Xwendekarên zanîngeha Dîcle'yê Helepçe bibîranîn |
|
Xwendekarên Komeleya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo bibîranîna Komkujiya Helepçeyê çalakiyek li dar xist.
Xwendekarên Komeleya Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER), ji bo bibîranîna Komkujiya Helepçeyê ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hatibû, li Fakûlteya Perwerdehiyê ya Ziya Gokalpê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de ji bo 5 hezar qurbaniyên Helepçeyê ku ji aliyê rejîma baasê ve bi kîmyebaranê hatibûn qetilkirin, deqeyek rêz hate girtin. Piþtre xwendekaran sînevîzyoneke ku ji wêneyên (foto) qurbaniyan pêk tê, pêþkêþ kir. Di dema pêþkêþkirina sînevîzyonê de strana Þivan Perwer a bi navê “Helepçe” jî hate guhdarîkirin. Di vê demê de bal kiþand ku gelek xwendekar hestiyar û dilzîz bûn.
Di dawiya sînevîzyonê hevokeke wiha dinivîsand: “Dêrsim, Agirî, Enfal, Þemzînan, Koþuyolû û Þengal… Hûn nikarin me xilas bikin.” Ev gotin ji aliyê xwendekaran ve bi pîpiklêdanê hate pêþwazîkirin.
Piþtî sînevîzyonê 300 xwendekarên ku beþdarî çalakiyê bûn, tilîlî kiþandin û li çepikan xistin. Xwendekaran dirûþma “Þehîd namirin” berz kir û dawî li çalakiya xwe anî.
çavkanî:Hemdem.com
|
|
 |
Dîrok: 14.03.2008 Saet: 18:03 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|