::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 811
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 14
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Antolojiya Helbestvanên Kurd derket

    YEKO ARDIL / DÎHA BERLÎN - Antolojiya helbestvanan ya ku ji aliyê Nivîskar û Zimanzan A. Balî ve hatiye amadekirin û ji 4 cîldan pêk tê, cih dide 300 hebastvanên kurd ên sedsala dawî.

    Di antolojiyê de helbestvanên wekî Cegerxwîn, Kawa Nemir, Enwer Mayî, Muhsîn Qochan û ji helbestvanên jin jî Axîn Welat, Selwa Gulî û Fatma Savci cih digirin.
    Pirtûkxaneya kurdî bi xebatên ku ji aliyê Nivîskar û Zimanzan A. Balî ve tên meþandin, gihîþt berhemeke din a berfireh û dewlemend. A. Balî, helbestvanên sedsala dawî (sedsala 20'emîn) yên kurd bi Antolojiya Helbestvanên Kurd a ji 4 cîldan pêk tê nemir dike. Di antolojiyê de kurtejiyana helbestvanan û ji her nivîskarekê/î 4 helbest cih digirin.
    Her wiha helbestên ku di antolojiyê de cih digirin ji 4 zaravayên kurdî (kurmancî, zazakî, soranî û hewremanî) pêk tên. A. Balî, ji bo amadekariya antolojiyê ji sala 1980'yan û vir ve xebatên berhevkirina helbestvanên kurdî dimeþîne. Balî, berî niha jî 2 xebatên xwe yên antolojiyê çap kiribûn, lê ev xebata wî ya dawî bi sedsala 21'emîn ve tê sînorkirin. Antolojiya Helbestvanên kurdî carekê li welat û carekê jî li Almanyayê, du caran hatiye çapkirin.
    'Hêj gelek helbestvan hene' Di antolojiyê de nêzî 300 helbestvanên kurd cih digirin. Lê dîsa jî A. Balî, di pêþgotina antolojiyê de ji ber ku negihîþtiye tevahiya helbestvanên kurd xemgîniya xwe ya bilêv dike û wiha dibêje: "Li gorî sernavê helbestvanan, rêza navên wan di antolojiyê de hatiye dayîn. Radekirin, rêzkirin û rûmetkirina wan êdî gelê me tayîn dike.
    Lê ez dizanim ku hêj bi sedan helbestvanên kurd ên di nav me de dijîn hene, mixabin navên wan di nav antolojiyê de cih negirtine. Ji welat dûr ez negihîþtim gelek kesan. kesên pêwendîdar di vî derbarî de dikarin min ji bo çapeke din agahdar bikin da ku em cih bidin yên din jî.” çavkani:azadiyawelat.com
    Dîrok: 05.03.2008 Saet: 18:21 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Çand û Hûner:
    Shakira tê Stenbolê


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.