oxiro Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007 Nivîs: 176
|
| Sernivîs: Evîn an Hezkirin ? |
 |
|
Gelek kes dibêjin ku pêþî mirov hez dike û ku þîdeta hezkirinê zêde dibe , hezkirin dibe evîn. Ez wisa nafikirim. Mirov pêþî evîndar dibe û piþt re hez dike. Evîndarî jî bi xwe dînitî ye. Dema mirov evîndar e ti tiþt nayê bîra mirov ji xeynî wê/wî. Gotineke tirkan heye dibêjin "Çavê evînê kor in" Yanî mirov taybetmendîyên neyînî yên wê/wî nabîne. Mirov nizane çima evîndar e jî. Gelo çiyê wê/wî aqilê me ji cihê xwe lebitand ? Xweþikîya wê ? Zanebûna wê ? Dilnizmîya wê ? Zalimtiya wê ? Bihêzbûna wê ? Mirov nizane ... Mirov dikare li rojê hezar caran evîndar bibe. Ji keçikekî re , ji kurikekî re , ji çivîkekî re , ji masîyekî re , ji darekî re , ji balafirekî re , ji ramanekî re ... Mirov dikare di hêman demî de evîndarê gelek kesan bibe. Dilê mirov dikare gelek kesan bihewîne li bajarê xwe. Yanî evînî karê dil e . Lê belê hezkirin karê mejîyê ye. Dema ku mirov ji yekî hez dike dizane sedema hezkirinê. Dizane çavkanîya hezkirinê... Çavên wê jî ne kor in. Taybetmendîyên erênî jî li ber çav in taybetmendiyên neyînî jî. Di evîndarî de mirov hestên xwe dikare di di aliyê din de nebîne jî . Yanî evîna platonîk dikare çêbe . Lê belê di hezkirinê de hêst zelal in û her dû alî jî ji hev hez dikin...
Li derbarê evîn û hezkirinê de ramanên min ev in gelo hûn çi difikirin ? |
|