::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Menû
 SERÛPEL
 HESABÊ TE
 CIWAN MESSENGER
 FORÛM
 NÛÇEYÊN KURDÎ
 MALPERSAZ
 MALPERÊN KURD
 VIDEO KURDÎ
 MUZÎKA KURDÎ
 PEYWENDÎ
 ALEXA & PAGERANK
 TOP 10
 ME BIDE NASÎN
 KURD CHAT
 LÎSTIK GAMES
TÊXE MALPERA XWE
VÎDEO BIYANÎ

Malperên Heval
  • Siirt Sêrt
  • KurdMalper Hotels

  • Vîdeo Kurdî - Kurdish Videos - Kurdische - Kürtçe Videolar

    Hûnermend : Ciwan Haco Þivan Perwer Nilufer Akbal Jan Axin Serhado Hozan Beþir Hozan Dino Rojda Bulent Turan Brader Xelîl Xemgîn Mikail Aslan Ahmet Aslan Mehmet Atli Burhan Berken Rojhan Beken Comerd Delil Dilanar Diyar Rotinda Xemgîn Bîrhat Xêro Abbas Zinar Sozdar


    Ciwan Messenger
    Hemû Endam: 827
    Endamê Çalak: 0
    Mêvanên Çalak: 9
    Navê Endam
    Þîfre

    Bibe Endam

     

    Înternet dikeve pêþiya Tv

    Bikaranîna înternetê her roja ku diçe belav dibe. Televizyon bi qasî berê bala mirovan nakiþîne. Di nav kurdan de jî malperên kurdî bi asteke bilind malperên tirkî derbas dikin û bêhtir malperên kurdî têne xwendin.

    Sedema vê yekê jî ew e ku li Kurdistana Azad înternet her diçe belav dibe û li wir bêhtir weþanên kurdî têne xwendin. Fîrmaya Komputerê ya navdar a cîhanê IBM di nav bikarhênerên Înternetê de lêpirsînek çêkir. Lêpirsîna bi navê "Bikir ji bo medya dijîtal û keyfê çawa tevdigerin" dide nîþan ku televizyon bi qasî berê bala mirovan nakiþîne, lê înternet her roja ku diçe belav dibe. Li gor lêpirsîna IBM'ê kesên ku beþdar bûne %19 rojê 6 saet an jî bêhtir dema xwe bi înternetê derbas dikin. Lê tenê ji %9 dibêje ku ewqasî televizyonê temaþe dike. Ji %66 rojê bi qasî 1 saet an jî 4 saetan li ber televizyonê derbas dike, lê kesên ku ewqas dema xwe li ber înternetê jî derbas dikin, hejmara wan %60 e. Li hemû cîhanê bi tevahî 2 hezar û 500 kes beþdarî lêpirsînê bûne û encamên din jî wiha ne; - Ji %81 dixwaze weþanan ji komputera þexsî biþopîne an jî diþopîne. - Ji %42 ji amûrên mobil videoyan temaþe dike, an jî dixwaze temaþe bike. - Ji %23 serwîsên wekî iTunes ên muzîkê bi kar tîne. - Ji %18 aboneyê online ên rojnameyan e. Emerîka bazara amûrên tomariya videoyên dijîtal )DVR) di destê xwe de dihêle. Digel vê jî temaþevanên televizyonan ji %24 bernameyan zindî temaþe nakin, berê ji tomariyan temaþe dikin. Bi vî rengî temaþevanên televizyonan ji %33 piþtî ku DVR kirrîn, bêhtir televizyonê temaþe dikin. Li Ewropa jî li gor bikaranîna DVR ev rêje çêdibe. Serokê Sepanên Guhertin û Stratejiya Keyf û Medyayê yê IBM'ê bi navê Saul Berman, dibêje ku Înternet þûna televizyonê digire. Û dibêje ku ev yek nade nîþan ku bernameyên televizyonan êdî bêwate ne, lê dûmahîka televizyonan nêzîk e. Di înternetê de jî bêhtir di malperên wekî YouTube, M,Space û Facebook de dema xwe derbas dikin. Di nav kurdan de rewþa înternetê Tirkiye: Li Tirkiyeyê bi qasî 20 milyon kurd hene û li gor texmînan hejmara kurdên ku li Tirkiyeyê înternet kiþandine kargeh û mala xwe bi qasî milyonekê ye. Lê li aliyê din kesên ku li cafe, kargeh û malan her roj dikevin înternetê bi qasî 4 milyonan e. Ji van 4 milyon kesan heke 1 milyon kurd her roj bikeve malpereke kurdî, dê ew malper rojê di navbera 4 û 6 milyon dolaran de pere qezenc bike. Her wisa ji ber ku Google Kurdî bi tîpêne rebî weþanê dike, kurdên bakur qet nikarin Google Kurdî bi kar bînin, ev yek jî dibe sedema ku þîrketên mezin ên cîhanê reklaman nedin malperên kurdî. Lê kurdên Tirkiyeyê %99.9 dikevin malperên tirkî. An jî di înternetê de bêhtir dema xwe bi lîstik, sohbet û foruman derbas dikin. Li Tirkiyeyê rojê bi qasî 2 hezar kesan dikevin malperên kurdî. Ji van malperan jî herî zêde Netkurd, Azadiya Welat û Hemdem tê serîlêdan. Heke ev 2 hezar kes hemû bikevin yek malperê, dê ew malper disa jî li cîhanê pere neke, ango nikare reklameke baþ bistîne. Li cîhanê hejmara malperan ji 100 milyonî derbas kiriye. Lê ji van 100 milyon malperan tenê 20 milyon malper çalak in. Ji van 20 milyon malperan jî 18 milyon malper rojê ji aliyê 1 an jî 5 kesan ve tên serîlêdan. Di van mehên dawî de malperên kurdî bi lezeke mezin pêþve diçin. Hemdem.com ku di 3'ê gulanê de dest bi weþanê kir, di nav 20 milyon malperên çalak de îro rêza 388.945'mîn digire. Hemdemê ji 3'ê meha gulanê heta îro (118 roj) 2 milyon û 447 hezar û 105 malper cîhanê li piþt xwe hiþt. Di 20 rojên dawî de jî 64 hezar û 463 malper li piþt xwe hiþt. Li Kurdistana Federal 4 milyon kurd hene û bêhtir malperên kurdî bi tîpên erebî têne þopandin. Ji van malperan herî zêde Pukmedia tê xwendin, ku di nav 20 milyon malperên cîhanê de rêza 22 hezaremîn digire. Pukmedia di Google de herî zêde ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye lêgerîn. Lê wekî bajar herî zêde ji bajarê Amedê li Pukmedia hatiye lêgerîn. Wekî ziman jî herî zêde kesên ku komputera xwe bi tirkî bi kar tînin li Pukmedia geriyane. Piþtî Tirkiyeyê Swêd, Netherlands, Swîsre, Belçîka, Almanya, United Kingdom, Kanada û Fransa li gotina Pukmedia geriyane. Di nav zimanan de jî herî zêde bi tirkî, erebî, swêdî, almanî, îngilîzî û fransî li Pukmedia geriyane. Lê di nav vê rêzê de hejmara kesên ku bi Google Kurdî li Pukmedia geriyane nîn e. Ev jî nîþan dide ku Google Kurdî belasebe bi tîpên erebî weþanê dike û ev yek di înternetê de zerareke mezin e ji bo kurdan. Li Kurdistana Federal weþana duyemîn jî Peyamner e. Peyamner jî li gor statîstikan herî zêde ji aliyê Iraq, Îran, Tirkiye, Swêd, Norweç, Swîsre, Fînlandiya, Netherlands, Almanya û Belçîka ve hatiye lêgerîn. Lê di rêza bajaran de dîsa Amed yekemîn e. Piþtî Amedê jî Erzerom, Tehran, Stockholm, Ankara, Stenbol, Zurîh, Îzmîr û Amsterdam tên. Di nav zimanan de jî zimanê ku herî zêde li gotina Peyamner geriyaye Farisî ye. Ev jî nîþan dide ku bêhtir beþa Farisî, an jî kurdên Îranê Peyamnerê diþopînin. Piþtî farisî jî zimanê tirkî, swêdî, erebî, fînî, almanî, îngilîzî û fransî tên. Dîsa di nav rêza lêgerînê de kesên ku Google Kurdî bi kar aniye nîn e. Bazara Herî Mezin Înternet e Malperek heta ku ji aliyê gelek kesan ve neyê serîlêdan nikare pere qezenc bike. Ji ber ku malper ji%99 pereyan ji reklaman qezenc dikin. Di nav 40 milyon kurdan de hejmareke bilind înternetê bi kar tînin. Lê di warê teknolojî û zanistî de kurdî nayê bîra kurdan. Hem li Kurdistana Federal hem jî li parçeyên din kurd hemû bernameyên komputerê bi zimanên biyanî bi kar tînin û dikevin malperên biyanî. Bi vî rengî sifreya biyaniyan dewlemend dikin. Hejmara kurdên ku li 4 parçeyan û hemû cîhanê dikevin malperên kurdî ji 5 hezaran derbas nabe. Lê ev hejmar jî di navbera hezaran malperên kurdî de parçe parçe dibe. Malpereke ku bikaribe bala 5 hezar kurdan bikiþîne dernakeve holê û ev yek jî dibe sedem ku hemû malperên kurdan hemû mesrefan ji bêrîka xwe bidin Malperên kurdan pere qezenc nakin Di nav malperên kurdî de malpereke ku ji reklamê pere qezenc bike nîn e. Li Kurdistana Bakur jî malperên ajans û rojnameyên kurdan bi kurdî û tirkî reklaman nikarin bistînin. Lewre di asta cîhanê de di pêþiya wan de nêzî 100 hezar malper hene. Heta ku ev rewþ wiha be jî dê malperên kurdan an ji aliyê partiyan ve bêne xwedîkirin, an jî dê vebin û piþtî çend mehan bêne girtin. Çavkanî: www.bername.net
    Dîrok: 28.08.2007 Saet: 16:14 Nivîs ji: Bawer
     
    Girêdanên Têkildar
    Nûçeya pir hatiye xwendin: TeknolojîK:
    Jibo Live Messenger animasyon


    Vebijark

    Mijarên Têkildar

    TeknolojîK

    Þîrove yên xwediyê xwe ne. Em ne berpirsiyarê naveroka wan in.

    Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.