Serhildana jinên Kurd 8'ê Adar'ê |
|
Jinên kurd îro li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser piyan bûn. Jinan li nêzî 20 navendan çalakî û mîtîngên mezin li dar xistin û doza azadiyê kir. Daxwaza azadiya Ocalan mohra xwe li çalakiyan da... BAJAR BI BAJAR ÇALAKIYÊN JINAN
'Heke îro jinên kurd bi îradeyek bihêz hatibin cem hev, divê keda tevgera azadiyê û reberê wê neyê jibîrkirin'
Parlamentera DTP'ê ya Amedê Gultan Kiþanak ku di mitînga 8'ê Adarê ya Amedê de axivî, diyar kir ku navnîþana çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Ji bo çareseriya demokratîk a pirgsirêka kurd, divê þertên tendûristiya Birêz Abdullah Ocalan bêne sererastkirin. Em dixwazin ku Îmrali bê girtin û Ocalan bigihîje azadiya xwe." Parlamentera berê ya DEP'ê Leyla Zana jî, wiha axivî: "Îro li vê meydanê þoreþek pêk tê. Tu þitil bê kok nîn in. Divê mirov koka xwe jibîr nekin. Heke îro jina kurd bi îrade, mejî û yekîtiyek bi hêz hatibin cem hev, divê keda tevgera azadiyê û rêberê wê neyê jibîrkirin."
Jinên li Geverê: Muhatap Ocalan e
Endama MYK'a DTP'ê Selma Irmak ku di mitînga 8'ê Adarê ya li Geverê da axivî bi gotina, "Em ji aþtiyê re amade ne. Heta aþtî bê em dê ji operasyonan re bêjin êdî bes e. Birêz Ocalan ji sala 1999'an heta niha aþtiyê dixwaze. Muhatap Ocalan e" balkiþand ser çareseriya pirsgirêka kurd.
Li Ewênayê þahiya 8'ê Adarê
Li Bajaroka Ewêna ya Navçeya Qosera Mêrdînê jinên li malan geriyan, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li jinan pîroz kir.
Jinên Wanî li dijî þîdet û bênasnamekirinê got 'Êdî Bes e'
Li Wanê di mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi hezaran jinan bi cilên xwe yên netewî dîmenên rengîn pêkanîn. Parlamentera DTP'ê ya Wanê Fatma Kurtulan di mitîngê de axivî û got: "Li dijî þer, þîdet, bênasnamekirin, metîngerî û komkujiya jinan êdî bes e. Birêz walî hinekê bi wijdan be. Ev qîrîna jinan e. Ma em îro nebêjin 'na' dê kengî bêjin. Di rojek wiha de qedexekirina gotina 'Êdî Bes e' þermek mezin e."
Li Silopiyê jin rabûn ser piyan
Li Navçeya Silopiya Þirnexê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi beþdariya 10 hezaran jinî hate pîrozkirin. Jinên kincên neteweyî li xwe kirîn qada mitîngê vegerandin keskesorekê. Jinan di mitîngê de bi slogana, "Qatîl Erdogan" polîtîkayên AKP'ê þermezar kirin.
Li Mêrsînê mitînga 8'ê Adarê li dar xist
Jinên endamên sendîkayên girêdayî KESK'ê, EMEP, ODP û CHP'ê, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi mitîngekê pîroz kir.
Li Amedê jinan azadiya Ocalan xwest
Zêdeyî 20 hezar jin di mitînga ji hêla DOKH'ê ve bi boneya 8'ê Adarê hate li darxistin, bû. Jinan di mitîngê bi sloganên avêtîn ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin.
Hevseroka DTP'ê Ayna: Makezagona nû ji bo Tirkiyeyê þansê dawî ye
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi beþdariya hezaran jinan hate pîrozkirin. Hevseroka DTP'ê û Parlamentera Mêrdînê Emîne Ayna ku di pîrozbahiyê de axivî, diyar kir ku ew Makezagonek ku kurd di navde nîn in, qebûl nakin û wiha got: "Divê êdî ev bê qebûlkirin. Ev makezagon ji bo Komara Tirkiyeyê þansê dawî ye. Vê yekê binirxînin. Heke kurd di vê makezagonê de xwe nebînin, dê rûnin û bifikirin. 2 hesasiyetên kurdan ên wekî Îmrali û gerîlayên PKK'ê hene."
8'ê Adarê li Êlihê bi beþdariya hezaran jinan hate pîrozkirin
Li Êlihê bi hezaran jin beþdarî pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûn. Jinên kincên neteweyî li xwe kirîn, bi dowîz û pankartan pirsgirêkên jinan anîn ziman. Di çalakiyê de bi sloganên, "Bijî Serok Apo", "Qatîl Erdogan" polîtîkaya AKP'ê ya îmhakirina kurdan hate þermezarkirin. Parlementera DTP'ê Ayla Akat Ata di þahiyê de bi gotina, "Ku îro ji vir ji Bîrêz Ocalan re silva tên þandin ev ji ber pêþniyarên wî yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd e" xwest ku nêrînên Ocalan li ber çavan bên girtin.
Li Mêrsînê jinan azadî xwest
Di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku li Mêrsînê û Navçeya Tarsûsê pêk hatin de, ji jinan re azadî hate xwetin. Her wiha hate diyarkirin ku di pevçûnên 30 salan de hezî zêde jinan zirar dîtiye û hate xwestin tecrîda liser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û pirsgirêka kurd bi rêbazên demokarîk bê çareserkirin.
Jinên semsûrê ji bo azadiyê meþiyan
Di çarçoveya pîrozbahiya 8'ê Adarê de jinên semsûrî meþ li dar xistin û bi daxuyaniyekê daxwazên xwe anîn ziman.
Li Serhedê bi dehezaran jinan bi kincên neteweyî 8'ê Adarê pîroz kir
8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Navçeya Melazgira Mûþê bi beþdariya 10 hezar jinan bi meþekê hate pîroz kirin. Di meþa slogana, "Qatîl Erdogan" hate avêtin de, jinan çelengek reþ danî ber avahiya AKP'ê ya Navçeyê.
Di pîrozbahiya li Dîlokê de çareseriya pirsgirêka kurd hate xwestin
Jinên li Dîlokê 8'ê Adarê pîroz kir, xwestin ku pirsgirêka kurd bi awayekî adîlane û demokratîk bê çareserkirin. Li Hatayê jî, koma ji endamên HOC, Partîzan, Alinterî, DGH û HKM pêk tê û Platforma Jinan a Hatayê li Qada Ulus pîrozbahî li dar xist.
Li Dêrsimê di roja jinan de hêrsa li dijî AKP'ê
Jinên li Dêrsimê 8'ê Adarê cuda cuda pîroz kirin, di çalakiyên xwe de polîtîkayên AKP'ê þermezar kirin.
Li Îzmîrê jinan jinûve dest bi meþê kir
Li Îzmîrê jinên ku meþa wan a ber bi Meydana Cumhuriyetê ya Bornovayê ve bi hinceta dirûþma "Jin jiyan azadî" berz kiriye hate astengkirin, jinûve ber bi qada mitîngê ve dest bi meþê kir.
Di mitîngên li Wan û Geverê de bi hezaran jin hatin cem hev
Mitîngên li Wan û Navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ve tên organîzekirin, bi beþdariya hezaran jinan ku dîmemên rengîn pêk anîn destpê kirin.Çavkanî Azadîya.welat.com
|
|
 |
Dîrok: 08.03.2008 Saet: 19:22 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|