Xwendekarên kurd û tirk hatin cem hev |
|
AMED - 110 xwendekarên ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê bi slogana ‘Li wir birayekî min heye’ ve hatin Amedê, li ber avahiya Rêxistina DTP’a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Çol, diyar kir ku ji Bogazîçiyê heta ODTU’yê, ji Egeyê heta Çukurovayê, ji Uludagê heta 18 Martê, ji Abant Îzzet Baysal heta Muglayê ji 20’î zêdetir zanîngehan, ji
Endama Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst Gokþen Çol li ser navê komê daxuyanî xwend. Çol, bi gotinên wekî “Merheba ciwanên leheng ên welatê bêsînor” dest bi axaftina xwe kir.
bo ku dest bidin rastiya miletekî ku ji bo azadiya xwe têdikoþe, hatine. Çol, wiha dom kir: “Ji ber ku em dizanin gelê kurd di binê pêkutiyê de be, hemû gelên bindest ên li ser van axan dîl in. Di navbera gelên kurd û tirk de biratî þert e.”
Nikarin gel bixapînin
Çol, sedema hatina wan a Amedê jî bi van gotinan aþkera kir: “Gelê kurd bi salan, zarokên xwe þandine çiyayan, aliyê din ê sînoran. Bajaran bi agirê têkoþîna azadiyê pîrozbahî kiriye. Piþtre wê rabin, yên ku ev bi dehan sal in dibêjin ‘kurd tune ne’, bêjin ‘yên li çiya cuda ne, kurd cuda ne’. Baþ e em dipirsin, kî ji van gotinan bawer dike? Derewkarê herî mezin ê van jî, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e. Wê Erdogan nikaribe gelê kurd bixapîne. Em ji bo ku deng bidin qîrînên têkoþîna demokratîk a gelê kurd daniye holê, hatin vê derê. Em îro wek ciwanên zanîngehê ku dengê aþtî û biratiyê ji rojavayê bilind dike, li ser navê komeke biçûk hatin vê derê. Em ji bo paqijkirina þerma ji paþerojê bûye mîrate, li Amede ne.”
Daxwazên demokratîk têne terorîzekirin
Piþtî axaftina Çol, Serokê Rêxistina DTP’ê ya Amedê Necdet Atalay, axaftinek kir. Atalay, wiha got: “Rêhevalno, ciwanên dilovan, hûn bi ser çav û serê me re hatin. Hûn bi xêr hatin. Pêþwazîkirina we, ji bo me rûmetek e. Hûn hemû jî baþ dizanin ku desthilatî ji bo xwe bidomînin, hewl didin nakokiyan derxin û gelan bikin qurbanê xwe. Di dîroka komarê de xwestin ku daxwazên kurdan ên demokratîk terorîze bikin. Tenê kurd nikarin pêþî li vê siyaseta qirêj bigirin. Divê gelên din jî piþtgiriyê bidin.”
Ciwan nehîþtin zanîngehê
Ciwanên li ber avahiya DTP’ê li wesayîtê sûwar bûn bi armanca pêkanîna forumê çûn Zanîngeha Dîcleyê. Lê ciwan li daketina zanîngehê ji hêla polîsên hêzên çewîk ve hatin rawestandin. Li vir di navbera xwendekar û Sekreterê Giþtî yê Zanîngeha Dîcleyê Azîz Bultan de gengaþiyek kin çê bû. Ligel ku xwendekaran anî ziman ji bo propagandaya siyasî nehatine û dixwazin forumekê li dar bixin jî, destûr nehat dayîn ku bikevin zanîngehê. Li ser vê yekê xwendekaran bi armanca bi Rektoriyê re hevdîtinê pêk bîne heyetek ava kir. Xwendekarên çûyî rektoriyê, kesek nedîtin pê re biaxivin. Her wiha destûr nehat dayîn ku xwendekarên ji bo pêþwaziyê li ber Fakûlteya Wêjeyê berhevbûyî bi xwendekarên din re bên cem hev. Ji ber gengeþiya derketî polîsan xwest xwendekarekê hildin binçavan û ev yek bû sedema nerazîbûna koma xwendekaran.
Xwendekarên li ser biryara walîtiyê nekarî bikevin zanîngehê cardin vegeriyan DTP’ê. Xwendekarên li vir forum li dar xistin.
Çavkanî:www.azadiyawelat.com
|
|
 |
Dîrok: 02.03.2008 Saet: 22:04 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|