::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 827
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 7
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Herêmên namzetan diyar bûn

    AMED / DÎHA - Ji bo namzetên serbixwe yên 'Hezar Hêviyan' ên Wan û Amedê herêmên hilbijartinê hatin diyarkirin.
    Di hilbijartina herêman de sînorên bajarokên navendî yên bajêr esas hatin girtin.

    Li gorî vê yekê Bajaroka Baglar wekî herêma yekemîn hate nîþandan û biryar hate girtin ku wê li vir tenê ji bo namzeteke serbixwe ray bêne avêtin. Namzeta Baglarê Hevseroka DTP’ê ya berê Aysel Tugluk e.

    Bajaroka Yenîþehîr jî wekî herêma duyemîn hate diyarkirin. Wê navçeya Bismil, Çinar û bajarokên Palukê (Çarikli), Kabî (Bagivar) û Ozerklî jî girêdayî herêma duyemîn bin. Li vê herêmê Partiya Civaka Demokratîk dê piþtgiriyê bide Akin Bîrdal.
    Ji bo herêma sêyemîn jî Bajaroka Sûrîçî hate diyarkirin û navçeyên Farqîn, Hezro, Lice, Pasûr, Hênê û Karas (Kocakoy) jî wê di nava sînorên herêma 3'yemîn de bin. DTP ji bo vê herêmê jî dê piþtgiriyê bide nivîskar-rojnameger Gulten Kiþanak.
    Herêma çaremîn û ya dawî jî wekî Bajaroka Kayapinar hate diyarkirin û bi navçeyên Pîran, Erxen, Çermûk, Çunguþ û gundên girêdayî wan jî dê di nava sînorên vê herêmê de bin. Ji bo herêma Kayapinarê namzetê DTP’ê yê serbixwe Serokê Þaxa ÎHD’a Amedê yê berê Parêzer Selahattîn Demîrtaþ e.


    LI WANÊ JÎ QAD DIYAR BÛN
    Di diyarkirina herêman de encamên hilbijartinên 3'yê sermaweza 2002'yan ên DEHAP'ê bi dest xistibûn esas hatin girtin.
    Li gorî vê yekê navenda Wanê û Bajaroka Sixkê ku di hilbijartinên 3'yê sermawezê de DEHAP'ê 35 hezar û 700 deng girtibûn, wekî herêma yekemîn hate diyarkirin û namzeta serbixwe ya 'Hezar Hêviyan' Fatma Kurtulan dê ji vir bikeve hilbijartinê.
    Navçeyên Erdîþ, Çardêran, Bêgirî û gundên girêdayî navenda bajêr ku 33 hezar û 137 deng hatibûn girtin jî wekî herêma duyemîn hate diyarkirin û Namzetê Serbixwe Saîm Kartal dê li vir bikeve hilbijartinê. Navçeyên Mukis, Þaxê, Westan, Payîzava, Elbak, Saray û Qerqelî ku 36 hezar û 375 deng hatibûn girtin jî wekî herêma 3'yemîn hate diyarkirin û namzetê serbixwe Ozdal Uçer dê li vir bikeve hilbijartinê.


    Dîrok: 14.06.2007 Saet: 18:21 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: Rojane:
    Ciwanek Kurd:Þaho Qadir


    Vebijark

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.