::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Oxiro.Net :: Mijarê bibîne - Li ser "kesk" û "þîn"
| SERÛPELA FORÛMÊ | LÎSTEYA ENDAMAN| LÊ BIGERE | KOMÊN ENDAMAN | PROFÎLA TE | PEYAMÊN TAYBETÎ | TÊKEVE/DERKEVE |
Information Li ser "kesk" û "þîn"

Mijareke nû veke Bersîv bide vê mijarê
Oxiro.Net Forum Index » Forûma Kurmancî   
Mijar paþ ve :: Mijar pêþ ve
NivîskarNivîs
oxiro
Rêveberê Malperê
Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007
Nivîs: 159

Sernivîs: Li ser "kesk" û "þîn" Bersîv bide bi quote

Hevalno min vê nivîsa jêrê li malpereke Kurdî dît hin rastiyên wan heye gelo hÛn çi difikirin ?

Çavkanî : http://www.interkurd.com/kesksin.php


Em di wê bawerîyêda ne ku ev herdu navên rengan îro ji alîyê piranîya Kurd'an va bi þaþitî têne bikaranîn û her wiha bi vî awayî ketine wêje û nivîsêye jî. Em nizanin ku vê þaþitîyê kengê û çawa destpêkiri yê, lê belê em dikarin çendek minak le ser vê bidin:

Gotinên ciwakê yên ku li ser "þîn" an jî "þînkahî", her wiha "þînkatî" yê:
Bihar hat û dar þîn bûn (an jî hêþin bûn) - Bahar geldi ve aðaçlar yeþerdi
Debr þîn bûn (an jî hêþin bûn) - Ekinler yeþerdi
Þînkahî (an jî þînkatî an jî hêþinî) - Yeþillik (yeþil yapraklý sebzeler)
Ajalan, bo çêrê bibe þînkahîyê (an jî þînkatîyê) - Hayvanlarý, yayýlmalarý için yeþilliðe götür
Hespê xwe li þînkahîyê (an jî hêþinîyê) kêþa - At kendini yeþilliðe çekti (ya da yöneldi)
Hêvîya gel ji nûva þîn hat (mecazî) - Halkýn ümidi yeniden yeþerdi (mecazi)

Gotinên ciwakê yên ku li ser "kesk":
Marikeke kesk pêxe, yê ji çava biparêzi! - Mavi bir boncuk tak, nazardan korur!
Kespik - Nazar boncuðu
Bi awayekî piþtrast nayê zanîn, lê belê ne dûr e ku pêyva "kespik" ji "kesk" hatî bibe. Wekî tê zanin rengê kespik (nazar boncuðu), kesk e (wekî îro bi tê bikaranîn þîn e)

Ýro herçiqes ji alîyê piranîyê va "kesk" wek "yeþil" û "þîn" wek "mavi" têye bikaranîn jî, lê belê li gelek deveran bi paþpêyî vê jî têye bikaranîn.

Bi dîtina me, pêwîst e di ciwîneke zimanda li ser van herdu navên rengan bê sekinîn.
NivîsNivîsîn:
Thu May 31, 2007 2:48 am
Top of PageProfîla endamê/endaman bibînePeyameke taybetî biþîneHere malpera þandkerê
rodi
Hevalê Nû
Hevalê Nû


Endambûn: Oct 22, 2007
Nivîs: 5
Welat: kurdistan

Sernivîs: Bersîv bide bi quote

Sipas Oxiro ...
_________________
FREEDOM & VICTORY
NivîsNivîsîn:
Fri Oct 26, 2007 1:39 am
Top of PageProfîla endamê/endaman bibînePeyameke taybetî biþîne
ismetdax
Hevalê Nû
Hevalê Nû


Endambûn: Dec 25, 2007
Nivîs: 13
Welat: Turkîye/Ezmîr

Sernivîs: Bersîv bide bi quote

Merheba ji we re hevalno.
Bi min þên û þîn ji hev cûda ye.
Þîn;regekî bi serê xwe ye,navê xwe ji rengê ezman û bahrê stendî ye.
Ev reng,ji ber kû ji dûrva hatîye xuyakirin paqij hatîye dîtin.
Ev jî di nav civak an kurd an de pîroz hatî ye hilbijartin.

Þên;Tiþt ên kû piþtî zivistanê,ji bin xakê derdikev e ser ruê erdê.Xuluqandin e,zindîbûn e.
Þênahî;Tevlihev e,dar û ber û pel û gul û gîha û kulîlk e.hemû xoza reng bi reng e.em ji vêya re dibên þêynahî.

Kesk û kespik jî ji hev cûda ye.

kesk;Rengekî bi serê xwe ye,rengê xwe ji dîtin a rengê þênayê stendî ye.
ji ber kû xuluqandinek piþtî zivistanê ye,bi piranî li nav civak an kurd an de,rengekî pîroz e.

Kespik; ji perçak paçikê kesk û ji morik ek þîn pêk tê.
Dayik ên me,paçikê kesk ji mizgeft a tanîn û morîk a þîn bi fîrket ê(çengelli iðne) dadixiste û li ser milê me dadliqand e.
rengê kesk û þîn di nav civak an kurd an de,jiber kû xuluqandin a nû,û paqij î bû,pîroz bû.
Zarok ên nû ji dayîk a xwe dixuluqîn,jiboy nezer a çav an,dayîk an ev reng ên pîroz li ser milê wan,an jî,li pêþîya ênî ya wan,bi porê wan ve dadliqandin.Me ji vê ya re digot e kespik.

Bi xwe morîk têm þîn bû,ji ber kû paçik ê kesk jî pêvebû,navê wê kiribûn kespik.
Ev paçik ên kesk,hîna jî di mizgeft an de,an jî li ser tirb ên mirov ên xwe gîhyayî(âlim) de tên raxistin.


Herî dawî ji aliyê ismetdax ve li dîroka Fri Dec 28, 2007 7:21 pm hatiye serastkirin
NivîsNivîsîn:
Fri Dec 28, 2007 7:01 pm
Top of PageProfîla endamê/endaman bibînePeyameke taybetî biþîneE-mail biþîneMSN Messenger
oxiro
Rêveberê Malperê
Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007
Nivîs: 159

Sernivîs: Silav Bersîv bide bi quote

Hevalê îsmetdax ez wekî te nafikirim
Çimkî Þên û Þênahî zêde nayê bikaranîn
Bi piranî peyvên Þîn û Þînahî tên bikaranîn

Gelo li derbarê vê babetê ramanê endamên din çi ne ?

Silav û Rêz
NivîsNivîsîn:
Fri Dec 28, 2007 11:29 pm
Top of PageProfîla endamê/endaman bibînePeyameke taybetî biþîneHere malpera þandkerê
Nivîs paþ ve:   
Hemû saet GMT + 10 Saet
Mijareke nû veke Bersîv bide vê mijarê
Oxiro.Net Forum Index » Forûma Kurmancî  

Here:  
Key
  Tu nikarî nivîseke nû binivîsî li vê beþê
Tu nikarî bersîv bidî li vê forûmê
Tu nikarî nivîsên xwe serast bikî li vê forûmê
Tu nikarî nivîsên xwe jêbibî li vê forûmê
Tu nikarî deng bidî anketekê li vê forûmê


Çêkirin ji aliyê phpBB © 2007, 2008 Koma phpBB

Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.