Hejmara 19'an a kovara W derket |
|
Bi kêfa biharê Bi Coþa Cejna Vejînê Bi germahiya agirê Newrozê em dîsa dibêjin merheba!
Kovara W Hejmara 19'anXwendevanên hêja;
Me xwest ku em bi vê hejmarê rengîniya biharê û coþa Newrozê bi nivîsên nivîskarên kurd
bigihînin ber destê we û bi wateya roja nû di kovara xwe de jî nûbûneke biharî çêbikin. Pêþiyê hejmara rûpelan zêde bikin û rengê pênûsa nivîskarên nû li ser rûpelan pêþkêþî we xwendevanên hêja bikin.
Di vê hejmarê de gelek nivîs ji xwendevanên me hatin. Kovar dibe hêza teþwîqkirina nivîsînê, ev yek ji bo me kêfxweþiyek e. Ev, hêzê dide me ku em kovara W(e) hîn bi coþtir û xurttir pêþkêþî we bikin.
Xwendevanên hêja;
Em bi vê kêfxweþiyê dixwazin cejna jiyana nû Newrozê li we pîroz bikin û bibêjin roja 8’ê Adarê li tevahiya jinên kedkar û têkoþerên azadiyê pîroz be.
Bêguman em 16’ê Adarê jî jibîr nakin... Wê roja reþ, roja ku ewrên reþ û tarî bi ser jin û mêr, zarok û pîr û kalên Helepçeyê de mirin barandin... Wê rojê dilê gelê kurd tevî êþiya, xwîn rijiya ji kezeba me tevan... Îro hêviya me ew e ku ew rojên Helepçeyî careke din li me venegerin... û 16’ê Adarê ji roja reþ derkeve bibe roja mizgîniya azadî û serxwebûnê...
Xwendevanên delal,
Me hewl da ku em bi vê hejmarê hindik be jî pêdiviya her xwendevanê/î bibersivînin. Me di vê hejmarê de rûpelên kovarê wekî gul û kulîlkên biharê ji berhemên wêje û hunerê dagirt û xemiland. Me di serî de bi dosyeya li ser mijara; “Di Çand û Wêjeya Kurdî de Newroz” ê rûpelên kovarê dagirt. Me bi vê mijarê xwest ku hindiktirîn be jî lîteratora wêjeyî, çandî û hunerî ya Newrozê em çêbikin. Niviskar û helbestvanên hêja yên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Pîremêrd, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Eskerê Boyîk, Jan Dost, Seyîd Feysel Moctevî, Ronî War, Rizoyê Xerzî û hyd. bi helbest û pexþanên xwe cih girtin.
Ji bilî dosyeyê hevpeyvîna bi Mîrê Bilûrê Egîtê Cimo re ji aliyê Serwet Denîz ve hate kirin. Aram Gernas bi nivisa xwe ya li ser çanda rexne û rexnegiriyê balê dikiþîne ser rêbaza rexnegiriyê. Adar Jiyan jî bi dumahiya rêzenivisa li ser wêjeyê Bizavên Wêjeyê rave kiriye. Cîhan Roj bi helbesta xwe ya hêja, Sîpan Xizan bi helbesta þêweyê klasîk “Ala Serhildan” û niviskarên me yên din; Selaheddîn Çam, Ehmed Osman, Selmet Guler, Amed Çeko Jiyan, Dîlan Aydin, Omer Dilsoz, Recep Dildar, Welat Dilken, Þêrko, Azad Ronak-bar, Bakî Boga, Evîndar Stêrk, Aydýn Orak, Mêrxas Ronî, Nora Ez, Þivan Ar, Abdullah Oral, Reyhan Sarhan, Nesrîn Navdar, Hogir Berbir, Koçer, Behlûl Zelal û Hilmî Akyol bi helbest, pexþan û berhevkirinên xwe rûpelên kovarê xemilandine.
Di vê hejmarê de hin niviskarên me bi du berhemên xwe cih girtine. Ji ber ku dosye û nivisên derveyê dosyeyê ji hev cuda ne me guncaw dît ku em wan biweþînin.
Heta hejmara 20’an her bimînin di xweþiya wêjeya kurdî de...
çavkanî:www.kovaraw.com
|
|
 |
Dîrok: 01.03.2008 Saet: 20:42 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|