::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 811
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 14
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Kuþtina 'Ugur Kaymaz' dikeve ser perdeya spî

    STENBOL / ANF - Derhêner Omer Umur ku bi fîlmê xwe yê ‘Vegera Malê’ tiþtên ku di 12’ê Îlonê de hatine jiyîn raxist berçavan, niha plan dike ku fîlmekî li ser Ugur Kaymaz ku bi bavê xwe re li Mêrdînê hate qetilkirin bikiþîne.

    Derhêner Omer Ugur ku heta niha derhêneriya gelek rêzefîlman kiriye û bi fîlmên “Hemþo” û “Vegera Malê” (Eve Donuþ) ji aliyê temaþevanan rexneyên erênî wergirt, lê rastî nerazîbûnên derdorên desthilatdar hat beþdarî civîneke li BEKSAV’ê bû. Derhêner Omer Ugur ji bo fîlmê ‘Di lêpirsînê de’ bikiþîne serî li wezareta çandê dide, wezaret piþtgiriyê dide lê vî fîlmî nekiþîne. Fîlmê ku berê senaryoya wî nivîsî ye “Vegera Malê” dikiþîne. Derhêner Omer Ugur bilêvkir ku bi “Vegera Malê” projeyeke 10 salan e. Senaryoya fîlmî piþtî Xelata Yunus Nadî di Mîhrîcana Fîlmên Montpellier hêjayî xelata ‘senaryoya fîlmê herî baþ ê Ewropayê’ hate dîtin. Derhêner Omer Ugur di axaftina xwe de got ku 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê civakeke nû afirandiye, her wiha bûyerên wê demê bondoreke neyînî li ser civatê hiþtiye û wiha got: “Civakek ku tenê xwe xilas bike afirandiye, êdî civak li derdora xwe jî nanihêre. Jiyana mirovan gelekî bi zehmet bû. Hingî difikire ku ez ê çawa xwe xilas bikim, li derdora xwe jî nanihêre.” Senaryoya fîlmê Ugur Kaymaz dinivîse Derhêner Omer Ugur, destnîþan kir ku li Tirkiyeyê kiþandina fîlmî gelekî zehmet e û ji bo xebatên xwe yên nû wiha axivî: “Bûyera Ugur Kaymaz heye. Li Mêrdînê bi bavê xwe re hate qetilkirin. Bûyereke balkêþ e. Dadgeh pêþî çû Trabzonê, piþtre Eskîþehîrê û herî dawî polîsan beraet kirin. Niha belgeyên der barê vê bûyerê de berhev dikim, vê bûyerê dinivîsim. Heke ez riyekê bibînim dê bikiþînim. Lê ji bo nebêjin “fîlmê kurd” ez cuda li bûyerê dinihêrim. Mesele dê û bavê zarok bila bi kurdî bipeyivin, heke bipeyivin dê bi jêrenivîs be çawa be, nerazîbûnên çawa hebin? Ez li rêbazekê ku her kes vê bûyerê fêm bike digerim, heke ez riyekê bibînim, dê bikiþînim. Wekî din jî cihê ku lê mamostetiyê dikim riya yekî tê digihê Madimakê, vê yekê jî dinivîsim. Em binihêrin.” çavkanî:azadiyawelat.com
    Dîrok: 27.02.2008 Saet: 16:00 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Çand û Hûner:
    Shakira tê Stenbolê


    Vebijark

    Mijarên Têkildar

    Çand û Hûner

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.