ismetdax Hevalê Nû


Endambûn: Dec 25, 2007 Nivîs: 13
Welat: Turkîye/Ezmîr
|
| Sernivîs: BARAN DÝBARÎYA |
 |
|
BARAN DÝBARÎYA
Baran dibarya,evîn gûr dibû!.
Vêketibû erþ û ezman,êdî didîtin çav ên girtî.
Dihelîya cemed a nava dil ê dayîk ên bi xemgîn.
Diherikîn çem û kanî.
Lehî radibû û pêl dida xwe berê xwe dabû nava deryayê.
Paqij dibû gend û gemar ji ser wecîyên þev ên bi qitran.
Dicûrisan de,êdî rûpelê dîroka mirovatîyê.
Baran dibarîya;Jîn þên dibû.
Baran dibarîya;Ewr ji hev belav dibû.
Ezmana derxistibû keskesor tîrêj ên rengîn ji xwe diweþandibûn.
Hêvî xuya dibû jiboyna bê gûmana,jiboyna bê bawer an.
Dikenîyan êdî wecîyên qîz û xort ên bê mirad.
Lez didan xwe û dibezîyan yek bi yek jiboyna bigêjin armanca xwe.
Bawer kiribûn carekê ji gotin a bav û kalan.
"Kî di bin keskesor ê de derbas bibe;Ewê bigêjin hemû daxwazi û armanc ên xwe."
Wer hîn bûbûn,jî bavpîr ên xwe:
Ahd dabûn hevdû gelek keç û xort ên evîndar!.
Bê rawestin dibezîyan jiboyna kû di bin keskesor an de derbas bibin.
Gelek evîndar dîl mabûn di binê hefs û zindan an de,di nav qefes an.
Berxwe didan jiboyna kû ew jî di bin keskesor an de derbasbibin,lê Beko Ewan an nedihiþtin,deryê hesinî li ser wan girtbûn û serê wan di hundurê qefes an de peçiqandibûn.
Nedihiþt in bilbil li ser evîn a xwe helbest an bivêj e.
Dikelîya êdî evîn a di nava dilê lawik ê Ercîþ'î !.
Dixwaste heval ên wek wî jî,ji qefes an der ên û bigêj in
meqsed û mirad ên dil ê xwe.
Gola WAN' ê þîyar dibû ji xewa hezar sal an,diþewitî hebûn,jiboyna tunebûnê.
Baran dibarîya,hebûn þên dibû.
Baran dibarîya ewr ji hevdû belav dibû.
Êdi,ji binê heft tebeq erd,tov ên hezar sal an didan der.
Dar û ber an;Pel û kulîlk ên xwe ji nû de vedikirin.
Þahî difûrîya ji ser xaka MEZOPOTAMYA.
Kevok ên hinevan meþale vêxistibûn û rêz girtibûn mîna stêrk an.
Girêdayî felat dibû.
Penaberî qedyabû,bîyanî ji holê radibû.
Kerwan êdî vegeryabûn.
Diþûrikin êdî mar û tûpiþk diketin biné heft tebeq erd,diketin binê qelþ ên kûr û tarî.
Keskesor dibû bawerî,gotina bav û kalan hatibû cî.
Baran dýbarîya,hebûn gûr dibû!.
Baran dibarîya,sorgul vedibûn.
Helbest:Ýsmet Dax
03-06-1997 |
|