Bülent Ersoy got:Zarokek min hebûye min ne diþand leþkerîyê |
|
Ji hunermenda navdar ya tirk Bulent Ersoy li hemberî operasyonên artêþa tirk, reaksiyoneke bi watedar. Windahiyên Artêþa Tirk yên li Baþûrê Kurdistanê, mora xwe li bernameya pêþbaziyê ya bi navê Popstar Alatûrka ya Star Tv'ê xist.
Bernameyê, ji ber mirina leþkeran, bi deqeyekî rêz-girtinê dest pê kir û piþtî wê jî hunermend Bulent Ersoy axivî û reaksiyon nîþanê operasyonê da.
Bulent Ersoy wiha got: 'Temam hûn dibêjin Welat parçe nabe û nizanim çi. Lê belê dayikan ev zarok ji bo biþînin þer neanîn dinê'.
Hunermend Bulent Ersoy da zanîn ku, heger zarokekî wê hebûye, wê neþanda leþkeriyê û got: 'Ez bi xwe nikaribim bibim dayik û ezê n nebim jî. Lê belê wekî mirovek dizanim, niha çawa dilê dayikên wan leþkeran çawa diþewite û ez êþa ewladê ya dayikan fêm dikim'.
Ev gotinên Bulent Ersoy ji aliyê kesên di studyo de bûn, bi çepikan hatin destegkirin.
Lê belê hunermendeke din Ebrû Gundeþ bi gotinên þovenîstî reaksiyon nîþanê gotinên Ersoy da û îdîa kir ku, heger kurêkî wê hebe, wê bi kêfxweþiyê biþîne leþkeriyê'.
çavkanî:Azadîyawelat.com
|
|
 |
Dîrok: 25.02.2008 Saet: 20:47 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|