|
MOSKOW - Hirça cemserê ku li Bexçeyê Heywanan a Moskowê dimîne du kudîl anîn dinyayê.
Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemeniya Bexçeyê Heywanan a Moskowê li þikefta hirça cemserê par di meha mijdarê de dengê du kudîlan hat.
Hirça cemserê kudîlên xwe di demsala zivistanê de hem ji
personelên bexçeya heywanan û hem jî ji kesên bexçeyê heywanan ziyaret dikin dûr girt, lê piþtî ku germahiya hewayê 5 derece zêde bû kudîl cara yekem derketin derveyî þikeftê. Di rojeke ku kesek ne li hêvî bû kudîl derketin derveyî þikeftê û baþ xuya dikirin û kêfa wan li cih bû. Kudîl bi tevahî li gorî hirça cemserê tevdigeriyan. Kudîl her tim bi hirça cemserê re dilîstin û piraniya rojê bi razanê derbas dikin.
Rêveberiya Bexçeyê Heywanan a Moskowê, destnîþan kirin ku kudîlên hirça cemserê berî bibin yek salî dikarin bibexþînin bexçeyê heywanan ê welatekî din.
çavkanî:www.azadiyawelat.com
|
|
 |
Dîrok: 14.03.2008 Saet: 17:57 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|