Dengbêj Salihê Qubînî: Ziman û dîroka kurd di binê zimanê dengbêjan de ye |
|
Dengbêj Salihê Qubînî ji Navçeya Misirca Sêrtê koçî Navçeya Qubîna Êlihê kiriye û li wir bicih bûye. Salihê Qubînî 59 salî ye û ev 48 sal in klam dibêje.
Dayîka wî û birayê wî yê mezin jî dengbêj bûne. Qubînî, heta niha 4 album derxistine û klamên evînî û serhildanan gotine. Qubînî, diyar kir ku dîrok, çand û zimanê kurdan tenê bi xêra dengbêjiyê li piya ne û ziman û dîroka kurdan di binê zimanê dengbêjan de ye.
'Salihê Qubînî' an jî Salih Yorulmaz, di sala 1949an de li Navçeya Misirca Sêrtê ji dayîk bûye. Malbata Yorulmaz, dengbêj bûye. Yorulmaz dengbêjiyê pêþî ji bavê xwe girtiye. Li gorî ku dibêje, bavê wî Sofî Hemê bala xwe daye ser olê, loma gotiye ku klamgotin guneh e û dev ji dengbêjiyê berdaye. Salihê Qubînî, klamên xwe yên pêþîn ji apê xwe Niyazî Yorulmaz ku xwedî repertuarek fireh e stendiye. Birayê wî Qasim Yorulmaz jî dengbêj e. Salihê Qubînî, ji birayê xwe jî klam girtine. Piþtre malbata Qubînî, koçî Qubînê kiriye û li wir bicih bûye. Li gor Yorulmaz, wî dengbêjiya xwe ji malbatê girtiye. Yorulmaz, da zanîn ku herkes bi navê 'Salihê Qubînî' gazî wî dike û wiha dom kir: "Qubîn navê Biþêriyê yê kevin e. Ji ber ku li Qubînê hatim nasîn, navê min Salihê Qubînî ma."
'Ji 11 saliya xwe ve dengbêjî dikim'
Yorulmaz, da zanîn ku bi eslê xwe misircî ye û ji 11 saliya xwe ve klaman dibêje. Qubînî, da zanîn ku hurmeta wî ji hemû dengbêjan re heye lê di bin bandora tu yek ji wan de nemaye. Yorulmaz, anî ziman ku dengbêjî 'aweyek bibîranînê' ye û þewqa derd, xemgînî û kêfxweþiyê ya li gotinan e. Yorulmaz, çend rexne li dengbêjan kir û wiha got: "Orîjînalîteya dengbêjiyê xera dibe. Kazo diecibînim lê xwezî stranên klasîk negota. Dengbêjî tiþtek têkildarî aqil nîne. Divê hostatiyek hebe. Divê bê zanîn ku dengbêjî karê hostatiyê ye."
'Ziman û dîroka kurdan bi xêra dengbêjiyê li piya ne'
Yorulmaz, anî ziman ku dîrok, çand û zimanê kurdan di binê zimanê dengbêjan de ne û wiha got: "Ziman û çanda kurdan jî heta niha bi xêra dengbêjan hatiye." Yorulmaz, xwest ku gel xwedî li çand û zimanê xwe derkeve.
DÎHA
MEKIYE GORENÇ
çavkanî:Amidakurd.com
|
|
 |
Dîrok: 09.01.2008 Saet: 21:41 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|