| Nivîskar | Nivîs |
endezyar Nenas


Endambûn: Jun 11, 2007 Nivîs: 2
|
| Sernivîs: TRT Þeþ yan TRT ÞAÞ!!! |
 |
|
TRT Kurdî dest bi weþana xwe ya testê kir. Di jiyana min ya rojane de tu guherîn çênebûn. Qet haya min jî jê tinebûn, min nizanibû ku ev qanal wê vê rojê dest pê bike. Weþan dest pê kir û nîqaþ jî pêre. Ji ber meraqa xwe min di înternetê de li nûçeyên vê mijarê nêrî. Nûçeyekî gelekî bala min kiþand. Ev nûçe jî ya TRT’yê bixwe ye. Malpera TRTê li ser TRT ÞEÞ bi serikê “Baleke Mezin ji Weþana TRT 6 re” nûçe nivisiye. Ji ber ku ev nûçe di malpera TRTyê bixwe de ye gelekî giring e. Lê di naveroka nûçeyê de tu tiþtekî tuneye. Nûçe valaye. Ji nêrînên gel tu tiþtekî tuneye. Tiþtê herî girîng jî ne ev e. Nûçe bi xwe li ser TRT ya Kurdî ye lê di nûçeyê de yek peyveke Kurdî tûneye. Þixo nûçe jî zêde nîn e, bi tevahiya xwe ji 9-10 hevoka çêdibe. Ne peyveke Kurdî ne jî navê zimanê Kurdî di nivisêde derbas nabe. Nûçegihanê ku vê nûçeyê nivisiye wusa xuya dike ku ji zimanê Kurdî ditirse. Gelo zimanê Kurda yan jî Kurd çima wusa bûne tirsdêr. Çima ev dewlet û nûçegihanê wê ji vî zimanî wusa ditirsin. Ev rewþeke gelekî ecêb e. Bi deh salan zimanekî tûne bihesibîne, di peyda poþman bive lê dîsajî ji riya xwe þaþ nebe. Ji bo vê ramana tewþ bibe sebebê kuþtina mirovan, di emel de xwestekê gel hêdî hêdî bîne cî lê vêya jî bi awayekî þaþ bike. Dewlet gaveke mezin avêtiye, bi “zimanekî ku nayê zanîn” televizyon vekiriye. Ev mînak di tu ciyê cîhanê de tûneye. Televizyon veke û bi zimanekî ku nayê zanîn weþan bike. Kenê mirov pê tê. Ev rewþ wê di demên pêþ de pir were nîqaþkirin. Wê weledên vî gelî bi wan bikenin. Ez dikenim. Wun jî bikenin..
endezyar.org  |
|
Nivîsîn:
Sat Dec 27, 2008 8:49 am |
|
 |
oxiro Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007 Nivîs: 176
|
| Sernivîs: ... |
 |
|
| Bi rastî ez televizyona TRT Þeþ gaveke erênî dibînim. Her çi qas ev ji bo hilbijartinan be jî divê em lê jî xwedî derkevin. Ez dibêjîm divê berî herkesî DTP li vê qenalê xwedî derkeve. AKP niha dixwaze propagandaya xwe li ser vê televizyonê bike , ku DTP lê xwedî derkeve dikare ji AKP zêdetir propagandaya xwe bike. Wekî din dewlet va nêzî 100 salan Kurdan înkar dikir , îro ku hebûna Kurdan naskiribe li vir divê em ji bîr nekin ku keda herî mezin ji aliyê heval, þehîd û girtîyên doza azadiyê ve hatiye dayîn. Wekî din çima hûnermendên ku derdikevin TRT 6'yê wek xayîn tên binav kirin ez fêm nakim... Bila sazîyên me baþ bifikirin gelo li meseleya TRT Þeþê de ji bo menfeeta gelê xwe difikirin , an ji bo partîya xwe ? |
|
Nivîsîn:
Mon Jan 05, 2009 6:49 am |
|
 |
kirsehir Hevalê Naskirî


Endambûn: Jul 29, 2008 Nivîs: 32
|
| Sernivîs: |
 |
|
Li gorî min TRT6 ji bo xapandina Kurdan hatiye ava kirin.Dîsa jî tiþtekî baþ e.Çimkî ligel vê qenalê politikaya înkar têk çû.Lê li ser Kurdî zext berdewam e.Alinak dîsa ji ber kurdî ceza girt.Kurdî tenê ji dewletê re serbeste.Herî dawî xortên Kurd ji ber Kurdî ceza girtin.Ocalan rast dibêje'dewlet Kurdê xwe diafirine.Va politkayekê qirêje.Him jî berê hilbijartinan.??Kerdogan berê vê faþîst bû,niha demokrat e?Yanî çexbûna vêqas nabe.Bila her kes çavê veke,bibîne.
Spas dikim |
|
Nivîsîn:
Mon Jan 05, 2009 10:58 pm |
|
 |
Sewq Hevalê Nû

![]()
Endambûn: Jan 11, 2009 Nivîs: 6
|
| Sernivîs: |
 |
|
Wek û herderê li vir jî gotûbêj ser mijarê TRT Þeþ tê kirin. Berê ez dixwazim ser peyve "gotûbêj" yek du tiþt da binivsînim.
Du çinê(kategorî e) rexne(critical) kirin e gotûbêk hene;
1. Rexnekî erênî(constructive critical) wate ye wê çinê va ye;
Kesê rexnekî erênî dike, daxwaze ku ma ew mijar li ser gotûbêj tê kirin, pêþve biçe.
2.Rexnekî nerênî(destructive critical);
Dawxaze rexnekar, qir(îmha) kirina mijarê ye.
Niha heta îro rexne kirin hertim li ser çinê nerênî tê kirin. Lê weþanê TRT na gavekî neçê ye ango nerênî.
Bi dest pê kirinê weþanê TRT, dewlet hemû angaþte(îddîa) xwe bi hewldanekî bixwe pûç kir. Ew reftarê dewletê hinêk paradoks bû. Lê dîsa jî xêr û ber be.
Bi wî gavî, ber fermî bûyînê kurdî ava dibe. Ango ji kurdî re gavêkî girîngê.
Bêguman ez jî hinêk tengezarim, ez jî baþ dizanim ku paþ wî gavê berjewendî(menfaat) heye, lê dîsa jî gavêkî baþ û erênî ye. |
|
Nivîsîn:
Sun Jan 18, 2009 4:32 am |
|
 |
oxiro Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007 Nivîs: 176
|
| Sernivîs: Silav |
 |
|
Hevalê Sewq ez jî wek te dibêjim ev gaveke erênî ye. Lê belê bila ti kes minnetê li gelê me neke. Çimkî vê heqê me bixwe standîye ti kesî dîyarî me nekiriye.Ev heq bi xwîna þehîdên doza azadiyê hatiye standin.
Wekî din jixwe mirovên me yên zana li televizyonên xwe temaþe dikin. (Roj, kurd-sat, kurdistan tv) Vê havînê ez welat bûm. Li qehwexaneyên Sêrtê û Batmanê mirovên me yên bêaqil li nûçeyên Þeytanok Tv (Samanyolu) temaþe dikirin , li rêzefîlmên wek Tek Türkiye û Kurtlar Vadisi (Kûçikler Vadisi) temaþe dikirin. Niha ew kes TRT 6 ê temaþe dikin. Bila jehr be jî ziqûm be jî ku bi zimanê me be ma ne çêtir e ? Tiþtê herî baþ bi saya TRT Þeþê ( ez jê re dibêjim þeþ , êdî hûn bixwazin bêjin þaþ bixwazin bêjin cehþ) mirovên meyên nezan zimanê xwe jibîr nakin ma çi zirarê vê tiþtê heye ? |
|
Nivîsîn:
Mon Jan 19, 2009 12:50 am |
|
 |
Sewq Hevalê Nû

![]()
Endambûn: Jan 11, 2009 Nivîs: 6
|
| Sernivîs: |
 |
|
| Hevalê kî min carêk ji min re go li ser mijarê TRT Þeþ, "jixwe dewlet dixwaze me bixapîne, lê xapandîn bi kurdî xweþê", ango em jî baþ dizanin ku paþ wî gavê berjiwendî heye. |
|
Nivîsîn:
Tue Jan 20, 2009 12:41 am |
|
 |
kirsehir Hevalê Naskirî


Endambûn: Jul 29, 2008 Nivîs: 32
|
| Sernivîs: |
 |
|
| TRT 6 qezença Kurdan e.Lê em bizanibin ev qenal ne ji bo azadiya Kurdan e.Heke dewlet ji Kurdan pir hez dike,bila dibistanên Kurdî veke. |
|
Nivîsîn:
Wed Feb 11, 2009 9:43 pm |
|
 |
|