| Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar |
|
| Hemû Endam: |
827 |
| Endamê Çalak: |
0 |
| Mêvanên Çalak: |
9 |
Bibe Endam
|
|
|
|
|
LONDON - Þaho Qadîr di komkujiya Helepçeyê de her du lingên xwe jî winda kirin. Piþtî çend salan di nava kamyonekê de xwe veþart û hate Londonê. Li vir 18 mehan ma û di Maratona Londonê de bi serket.
Piþtre bû werzîþkarê salê û Xelata Werzîþkarê Salê ya Londonê wergirt. Þaho Qadir qala jiyan, têkoþîn û serkeftina xwe kir. Werzîþkarê astengdar yê ku tu astengiyan nas nake Þaho Qadîr dibêje ku xeyala wî ya herî mezin tenê ne azadiya baþûrê Kurdistanê azadiya hemû parçeyên Kurdistanê ye.
Werzîþkarê kurd ku jiyana xwe li Londonê didomîne wiha dibêje: “Baweriya min ew e ku Kurdistan dê rojeke azad bibe. Ev xwestek û xeyala min a herî mezin e. Têkoþîn êdî ne tenê di eniyê de di hemû qadên jiyanê de ye. Ez jî qada sporê de têkoþîna xwe didomînim. Dema ku ez diçim maratonekê li Ewropayê an jî li Amerîkayê rojname der barê Kurdistan û kurdan de hin tiþtan dinivîsînin. Ez jî bi vî awayî têkoþînê didomînim. Ji bo min hemû lîderên Kurdistanê, serokên hemû kurdan in û ew jî parçeyekî xeyalên min in.”
* Hûn dikarin xwe bidin nasîn?
Ez zarokê malbateke kurd im. Wekî hemû zarokên kurdan zaroktiya min jî di nava þer, koçberî û êþan de derbas bû. Malbata min di sala 1974’an de ji ber zilma Sedam çû rojhilatê Kurdistanê. Ez jî li Seryas a bi ser Paweyê ji dayik bûm. Piþtre malbata min careke din koç dike û diçe baþûrê Kurdistanê. Salekê li Þetveyê dimînin û ji vir jî koçî Helepçeyê dikin. Heta komkujiya Helepçeyê ya sala 1988’an em li Helepçeyê bûn.
* Li Helepçeyê rojên we çawa derbas dibûn, we çi dikir?
Ez diçûm dibistanê. Ji ber ku malbata min malbateke xizan bû piþtî ku ez ji dibistanê derdiketim vê carê jî dixebitîm. Çi kar heba min ew dikir.
* Komkujiya Helepçeyê tê bîra we?
Min qet ew roj bîr nekir. Rojeke wekî dojehê bû. Min wê demê her du lingên xwe jî winda kirin. Ez hingê 12 an jî 13 salî bûm lê ji ber ku dixebitîm pir zû mezin dibûm. Beriya bombebaranê leþkeran em dorpêç kiribûn. Di serî de leþkerên Îranê ketin navçeyê piþtre jî balafirên Iraqê hatin û bombe barandin. Sedam em xayîn îlan kiribûn û bombe bi ser me de dibarandin. Bi salan em kuþtin piþtre jî bombayên kîmyewî bi kar anîn. Di bombebaranê de þarapnel li lingên min ketin. Min çavên xwe li nexweþxaneyeke Îranê vekirin. Piþtî 40 rojan diya min û xwîþk û birayên min, ez dîtim. Bavê min li Baþûr mabû. Diya min û xwîþk û birayên min jî piþtî demekê koçî Silêmaniyê kirin.
HELEPÇE NEDIHAT NASKIRIN
* Piþtre hûn qet çûn Helepçeyê?
Piþtî ku Helepçe careke din kete destê pêþmergeyan em çûn lê Helepçe serobino bûbû. Qet tiþtek nedihat naskirin. Wêran bûbû, tenê toz û dûman hebû. Ez çend mehan mam û ji bo tedawiya xwe vegeriyam Îranê.
* Wê çawa dest bi sporê kir?
Ez di zarokatiya xwe de jî bi sporê re mijûl dibûm. Di karên giran de dixebîtim. Min li Îranê bi awayekî profesyonelî dest bi sporê kir. Lê pêþbaziyên ku li Îranê dihatin lidarxistin pir cûda bûn. Ez beþdarî pêþbaziyên 10 kîlometreyî dibûm. Lê ne li ser navê Îranê li ser navê rojhilatê Kurdistanê, ser navê Senendejê beþdar dibûm. Þêniyên Senendejê welatparêz bûn, ji ber vê yekê min hez ji wan dikir û ez li navê wan beþdarî pêþbaziyan dibûm. Dema ku ji min dipirsîn min digot ez ji Senendejê me.
* We ji bilî sporê tiþtek dikir?
Min her kesî re qala welatparêziyê û têkoþînê dikir. Min qala zilm û zora ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye li kurdan dike dikir. Girîngiya têkoþîna li dijî vê zilm û zorê vedigot. Min her tim yekîtiya Kurdistanê parast. Ji bo min kurdên Baþûr, Bakur û Rojhilat hemû yek in û hemû xwîþk û birayên min in. Xwedê her kes wek hev xuliqandiye. Çima tirk, ereb, fars xwe ji kurdan mezintir û cuda dibînin? Çima zilmê li ser me dikin? Çima Serok Apo davêjin girtîgehê? Ew tenê ji bo azadiya gelê xwe têdikoþe. Ez ji bo lingên xwe nagirîm lê dema ku ez wêneyên Serok Apo yê girtîgehê dibînim digirîm. Ev ne tiþtekî adîlane ye. Ez dibêjim qey hemû malbata min di girtîgehê de ye.
RÊWÎTIYA BIXETER
* Hûn çima hatin Ewropayê?
Ez ji bo ku têkoþîna gelê xwe bidomînim hatim Ewropayê. Tu li Îranê çiqas bi serkevî bibû þampiyon jî cîhan te wekî kurdekî nas nake. Lê piþtî ku ez hatim Ewropayê wekî kurdekî tevli gelek pêþbaziyan bûm. Ez qala kurdan, çanda kurdan û mêvanperweriya kurdan dikim. Ez niha wekî kurdekî diçim her derê. Heta dawiya jiyana xwe ez ê ji bo Kurdistanê bixebitim û navê Kurdistanê bidim nasîn.
* Hûn çawa hatin Îngilistanê?
Ez di sala 2003’yan de bi qaçaxî di bin þertên pir dijwar de hatim vir. Di hundirê sindoqekê de bi kamyonekê ve hatim vir. Þofêr devê sindoqê mifte kir ez bê hewa mam û ji mirinê filitîm. Piþtî ku hatim vir min dest bi antremanan kir. Ez pir xebitîm. Rojekê di antrenmanê de rojnamevanan ez dîtime û wêneyên min kiþandine. Piþtre jî hatin cem min û gotin ku tu çawa wisa dixebitî tu yê xwe bikujî.
* We çawa biryar da ku beþdarî pêþbaziyan bibin?
Min di televîzyonê de dît û min got ku ev yek tam li gorî min e. Lingên min nîn in lê hêj jî milên min hene. Min got peywira lingên min milên min dikare bi cih bîne û min dest bi xebatê kir.
* Heta niha hûn beþdarî kîjan pêþbaziyan bûn?
Li Ewropayê ez beþdarî gelek pêþbaziyan bûm. Li Îngilistan, Fransa, Holanda, Almanya û li Îrlandayê beþdarî gelek pêþbazî û maratonên navneteweyî bûm û min madalya girt. Niha her tiþtî ji bo welatê xwe û gelê xwe dikim. CNN û gelek medyayên navneteweyî bi min re hevpeyvîn çêkirin. Ev ji bo min pir girîng e.
* Gelo mamosteyê ku alîkariyê dide we heye?
Na. Pirsgirêka min a herî mezin ev e. Mamosteyê min nîn e. Ez bi xwe dixebitim û teknîkekê jî nizanim. Heta niha ez bi hêza xwe xebitîm. Lê pêdiviya min bi mamostê ku teknîkê hînî min bike heye. Ji ber ku kesên ku beþdarî musabaqayan dibin bi mamosteyê xwe re dixebitin û derfetên wan ên pir taybet hene. Lê ev derfetên min nîn in.
DYA’YÊ VÎZE NEDA
* Hikûmeta Baþûr piþtgiriyê dide we?
Par di meha sermawezê de ez vexwendibûn maratoneke li New Yorkê. Lê ji bo çûyînê pereyê min tunebû. Hikûmetê alîkarî da min. Min hemû amadekariyên xwe qedandin lê sefîrtiya Amerîkayê vîze neda. Ji min re gotin tu terorîst î. Ji bo maratona îsal jî min serî lê daye. Ev 8 meh in hê jî bersiv nedane min. Ango hikûmetê tenê carekê alîkarî da min lê wê demê jî vîze nedan min. Ji bilî vê heta niha tu kesî alîkarî nedaye min. Di pêþerojê de li Japonyayê, Çînê û Îtalyayê pêþbazî hene lê tu kes alîkariyê nade. Ez bi derfetên xwe diçim.
* Hûn dikarin qala bernameya xwe ya rojekê an jî hefteyekê bikin, çawa amadekariyê dikin?
Ez her roj herî kêm 2-3 saetan dixebitim. Divê ez pir bixebitim. Di hefteyê de 3-4 caran jî jîmnastîkê dikim.
* Xeyala we ya herî mezin çi ye?
Xeyala min a herî mezin azadiya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ez bawer im Kurdistan dê rojeke bigihîje azadiya xwe. Ev hêvî û xeyala min a herî girîng e. Têkoþîn ne tenê di eniyê de ye di hemû qadên jiyanê de heye. Ez jî di qada sporê de têdikoþim. Dema ku ez diçim maratonan hemû çapemeniya cîhanê qala kurd û Kurdistanê dikin. Ez jî bi vî rengî têkoþîna xwe didomînim. Ji bo min hemû lîderên kurd, lîderên kurdan in û parçeyekî xeyalên min in. Ez ê têkoþîna xwe bidomînim. Heta ku Serok Apo û Kurdistan azad bibe ez ê têbikoþim.
* Hûn dikarin hinekî qala jiyana xwe ya þexsî bikin?
Jiyana min hemû spor, têkoþîn, welat, gelê min û xeyalên min in. Ez li vir tenê dijîm. Di maratonên navneteweyî de serkeftin ne tiþtekî rehet e. Jinên ku xwestin jiyana xwe bi min re perve bikin derketin. Min ji wan re digot ‘werin jiyana min bibînin heke hûn bikaribin çima nebe?’ Lê yên ku hatin terzê xebata min dîtin ev tiþt ranekirin. Ji ber ku ji bo wan dem nedima. Ji min re digotin dev ji vê tiþtê berde û kêfa xwe binêre. Lê min qebûl nekir. Ji ber ku berpirsiyariyên min û xeyalên min hene. Ez bo wan dijîm.
MURAT AKTAÞ / ANF
Çavkanî:Azadiyawelat.com
|
|
 |
Dîrok: 30.10.2007 Saet: 16:26 Nivîs ji: Bawer
|
|
 |
|
| |
|
Mijarên Têkildar
 |
|
|
|
| | Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in. |
|
|
|
|