê diyar kir ku heke destûr neyê dayîn, ew ê pîrozbahiya navendî pêk neynin. Ev biryara DTP'ê wekî "Dibe ku li Amedê wekî salên 1990'an li dehan cihan pîrozbahî bên lidarxistin" hate þîrovekirin. Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ku wekî pîrozbahiya herî mez a girseyî ya Rojhilata Navîn tê zanîn û ji sala 2000'î û vir ve her sal di navbera 500 hezar û milyonekî de mirov tevlê dibin, ji bo ku pîrozbahî li Qada Newrozê ya li rex Kooperatîfa Zumrut û piþt Goristana Yenîkoyê bi taybetî hatiye çêkirin bê lidarxistin, serî li Walîtiya Amedê da. Lê walîtiyê bi hinceta "Li gorî biryara beriya niha hatiye girtin, pîrozbahiyên Newrozê ancax li qada Fuarê dikarin bên lidarxistin. Qada Newrozê diyar e. Qada Fuarê ye" serlêdan red kir û bû sedema krîzê. Li ser vê yekê heyeteke ku ji Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Serokê DTP'a Amedê Necdet Atalay pêk tê, bi Walî Huseyîn A.Mutlu re hevdîtin pêk anî. Lê Mutlu di hevdîtinê de heman hincet dubare kirin û bi erênî nêzîk nebû. DTP'ê jî diyar kir ku li qada Fuarê înþaat hatine çêkirin, lewre jî ne mumkun e ku pîrozbahî li wir bêne lidarxistin, gel zehmetiyan dikiþîne û biryara xwe ji bo ku pîrozbahî li qada nû bê lidarxistin dîsa ragihand walîtiyê. 'Helwesta walîtiyê nêzîkahiyek siyasî ye' Ji bo ku krîz xilas bibe, Serokê GUNSÎAD'ê Þah Îsmaîl Bedîrhanoglu, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê MUSÎAD'ê Ahmet Ocal û Serokê DÎSÎAD'ê Raîf Turk, bi Wezareta Karên Hundir û parlamenterên AKP'ê yên herêmê re ketin têkiliyê, lê heta niha ji bo qada nû ya Newrozê tu pêþveçûn çênebûne. DTP'ê ragihand ku walîtî ji bo ku pîrozbahiyan asteng bike nêzîkahiyeke siyasî nîþan daye û heke di zûtirîn demê de pirsgirêk neyê çareserkirin û wê wekî salên 90'î Newroz li bajêr li dehan cihên cuda bê pîrozkirin. ‘Me daxwaza guhertina qada Newrozê kiriye’ AMED - Serokê Odeya Pîþesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya got ku wan piþtî Newroza sala 2007’an ji Þaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr xwestiye ku qada Newrozê bê guhertin, heman nêrîna xwe di vê pêvajoyê de bi Walî re jî parve kirine. Serokê Odeya Pîþesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya der barê krîza ‘qada Newrozê’ de got; ‘ez hêvîdikim ku ev mijar bêyî bibe sedema krîzekê dê bê çareserkirin’ û wiha got: “Ez hêvîdar im ku gelê me Newrozê dê di nav þert û mercên aramî de pîroz bike.” Kaya li ser krîza ‘qada Newrozê’ diyar kir ku wan bi walî re hevdîtin çêkiriye û xwestine ku mijar bêyî bibe krîz bê çareserkirin û wiha pêde çû: “Qada fuarê milkê odeya me ye. Ji bo ku em tadîladê tê de bikin em destûrê ji kesê nagirin. ∫i berdewamî em li qada fuarê înþeatên nû çêdikin. Beriya niha me gotibû heke derfet hebe ku li dereke din qada Newrozê bê çêkirin bila ev der neyê bikaranîn. Par (2007) piþtî Newrozê me ev daxwaza xwe bi Þaredarê Bajarê Mezin re parve kir. Bi erênî nêzî bû. Piþtre me bihîst ku hewldaneke ji bo qadeke nû ya Newrozê heye me dest bi înþeatên nû kir. Di vê pêvajoyê me nêrîna xwe bi Walî re jî parvekiriye. Berî ku ev Walî bê Amedê me daxwaza xwe ya ji bo guhartina cihê pîrozbahiyên Newrozê anibû ziman.”

    Çavkanî : Azadiya Welat HÎKMET ERDEN / DÎHA
    Dîrok: 16.03.2008 Saet: 12:17 Nivîs ji: oxiro
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Ji WelaT:
    Xweþikbûna Gola Wanê xira nekin!


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Bikarhênerê ne endam nikare þîrove bike, vir bitikîne û bibe endam

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.