|
Bawer hate ragihandin: "Serhado:Hip hop a Kurdi
Hîp Hop di muzîka kurdî de tarzekî nû ye. Em wisa bawer dikin ku her tarzekî nuh dema di muzîka kurdî de bê bicihkirin, berê muzîka kurdî fireh dibe. Lê ev yek divê li ser bingeha muzîka kurdî be. Yanî karektera muzîka kurdî xirab neke.
Heta niha tu albûmên ku bi muzîka Hîp Hopê vedibêje derneketine pêþ guhdarên muzîka kurdî. Lê em dikarin mizgîniyekê bidin guhdarên muzîka Hîp Hopê ku piþtî Newrozê di demeke kurt de hunermend Serhado bi albûma “Xewna Jiyan” derkeve pêþ guhdarên muzîka Hîp Hopê.
Serhado dema 6-7 salî bûm muzîka Hîp Hopê guhdarî kiriye. Dema jê re albûmeke komeke muzîka Hîp Hopê ya Kriss Kross tê diyarkirin û guhdarî dike gelekî kêfa wî ji vî tarzê muzîkê tê. Ev kom bi lixwekirina cilên berûpaþ navdar bû. Serhado vê komê teqlîd dike û serpêhatiya wî ya muzîkê dest pê dike. Di 13 saliya xwe de muzîka Hîp Hopê dibêje. Destpêkê stranên xwe bi zimanê swêdî dinivîse, ji ber ku bawer nedikir ku bikaribe bi kurmancî bi ser keve. Lê di van 3-4 salên dawî de êdî bi kurdî gotinên stranên xwe dinivîse û bi kurdî dibêje.
PÊÞÎN DIBÊJIN EV ÇI YE?
Serhado dema destpêkê dibêje ez muzîka Hîp Hopê bi kurdî dikim, pêþîn dibêje ev çi ye? Lê piþtî ku bernameyê wî temaþe dikin gelekî kêfa wan jê re te. Serhado, gelekî matmayî dibîne ji ber ku divê herî zêde ciwan ji muzîka wî hez bikin, lê herî zêde kesên extiyar ji muzîka wî hez dikin. Serhado, vê rewþê wekî muzîka Hîp Hopê ku nêzî muzîka kurdî dibîne. Muzîka kurdî di hundirê tarzê wî de nehatiye windakirin. Wekî din jî di muzîka wî de tiþtê herî girîng gotinên wî ne. Gelek tiþt di dilê wî de hene û dixwaze ji gelê xwe re bibêje. Gelek stranên wî li ser jiyana kesên koçber bûne û dixwaze ji wan re bibêje zimanê xwe û orf û adetên xwe ji bîr neke.
JI DILÊ WÎ DERTÊN
Ji bo Serhado di muzîka Hîp Hopê de tiþtê girîng tu fikr û nêrînên xwe ji gel re dibêje. Xwe ne wekî hunermendekî xwe wekî dengê gel hîs dike. Stranên wî ji dilê wî tên û muzîka xwe wekî eynika dilê xwe û canê xwe dibîne. Ji ber vê yekê çi ji dilê wî tê wê dibêje. Muzîka Hîp Hopê muzîka bindesta ye û wekî muzîka serhildanê bi nav dike. Serhado, xwe yekî ji gel dibîne û dibêje tenê ez nêrînên gel vedibêjim. Muzîka Hîp Hopê ji bo moralê bide gel dibîne û dibê li Amerîkayê jî destpêkê wiha dest pê kir. Kesên reþîk li hemberî kesên spî û desthilatdariyê serî hildan bû. Dibêje ku di muzîka wan a destpêkê de serhildan hebû, lê niha di muzîka wan de erebe, keçik û tiþtên din hene û îro ji bo me kurdan ev ne hewcê ne. Ji ber ku em hêj bindest in û serhildan ji me re lazim e. Serhado, dibêje ku muzîka Hîp Hopê ji dil tê. Ji bo hunermendekî tu dikarî bibêje dengê wî xweþ e, lê piraniya Hîp Hopê li ser gotina ne. Serhado, di nava muzîka kurdî herî zêde muzîka herêma Mêrdînê nêzî muzîka Hîp Hopê dibîne. Vê yekê jî wekî sedema kemançeyê nîþan dide û dibêje gelek kesên ku muzîka Hîp Hopê çêdikin ji Mêrdînê ne.
TARZEKE NÛ YE
Li gorî Serhado gelek hunermend hene ji bo muzîka Hîp Hopê pir paþvemayî difikirin, lê kesên muzîka wî guhdarî kirine pir kêfa wan jê re te. Serhado gelek dengê hunermendên kurd hez dike û herî zêde kesên ku li pêy tiþtên nû digerin hez dike. Li gorî wî gelê kurd ji tiþtên nû ditirse û çima tarzên nû yên di muzîka cîhanê de hene û di muzîka kurdî de nîn e. Serhado ji muzîka zazakî jî hez dike, her çiqas jê fêm nake jî dîsa jî kêfa wî ji vê muzîkê re tê. Yanî ji bo wî muzîka kurdî ji dil be dikare guhdarî bike û jê hez dike. Li gorî wî muzîka kurdî bi kîjan tarzî bê kirin divê ji bingeha xwe neyê dûrxistin. Dixwaze albûma wî cara ewil li welêt derkeve. Her çiqas dikarîbû ji Mîr Muzîk li Ewropayê derxista jî, lê wî xwestiye destpêkê bi kurdî derkeve û piþtre li Ewropayê. Her çiqas ew li Ewropayê dijî jî dixwaze wî ev bûye. Dibêje ku gelek ciwanên me li welêt muzîka Hîp Hopê guhdarî dikin , lê bi zimanî tirkî çima bi zimanê kurdî guhdarî nakir. Wiha bawer dike ku albûma wî li welêt bê ecibandin.
NEWROZA ÎSAL
Serhado, di Newroza îsal li Qoser û Nisêbînê dê derkeve pêþberî girseya Newrozê, ji niha ve kêfxweþiyek di ruyê wî de xwe dide der û pir kêfxweþ e. Her kes jê re dibêje dema tu derket ser sahneyê dibê bila heyecanê te negire. Le wiha xuya dike ku dibê ne mumkûn e ku mirov bi heyecanê nekeve û heyecan jî tiþtekî pir baþ e.
Muzîka Hîp Hopê
Hîp Hop, jiyaneke ku di nava ciwanên reþik û Latîn Amerîkayê ve bi pêþ ketiye, çandeke jêr û populer e. Têgeha wê bi muzîka ku bi navê tê kirin tîne bîra mirov. Di dawiya salên 1970’yî de li taxên Brooklyn û Bronx yên New Yorka Amerîkayê bi pêþ ket. Li gorî hin kesên ji bo ciwanan depolîtîze bikin û li gorî hinan jî serîhildana li dijî pergala desthilatdariyê ye. Ev rêbaza çandê ya Amerîkayê di demeke kurt de di nava ciwanên herêmên din de jî pêþ ket. Muzîka Hîp Hopê bingeha xwe ji amûrên elektronîk û bi alîkariya kompîturan bi dengê dahol û basê pêk tê. Ji vê muzîka jêr re Beat tê gotin. Ev bingeh dema bi vokalê re û bi axaftina lez derdikeve holê. Dikare ev rêbaz ne bi lez be jî. Her kes dikare lêzbûna wê li gorî tarzê xwe diyar bike. Muzîka Hîp Hopê piranî li ser rîtmê ye.
Albûma ‘Xewna Jiyan’
Heta niha di muzîka kurdî de tu albûmên bi Hîp Hopê derneketine. Albûma yekem ya Serhedo ‘Xewna Jiyan’ piþtî Newrozê di nava 10 rojan de dê li ber destê xwendevanan be. Ji bo albûmê nîv sala xwe daye. Derhêneriya wê Canatan kesekî tirk ku Swêdê rûdine kiriye. Belavkirina albûmê Kom Muzîk dike. Albûma Serhado tarzekî nû ye û hêvîdar e ku kêfa gel jê re bê. Ji ber albûma wî ji nava Kom Muzîkê derdikeve gelekî kêfxweþ e. Ji ber ku tarzekî nû ye û dibê çima kurdên me Hîp Hopa tirk, alman û hwd. guhdarî dike, çima ya kurdî guhdarî nakin. Di albûmê de 12 stran hene. Ji van stranan 6 heb bi hevkariya hin hunermendên kurd ên din çêkirine. Hunermendên ku hevkarî bi Serhado kirine ev in: Beyto Can, Hesen Þerîf, Xêro Abbas, Dilava Bîngol, Sîdar Yîgît û Xelya Þeker.
Serhado kî ye?
“Dixwazim li Midyadê
ji bo ciwanan studyoyekê
vekim”
Serhado di sala 1984’an de li paytexta Swêdê, li Stockholmê hatiye dinyayê. Malbata wî ji gundê Halaxê ye. Halax li bakurê Kurdistanê bi ser navçeya Midyadê ve ye. Malbata wî di salên 1970’î de hatiye Swêdê. Serhado li pêþ bajarê Stockholmê li Sollentuna li gel diya xwe bi xwîþk û birayê xwe re mezin bûye. Wî bavê xwe pir nedidît, ji ber ku bavê wî li Brukselê li MedTV de kar dikir. Serhado dibêje: “Gotinên stranên min li ser neynika dilê min û serê min in. Ez behsa derdora xwe dikim: Evîn, neheqî û tiþtên wiha.” Serhado, dibêje her kes li gorî xwe têkoþînê dike, ez jî bi riya muzîkê têkoþînê dikim. Di vê mehê de albûma Serhado ya bi navê ‘Xewna Jiyan’ derdikeve.
(welat)
"
|
|
 |
Dîrok: 21.05.2007 Saet: 14:42 Nivîs ji: oxiro
|
|
 |
|
| |
|