'Welcome Ewropa' li ser penaberan disekine |
|
Belgefîlmê “Welcome Europa” çîroka heþt penaberên kurd, romanyayî û fasî ku dixwazin bigihên Parîs, Amsterdam an jî Madrîdê vedibêje li Fransayê ket vîzyonê
Belgefîlm di 30’ê rêbendanê de ket vîzyonê. Penaberê kurd Mehmet wiha dibêje: “Min ev tiþt fêm kir, ji bo hin kes bijîn divê hin kesên din bimirin” Mehmet, li bajarê Calais a Fransayê asê dimîne, ji bo ji bajêr derkeve hezar riyê diceribîne. Mehmet çi dike nake nagihêje Îngilistanê û her diçe hêviyên wî diþikên.
Derhênerê belgefîlm Bruno Ulmer wiha dibêje: “Beriya kiþandina fîlmî min bawer nedikir ku mirin ew qas nêzîk e. Bêguman behsa mirina xeyalan dikim, dema sînor li paþ dimînin Ewropa sozên dane bi cih nîne: Destûra rûniþtinê tune, di vê rewþê de kar tune, tenê azadiyek bi sînor heye. Dizîtî, bazirganiya narkotîk, parsektî an jî gelek tercîhên ku mirov naxwaze. Nasname namîne û van ciwanên tîne noqteyekê: Gelo ez hê jî zilam im?”
Derhêner li ser vê pirsê, nasname û serobinên zilamtiyê fîlmê xwe dihûne. Penaberekî kurd ku di 90 deqîqeyî de nizane dest bi jiyaneke nû dike, kesekî din ku ji bo pereyan biþîne malbata xwe re fihûþê dike, derdikeve pêþ perdeya spî. Belgefîlma “Welcome Europa” çûna ber bi nebaþiyê ve, vegera li rastiya û carina jî înkarbûna xwe radixîne ber çavên temaþevanan. Sê pirsên bingehîn tên pirsîn. Dê çi bibe ji van kesan? Ji bo bijîn divê çi bikin? Divê biçin ku derê?
Gotûbêjên reþ-spî yên belgefîlmî zehmetiyeke mezin, xwe û redkirina xwedê bi awayekî rasteqîn pêþkêþ dike. Tengavî û sûcdarî: “Gelo ez hê jî zilamek im? Heke ez hatibim rewþeke ku bi zilamekî din re razêm…”
ANF Celîl Demiralp Diyarname.com
|
|
 |
Dîrok: 02.02.2008 Saet: 14:21 Nivîs ji: oxiro
|
|
 |
|
| |
|