| Nivîskar | Nivîs |
ismetdax Hevalê Nû


Endambûn: Dec 25, 2007 Nivîs: 13
Welat: Turkîye/Ezmîr
|
| Sernivîs: Jîyan û Helbest ên îsmet Dax |
 |
|
Îsmet Dax (* 1965) hunermend û bestekar ê kurd e
Îsmet Dax li Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê hatiye dinê.
Dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Dêrikê xwandiye. Dax, hîna di zaroktiya xwe de bi mûzîkê ve mijûl bûye û gava kû diçû dibistanê,di gelek þev ên çand û hunerî de derketiye ser dikê.
Wê demê gelek hunermend ên bi navdar weka Erdoðan Yapýþtýran û Turhan Yapýþtýran ji wî re li sazê dane.
Ji ber kû wê demê kurdî qedexe bû, helbestên xwe bi tirkî dixwand e.
Ji ber gelek sedeman, di sala 1984 an de ji welêt dêrdikeve û tê bajarê Ezmir'ê, bi cih dibe.
Di sala 1990'î de bi navê Koma Tûrcel'a komekê dadimezirînin.
Koma Tûrcel'a nêzîkî sê salan li bajarê Ezmir'ê tevlî þahî û dîlanên Kurdan dibe.
Piþtî avabûna þaxa NÇM(NAVENDA ÇANDA MEZOPOTAMYA) ê li Ezmîr'ê;Dax, di sala 1993'î de li wir dest bi xebatê dike.
Di sala 1997' an de,ew û sê heval ên xwe(Gafûr,Feyrûzþah Özer,Welat Özer)komekê di bin bask ên NÇM ê ya þaxa Ezmîr'ê de, bi navê Koma Jiyana Welat ava dikin.
Di sala 1999'an de,albûm a xwe ya yekemîn,bi navê Dewra Mêhdî hat amadekir û ev kaset ji hêla Medya Mûzîk ve hate belav kirin.
Ev kaset ji donzdeh helbestan pêk hatibû, gotin û gelek mûzîk ên vê album ê ji aliyê Îsmet Dax ve hatibû amadekirin.
Dax,gelek helbest dan hunermend an, wek Hozan XANEMÎR,Koma Mazlûm,Saadettîn û Mewlûde, Hozan Botan,Hozan Jîyan,Þêxmûs,Dawid ê Çinar î,Koma kevok a aþiti,Mehmed Koç,Elif Koç,û,hwd.
Albûm a Îsmet Dax,a ewil-DEWRA MÊHDÎ HAT
(A)
Dewra Mêhdî hat
De rabe Xanê
Bilîrîn in
Rinda min bûye wezîr
Qelenê min pirr biha ye
Dîlber
(B)
Werin em bi heval bin
Giya di bin kevir de namîn e
Bes e lo bira!]]
Kê çi kiribe wê bijîn in
Ewil toxim bû
Silav û hurmet
Albûm a Îsmet Dax,a duda-AMADEYE
(A)
LO LAWÝKO
WELAT Ê ROJ Ê
HUNERMEND
TU HERHEBE CAN A MÝN
ÞÊN BÝKÝN
XWEÞÝK Û SERBÝLÝND E
(B)
ÞERVANO
BÎST Û YEK Ê ADAR Ê
WAYE TÊN
ROZERÎN A MÝN
GUL A MÝN GULPERÎ YE
ÇÝLA RONÎ VENAMÝR E
BENDA KARKERAN
Lêdixin benda karkeran
Lêdixin li Niþtiman
Lêdixin benda karkeran
Lêdixin li Kurdîstan
Dane berxwe û dimeþin
Li Cizîr a botan.
Dane berxwe û dimeþin
Li Amed û xerzan
Karker ên me bi rêketin li deþt û banî an
Dane berxwe û dimeþin,ketin metrepol an.
Lêdixin benda karkeran
Lêdixin li Niþtiman
Lêdixin benda karkeran
Lêdixin li Kurdîstan
Dane berxwe û dimeþin
Li Cizîr a botan.
Dane berxwe û dimeþin
Li Amed û xerzan
Þoreþger keç û xort ên me,rê nîþan daye jiboy me.
Dane berxwe û derdixin,neyar ji xak a me.
Lêdixin benda karkeran
Lêdixin li Niþtiman
Lêdixin benda karkeran
Lêdixin li Kurdîstan
Dane berxwe û dimeþin
Li Cizîr a botan.
Dane berxwe û dimeþin
Li Amed û xerzan
Zivistan kirne bihar,xwendewan ên çekdar.
Gav bi gav pêþveketin,serkeftin bû dîyar.
Lêdixin benda karkeran
Lêdixin li Niþtiman
Lêdixin benda karkeran
Lêdixin li Kurdîstan
Dane berxwe û dimeþin
Li Cizîr a botan.
Dane berxwe û dimeþin
Li Amed û xerzan
Helbest û muzîk
Ýsmet Dax
Rastkirin Hozan Xanemîr
BARAN DÝBARÎYA
Baran dibarya,evîn gûr dibû!.
Vêketibû erþ û ezman,êdî didîtin çav ên girtî.
Dihelîya cemed a nava dil ê dayîk ên bi xemgîn,diherikîn çem û kanî.
Lehî radibû û pêl dida xwe berê xwe dabû nava deryayê.
Paqij dibû gend û gemar ji ser wecîyên þev ên bi qitran.
Dicûrisan de,êdî rûpelê dîroka mirovatîyê.
Baran dibarîya;Jîn þên dibû.
Baran dibarîya;Ewr ji hev belav dibû.
Ezmana derxistibû keskesor,tîrêj ên rengîn ji xwe weþandibûn.
Hêvî xuya dibû jiboyna bê gûmana,jiboyna bê bawer an.
Dikenîya êdî wecîyên qîz û xort ên bê mirad.lez didan xwe û dibezîyan yek bi yek jiboyna kû bigêjin armanca xwe.
Bawer kiribûn carekê ji gotin a bav û kalan. Wer hîn bûbûn jî bavpîr ên xwe:
"Kî di bin keskesor ê de derbas bibe;Ewê bigêjin hemû daxwazi û armanc ên xwe."
Ahd dabûn hevdû gelek keç û xort ên evîndar!.
Bê rawestin dibezîyan jiboyna kû di bin keskesor an de derbas bivin.
Gelek evîndar dîl mabûn di binê hefs û zindan an,di nav qefes an de.
Berxwe didan jiboyna kû ew jî di bin keskesor an de derbasbibin,lê Beko Ewan an nedihiþtin,deryê hesinî li ser wan girtbûn û serê wan di hundurê qefes an de peçiqandibûn.
Dikelîya êdî evîn a nava dilê lawik ê Ercîþ'î !.
Dixwaste heval ên wek wî jî,ji qefes an der ên û di bin keskesor de derbas bivin
Gola WAN' ê þîyar dibû ji xewa hezar sal an,diþewitî hebûn,jiboyna tunebûnê.
Baran dibarîya,hebûn þên dibû.
Baran dibarîya ewr ji hev belav dibû.
Êdi,ji binê heft tebeq erd,tov ên hezar sal an didan der.
Dar û ber an;Pel û kulîlk ên xwe,ji nû de vedikirin.
Þahî difûrîya ji ser xaka MEZOPOTAMYA.
Kevok ên hinevan meþale vêxistibûn û rêz girtibûn mîna stêrk an.
Girêdayî felat dibû,bîyanî ji holê radibû.
Penaberî qedyabû,Kerwan êdî vegeryabûn.
Diþûrikîn êdî maar û tûpiþk diketin binê heft tebeq erd,diketin binê qelþ ên kûr û tarî û tune dibûn.
Keskesor dibû bawerî,gotina bav û kalan hatibû cî.
"Kî di bin keskesor ê de derbas bibe;Ewê bigêjin hemû daxwazi û armanc ên xwe."
Baran dýbarîya,hebûn gûr dibû!.
Baran dibarîya,sorgul vedibûn.
Helbest:Ýsmet Dax
03-06-1997
DîLBER
Tu weka gulekê vebû ye di dilê min de;
Erd û ezman ê min tu ye,ronî ya çavê min.
Xweþikbûn a te bû ye bela li serê min;
Ma ne bese Dîlber,de were ba min.
Dîlber ê dîlber,dîlber a min ê!
Dîlber ê dîlber,hebûn a min ê.
Dîtinek te hêja ye hemû cîhan ê;
Xemla te bi rengîn e,ji gul ên bihar ê!
Sînga te tevd e neft e,tu buhiþt a minê;
ma ne bes e dîlber,wer vê dîlanê.
Dîlberê dîlber,dîlber a min ê;
Dîlber ê dîlber,hebûna min ê.
Ezê te ji xwe re bikim,bûk a dil ên xwe;
Bixemilîn im te,dînim ser nav ên xwe!
Ezê,bighêj im meqsed a bav û kal ên xwe;
Ma qey nebes e dîlber,can diidim jiboy te..
Dîlber ê dîlber,dîlber a min ê;
Dîlber ê dîlber,hebûn a min ê.
Helbest û muzîk
Îsmet dax
NATÝRSÝM
Natirsim,narevim ez ji vê jînê.
Tucar an bernadim doza hebûnê.
Li dû zivistanê timî bihar e;
Ez hertim gûr dertêm jiboyna Zîn'ê.
Deng û nav ê min;Hêz a min e.
Buhiþt e gulistan,cî û war ê min e.
Seyîd Riza û Þêx Seîd;Bavpîr ên min e.
Bila cahþ,bila xayîn,ji xwe bitirsin.
Natirsim,narevim ez ji vê jînê.
Tucar an bernadim doza hebûnê.
Li dû zivistanê timî bihar e;
Ez hertim gûr dertêm jiboyna Zîn'ê.
Star im,pola me,xofim wek gebar.!!
Heybet im,niþît im,jiboyna xwînxwar.
Gava kû bihejim,wê dinya bê xwar.
Ez im ew þoreþger,ez im ew kedkar.
Natirsim,narevim ez ji vê jînê.
Tucar an bernadim doza hebûnê.
Li dû zivistanê timî bihar e;
Ez hertim gûr dertêm jiboyna Zîn'ê.
Çîya mim,hêz a min gelkî giran e.
Li dor min êdî eþq û dîlan e.
Zava ye ew karker,bûk pir ciwan e.
AMED bûye paytext,warê memyan e.
Natirsim narevim ez ji vê jînê.
Tucar an bernadim doza hebûnê.
Li dû zivistanê timî bihar e;
Ez hertim gûr dertêm jiboyna Zîn'ê.
Helbest û muzîk
Ýsmet Dax
DÝLÊMÝN
Ez îro jî,ji te re amade me!.
Ma qey nabîn in,bê ez çawa bi te ve girêdayî me.
Çav ê min,bê te nabîn e.
Guh ê min,bê te nabihîz e.
Ziman ê min,bê te naliv e.
Dest ê min bê,te ranahêj e tu tiþt an.
Nig ê min bê,te gavan navêj e.
Hest û raman ê min,bê te naponij e.
Bê te zivistan im,þevreþim!
Tu bihar û roj a cîhan a min e,tu xwîn a nava tamarêmine,tu hestîkê nava goþt ê min e dilêmin.
Tu kûûr e;
Tu fireh e:
Tu diêj e;
Tu star e:
Bi hebûn a te ez lý ser pîya me,ma qey nizan in,ez bê te najîm dilêmin.
Ma qey nayê bîrawan?
Hîna berî kû ÎSA bê ser rûê cîhanê ez hebûm,û min hîna wê çaxê jiboy na raperîn û serhildan a te þûr û mertal afirandibû li hemberî dehaqê zulimkar.
Ez Mem bûm,tu Zîn bû
Ma ni EHMED'é XANÎ jî,di pirtûk a xwe yî pîroz de,vê evîn a min û te anîbû ziman.
Ma qey nedîtin;Xayîné Beko Ewan ji,nikarî bû min û te ji hevdû bikira.
Tu kes nikare çav an berde hebûn a te,dest an bavêjin gulî ên te!.
Tu;Ez im.
Ez;Tu me.
Tu tune be ez nabim xwe dilêmin.
Çîya me,li seranserê Mezopotamya yê,nobedar ê te me.
Min,bi hezar caran,can û cesed ên xwe,ji te re kire xelat û qelen.
Min,bi salan jiboyna te raperîn li darxiste û di binê zindan ên reþ û tarî de,li berxwedam.
Ez,bi hebûn a te ji nav çar dîwar an de derbasbûm,û dîbûm meþaleya hemdemîn jiboyna ronî bibe bergîya me.
Gelek caran,bûm ba û bahoz û firton e û birûsk!
Tîrêj ê min xwe ji ezman ê heft an berdida nava dil ê xayîn û bêbext û fesad an.
Tune dibûn yek bi yek ew ên kû li hemberî hebûn a min û te dibûn asteng.
Dibûn hecacok radibûm ji erdê:
Dibûm tofan û zelzele,gelek gund û bajar ji ber heybet a dengê min ser û bin dibûn.
Û îro jî min,evîn a xwe û hebûn a te kirîye helbest û name ji gel ê cîhan ê re þandîye.
Êdî hemû kes dizanin vê eþq û serpêhatîya min û te.
Dîrok a mirovatîyê,di hebûn a me de derbas dibe.
Êdî em gîhaþtine armanca xwe,þoreþ a min û te bi serketîye.
Govend e,cejn û pîrozbahî ye,li herder an.
Ji hemû gel ên cîhanê xwazgînî hatine dîtin a min û te.
Min,AMED ji te re kire paytext.
Min,bi xeml û xêza te yî heft reng xemilandîye birc û beden û text ên te.
Êdî têl ên tembûr an,Ji xêndî hebûn a min û te pêv tu tiþt an lênad e.
Êdî pênûs,hebûn a min û te tenê dinivîsîn e.
Tu êdî bûye bûk a qewm ê min li ser xak a Mezopotamya,wê êdî timî bijî hebûn a min û te.
Ez bûme;KURD.
TU bûye;KURDÎSTAN,DÝLÊMÝN.
Helbest :Ýsmet Dax
17-07-1997
KÊ ÇÝ KÝRÝBE,WÊ BÝJÎN E.
Pir seriþk e,zû jibîr dike;
Kêmasî an,sedbare dike.
Rexnê kesî qebûl nake;
Ew her timî,bi a xwe dike.
Dibêj e;" ez,her tiþtî dizan im"
Ji xwe pêv,keskî nafikre.
Rûniþtîye li ser kedê;
Armanca mezin,jibîr dike.
Nizan in wenî namîn e;
Rastîyê, ronahîyê bîne.
Xwedî ên kedê,dilbirîn e;
Kê çi kiribe,wê bijîn e.
Tiþtek veþartî namîn e.
Tim dibêj e;" ez,rêber im"
Mirov an,ji xwe direvîn e.
Dibêj;"ya hûnê bibe wek min;
An jî,jîyan ji we re nîne."
Çav berdan e tac û text an;
Bûne,Beko Ewan li ser me.
Gelê dinyê,giþ bi wan dizan in;
Emelê wan li ber çavan e.
Nizan in wenî namîn e;
Rastîyê, ronahîyê bîne.
Xwedî ên kedê,dilbirîn e;
Kê çi kiribe,wê bijîn e.
Tiþtek veþartî namîn e.
Roja me,waye hilatî ye;
Berx,ji kozan derketî ye.
Xwedî,bi diz ên xwe,esya ye;
Sitarî, ji revê re nema ye.
Ger em mar ên nav xwe,derîn;
Para þêr,ji dest rovî derîn.
Ev mîhrîcan,ne jiboy kes e;
Bi rûmet e,jiboy herbeþ e.
Nizan in wenî namîn e;
Rastîyê, ronahîyê bîne.
Xwedî ên kedê,dilbirîn e;
Kê çi kiribe,wê bijîn e.
Tiþtek veþartî namîn e.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
17-05-1997
BES E LO BÝRA
Bese lo bira,kanî dest ên xwe;
Dayîka me yek e,þerm e jiboy me.
Ên bav ên me kuþt,me ji hevdû dûr xist;
Perçebûn a me,me tune dike.
Dijminê mezin,di serê me de ye;
Mejû ên me duxu,tim dijî me ye.
Ger,em binasîn in kesanetîyan xwe;
Me,bi vî aqilî,tim wendakÝre xwe.
Bese lo bira,kanî dest ên xwe.
Ger em týxub an,rakýn jý erd an;
Jiboy, zaro ên me, azad bijîn in.
Bav û kal digot;"dijmin nabe dost;
Tevdîr û tifaq,wê bixîn e post."
Bese lo bira,kanî dest ên xwe.
Bese, em êdî xwe nexapîn e;
Mirov ên seriþk,kes nahebîn e.
Bav û kal digot;"bi ziman ê xweþ;
Ger em maar an, ji qelþa derîn in."
Ger em bernedin,doza serxwebûn;
Ger em bibe mînak,jiboy pêþveçûn.
Ev e a rastî,ev e biratî;
Ger em bibin yek can,jiboy wekhevî.
Bese lo bira,kanî dest ên xwe.
Helbest:Îsmet Dax
Muzik:Koma Jîyan a Welat
05-01-1997
GÎHA,DÝ BÝN KEVÝR DE NAMÎN E.
Nav ên me yî bav û kal an;Tucar an wenda nabe.
Heta kÛ,cîhan hebe;Emê her timî bi deng bin.
Rêça me,rastî û ronahî ye;Emê hertim pêþve herin.
Me li her cîyan,tov danî ye;Bila her kes, baþ bi zanibin.
Emê bijîn in azadîyê;Bila herkes,baþ bi zanibin.
"Gîha di bin kevir de namîn e";Dûr nêzîk,wê xwe derîn e.
Hebûn ê bîne maf ên xwe;Dinya bi dore,wer namîn e.
"Ayê bizina kol,ji a qiloç re namîn e."
Em kurd'in,tov ên Med'a ne;Jîyan,bi xwe tekoþîn e.
Heta kû yek ji me hebin;Wê,dîrok a me tim lêbe.
Rastî,xwe tim zêde dike;Nebaþî yê,ji holê radike.
Ev tekoþîn,bê mirin e;Emê ji nû de,xwe þên bike.
Evîn,bingeha buhiþt e;Wê,dijîtî yê qir bike.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
23-11-1997
QELEN Ê MÝN PÝR BUHA YE
Ez,gulek bi bêhn û bi rengîn im;
Li ser min tim raperîn e.
Herkes-î çav berdane min;
Nizan in ez dergîstî me.
Qelen ê min pir buha ye;
Ne bi zêr û ne bi pera ye.
Nayêm firotin,nayêm kirîn,
Ez bûka gelê kurda yim.
Dîrok a min,ji çar beþ a ye;
Ýlm û cewher,di nav de ye.
Sînga min,tevde xezîne ye,
Tu çi bixwaz e,li ser heye.
De bê aqilno qey hûn nizan in?
Ev bû hezar û sed sale,tim raperîn û serhildan e,li ser can û cesedê min danîye.
De qey hûn nizan in;Gelek qîz û xort ên hêja xwîna xwe li ser min rijandî ye!
De qey hûn nizan in ez bûka gelê kurd a me!
De qey hûn nizan in ez namûs û þeref a,hebûn a pakrewan im,de loy loy!
Qelen ê min pir buha ye;
Ne bi zêr û ne bi pera ye.
Nayêm firotin,nayêm kirîn,
Ez bûka gelê kurda yim.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
24-08-1996
DE RABE XANÊ
Karker;Êdi vegeryabûn ji ser karê xwe:
Bênder lý ba kirbûn û êdî debra xwe yî hezar salan,rakirbûn ji erdê.
Kinc ên xwe yî bi qirêj avêtibûn.
Û,êdî kinc ên xwe yî nûjenî,li ser bejn û bala xwe girêdabûn.
Bûkek,jý xwe re xwastibûn ji can û dil de.
Govendek herî mezin li darxistibûn.
Keç û xort ên evîndar ketibûn dest hev,êdî çand û huner pêþkêþ dibû.
Memyana waha bangdikir in:
De rabe Xanê,rabe;
Rûniþtandin ji me re nabe.
Bavêj e kul û kerba;
Govend,bê te geþ nabe.
Îro dîlan a me ye,
Cejn û þahî a me ye;
Bilind bûye al ên me,
Roja hebûna me ye.
De rabe Xanê,rabe;
Rûniþtandin ji me re nabe.
Bavêj e kul û kerba;
Govend,bê te geþ nabe.
Keç û xort xemilînin,
Helbest an ji hev re dixwîn in;
Dest û mil danin hevdû,
Qahra salan dirjînin.
De rabe Xanê,rabe;
Rûniþtandin ji me re nabe.
Bavêj e kul û kerba;
Govend,bê te geþ nabe.
Rabe çav an bide ber kil,
Bejn û balê girêde;
Dest ên xwe bide dest ê min,
Em ji berbû an re bilîrîn in.
De rabe Xanê,rabe;
Rûniþtandin ji me re nabe.
Bavêj e kul û kerba;
Govend,bê te geþ nabe.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
03-01-1998
PÎROZ BE
Ew hisreta hezar sal an, êdî qedya ye;
Dipijiqe êdî jîyan ; li her cîh fûrya ye.
Ranaweste rastîya ronî;
Vêketîye hêyva Medî;
Bûye tîrêj ên rojê, venamir e.
Erd û ezman neqiþî ye,
Bilbil,bi gul an þa bûye.
Buhiþta mirovatî yê, ava bûye.
Pîroz be,li dinê.
Pîroz be rastiya evînê
Bergîya ronahîyê herdem vekirîye
Bend û sînor ên qasê, ji holê rabûye
Êdî çav rastîyê dibîne,
Kes nema xwe bixapîne.
Hurmet û eþq hatinê dinivîsîne.
Jîyan;Bi xwe, tekoþîn e.
Serdest êdî hew dijîn e.
Ez jî bûme xwedî cîh û war li cîhané
Pîroz be, li dinê.
Pîroz be rastiya evînê
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
15. 06. 1998
HEBÛN ÝM
Evîn e,havîn e, bihar e dil ê min;
Þêrîn e,delal e,heval a emir ê min.
Mizgînî yê ji min re tîne,heval û hogir ê min;
Nav û maf ê min;Êdî,serfiraz bûye.
Rêber û rêzan an,rê vekirî ye;
Xwendewan û karker,hemû xwe dîtî ye.
Þoreþger û þervan,meqsed anî ye;
Waye êdî awaz di de,ilm ê helbest ê min
Xemla min rengîn e,ji gul ê bihar ê;
Hêz a min giran e,wek çîya ên Sîpan ê.
Ez ji can çêbû me,hebûn im li dinê;
Tim heme li serxwe me,li nava jînê.
Helbest û muzîk
Îsmet dax
24-05-1998
WELAT Ê ROJ Ê
Roka me xuyabû li navend a cîhan;
Tîrêj jê kiþya ye,ronîkir jîyan
Nav û maf payêbû her dor neqiþî;
Welat ê roj ê,bû paytext a gel an
Welat ê roj ê,dayîk a can e;
Dergûþ û çand a gel ê cîhan e.
Welat ê roj ê, war ê memyan e;
Gelek mêrxas an, can li ser dane.
Xwelîya gunda li ser ê çahvnebar a be!
Xwelîya gunda li ser ê xêrnexwaz a be!
Xwelîya gunda li ser ê xayîn û fesad a be!
Evîn û hurmet û eþq,her tim rêber e. ..
Welat ê roj ê, dayîk a me ye.
Welat ê roj ê, xelat a me ye.
Welat ê roj ê dîrok a me ye.
Welat ê roj ê bihuþt a me ye.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
17 07 1997
ÞERVANO
Tu,bi xêr hat naw jîyan a me;
Were rûnî li kêlek a me.
Ser ê me gelkî bilinde;
Ji ber hatin û dîtin a te.
Te pir zahmet dît jiboy me;
Bibaxþîne kêmasî ên me.
Ew roj ên geþ te anî ye,
Em rêz digrin ji hebûna te.
Lo þervan lo, Evîndaro lo.
Þervan ê me bi xwe RONÎ ye;
Ser bilind e, ji pola ye.
Zane û merd û egîd e ;
Tirs û xof a þevreþ a ye.
Te anî xwar text ên neyar ;
Te ji me re þên kirîye cîh û war
Te naqokî ji nav me avêt ;
Te me gîhan de rêça rast
Lo þervan lo, Evîndaro lo.
Buxe ji bax û baxç ên me;
Qedyaye êþ û jan a me.
Cejn û Azadî û aþî ye;
Em ji dil û can himez dikin te.
Daxwazîyên xwe ji me re bêje;
Em amade ne ji boy te.
Heta kû em hebin li dinê,
Em qet tenê nahêlin te.
Lo þervano lo, Evîndaro lo
Helbest:Îsmet Dax
Muzîk: Feyrûzþah Özer
Rastkirin :Koma Jîyan a Welat
11- 02- 1997
GUL'A MÝN GULPERÎ YE.
Eþqa xwe, xiste dil ê min
Bû xwîn,kete tamar ê min
Hebûna xwe daye min;
Gul am,gulperî ye.
Evîn a bê sînor e;
Xemla wê,keskesor e.
Xwî þêrîn û delal e;
Çaw xezal û þemal e
Ew nan û av ê min e,
Ew bax û baxçe ê min e
Ew sebir a dil ê min e
Gulam gulperî ye.
War ê min bi wê þên bûye;
Birîn êm derman bûye.
Guherî jîyan a min;
Suuhûda min vebûye
Ew tac û text ê min e;
Ew erd û erþ ê min e,
Xelat û ked a min e,
Gulam gulperî ye.
Hêz a min bi wê xurt bûye,
Çahv û heþ ê min vebûye.
Dijîtî ji holê rabû;
Maf ê min bi serketî ye.
Ez bi wê li ser pîya me,
Eþqa wê ez avda me.
Ronîya þifaq a me,
Gul am gulperî ye
Helbest:ÎSMET DAX
Muzîk:Feyrûzþah Özer
Rastkirin: Koma Jîyan a Welat
LO LAWÝKO
Þivan rûniþtibû li bin dar an;
Piþt a xwe dabû zinar an.
Bilûr a xwe ji dil lêdida;
Jiboy xatir ê va beran an.
Mahr û tûpiþk tevizîbûn;
Gur û Rovî man li piþt derî an.
Berx û kar an çindik davêt;
Pez diçêrîyan li her cîhan.
Lo lawiko,lo þivano.
Lo lawiko, lo rêzano.
Lo lawiko ez bi heyran;
Waye tên bêryê Bêrîvan.
Danin dû hev bi eþq û kêf in;
Satil û meþk li ser mil ê wan.
Poz xizêm in, çav bi kil in;
Bi heft renge fîstan ê wan.
Evîndar ê dîtin a te ne;
Dermanin jiboy birîn an.
Lo lawiko, lo þivano.
Lo lawiko, lo rêzano.
Helbest û muzîk
îsmet dax
20-09-2001
HUNERMEND
Hunermend, diþkînin zincîr û qeydan;
Ronahî yê dixînin þevreþ ên qitran.
Derî ên girtî tucar an li ber wan namîne;
Timî radikin ji holê,çewt û tixûb an.
Hunermend, hunermend;
Zana Hunermend.
Xwedîyê ilmêa nûjen;
Tuye hunermend.
Hunermend, baþ di nasîn jan û jîyanê;
Pêþîya xwe dibîn in,tim dibin derman.
Diafirîn in hebûna wenda yî;
Hunermend , þên dikin çand û dîrok an.
Hunermend, hunermend;
Kedkar hunermend.
Hostayê jîyané;
Tü ye, hunermend.
Hest û ramanê hunermend;Kûûr e, derya ye;
Mîna teyrê baz in, tim li herder a ye.
Bê tirs û bi xof in,çav nagirin ji hovîyê;
Diçîn in eþq hurmetê, jiboy hebûnê.
Hunermend, hunermend;
Memyan hunermend;
Aþî û azayî;
Tu ye Hunermend.
Kesanetîya hunermend;Timî nûjen e.
Nayên firotin tucar an, ew bi xwe cewher in.
Li hember kevnarîyê, tim þoreþger in;
Rengîn in, xemgîn in! Lêê, ne rêcber in.
Hunermend, hunermend;
Þervan Hunermend.
Hunermend, hunermend;
Ronî. Hunermend.
Helbest: îsmet dax
Muzîk:Ýsmet Dax
15 -8 - 1997
DEWRA MÊHDÎ HAT
Zulum diqed e êdî.!!
Jîyanek e nû destpêdibe.
Mejî ên gemar û war ên kevnar e êdî tê guherandin û êdî ilmekî nû li ser mejî ên gemar tê afirandin.
Hemû gel ên bindestû mazlûm,êdî digêjin meqsed û mirad ên xweyî armancî.
Herkes êdî li ser maf ên xwe ewê jîyan a xwe bidomîn e.
Dem dema wekhevî yê ye.
Dem dema biratî yê ye.
Dem dema aþîtî yê û azadî a mirovatî yê ye.
Li hemû gel ên cîhan ê pîroz û mubarek be.Dewra mêhdî hat.
Tîrêj dakete ji êrþ an,
Xwe berda nav dilê cîhan.
Diþikeste êdî tirs û xof,
Dayîk an ÊGÎT welidand.
Pêl dida xwe dîcle û ferat,
Tixûb radibû ji nav rojhilat.
Çerxa jîyanê güherand,
Dewra MÊHDÎ hat.
D'em bikin xebat.
Êgît bûn þervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û baþûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat!..
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.
Berxwedan hebûn kire felat;
Jîyaneke nû ji, me re kire xelat.
Gel ê Kurd û gelek mazlûm;
Bûn xwedî dîrok û Welat.
Êdî talîya þevreþê hat.
Tixûb rabû ji nav çep û rast,
Dinya me kirin e gulbihar.
Dewra MÊHDÎ ye,d'em bikin xebat.
Êgît bûn þervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û baþûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat!..
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.
Helbest û Muzîk
Îsmet Dax
EWÝL TOXÝM BÛ
Ewil toxim bû,di qalika de bû;
Kete nava xakê,pir dar jê çêbû.
Þax û kat jê kiþyan,girt dora dinyê;
Pir tahm pêve þên hat,jîn da hebûnê .
Ewil yek bû,bûn milyar li ser erþ û ezman;
Bûn xozayî,xweþikbûn didan niþtiman.
Bûn gulîstan,keskesor kiþandin ruê ezman;
Dibûn al,jiboyna hebûna her can.
Buhiþt a hemdem în,jîn kire bê mirin;
Hemû gel ên Mazlûm,di nav de disitirin.
Cîhan e ke nû ava bû, jibo jîyan e ke;
Dadgeh ên xwe rexna,çêdike hebûn.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
12-06-1998
EZ KARKER ÝM
Ez karker im:
Keda min; Xwuydan a min e.
Ranawestim ji ber karê vê jîyanê.
Dest ê min,çav ê min,zarav ê min,hest û raman ê min:Hêz û çek a min e.
Ez diçînim çandinî yê,geþ dikim rû ê cîhan ê.
Cotkarî me,bi þev û roj an,diqelêþim zik ê erdê;
Derdixîn im neft û cewher,min keda tu kesî nabê
Diafirîn im jîyan ê,mal û milk,bê min çênabê.
Nabim kole û rêcber ê kes,min wek herkes an xwe dibê.
Ez im felat,ez im heybet,hatina xwe nakim bin pê!
Xwenda me ji bav û kal an,ez xwe hînbûm e ji karistan an.
Ronî me,roj a li ezman im,germ a ya min debir ê tîn e.
Asteng im li hember niheqîyê,bêdengî yê diwestîn im.
Lêkolîn im,tekoþîn im;Þoreþ ê,tim li dar dixîn im.
Qeyd û zincîr li min nayê zevt ê,hefs û zindan min hilnîn in.
Cûda yî li ba min tune ye,ez her beþ an dihebîn im.
Li hember zalim û serdest;Ser ê xwe qet natewîn im.
Ez karker im.
Helbest û muzîk
Îsmet dax
14-04-1998
WAYE TÊN.WAYE TÊM
Waye tên,bi ref bi ref,ji her çar hêl ê cîhan.
Mezin,bi çûk,kal û pîr,tev lorîk an waye tên.
Bi huner û bi hêz û bi saz,bi çand û dîrok î tên.
Kîn û buxd avêtin e,bi eþq û hurmet î tên.
Waye tên,bi zanistî,bi perwerde,bi rastî.
Bi rêxistin,bi sazgeh,bi desthilatî ya pakî!
Waye tên,waye têm.
Waye tên ba ronahî yê, pîroz dikin aþîtî yê.
Kedperest î bi serketî ye,dikene rûkê heyvê.
Nav û maf û dengê nû;Gerdûnî ye,jiboy jînê.
Kedkar û amade ne,jiboy bingeha Netewî yê.
Waye tên,bi zanistî,bi perwerde,bi rastî.
Bi rêxistin,bi sazgeh û bi desthilatî ya pakî!
Waye tên,waye têm.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
AÞÎ ME
Vekin ,vekin,rêça min vekin;
Kevoka sipî me jiboy we,rûmet im.
Ne ar û pêt im,jîn ê þên dikim;
Dîrok a we me ez,aþî yê çêdikim.
Berbanga sibê me,mizgînî û çand im;
Evîn û hurmet im,li her der dibarim;
Keskesor a ezman im,al a azad im;
Hebûn û hatin a gelê cîhan im,
Helbest û Muzîk
Îsmet dax
14-04-1998
PAYTEX A CÎHAN TU YE
Gulîstana min,tu ye!.
Evîna bi rûmet,tu ye!
Zîn a Zeydan a,tu ye;
Mem ê alan'a,wez im.
Tu ye,kevir û kuç ê min;
Tu ye,çîya û banî ê min.
Tu ye,dar û devî ê min;
Erd û zêvî ê min,tu ye.
Hêlîn a min,li ser te ye;
Neft a min,ava te ye.
Bê te najîm ruh ê min;
Hebûna min, tu bi xwe ye;
Tu ye,nûr a çav ê min;
Tu ye,þîr ê dayîk a min;
Tu ye,heval a li ba min!
Pozçeleng a min,tu ye.
Text ên te,ji pola ye;
Zêrr û mahden,di bin de ye.
Jîyan,li ser te çêbû ye;
Dergûþ a perwer tuye.
Tu ye,tov ê her beþ an;
Tu ye,sitar a her can.
Tu ye,xwîn a pakrewan;
Paytex a cîhan,tu ye.
Helbest û muzîk
Îsmet dax
HEBÛN A MÝN
Tucar an,dest ji te bernadim;
Bi mal û milk an,þa nabim.
Bê hebûn a te nasnabim;
Tu hêvî ye,evîn a min.
Bê te,þên nabe war ê min.
Hisret a te,raperîn e;
Armanc a te, mirad tîne;
Hebûn a te ez im canê;
Qeyd û zincîr an diþkîn im.
Jiboyna te,tim dijînim.
Tu, evîn a nav dil a ye;
Tu dayîk e,tu xoz a ye .
Geþî û ronahî, tu bi xwe ye;
Tu hebûn a Memyan a ye.
Helbest û Muzîk
Îsmet Dax
22-03-1996
RASTÎ ME
Na êþ im,ne serxweþ im,hertim î geþ im;
Ji ber nezanî û kêmasî an,qet ne rûreþ im.
Ji berê xurtir im,pola û hesin im;
Bê gazin û biryardar im,fikir mezin im.
Kê got"ronî tarîbû ye"roj,her tim î þewq ê dide.
Meqsed,ji zû de bi serketî ye,bê aqil an hîn nedî ye!
Nebî ê min xwe hînbûn e,nema êdî radiwestin.
Birînê kul derman dikin, nexeþîyê ji hradikin.
Rastî me,ji kesî ne dûrim,hebûn im, li ba herkes î me.
Gah ba me, gah jî baran, jiboy jînî rahmê tînim.
Ne pêti me, jî ar im, dojhe yê ji holê hiltîn im;
Nebaþî,ji dor min direv e,cemed a dil dihelîn im.
Helbest û muzîk
Îsmet dax
XEWN A RENGÎN
Ketibûm nav xewnek þêrîn;
Min ji xwe re dibû,gulek bi rengîn.
Bi min re,kenya bi lêv ên þekir;
Heþ û aqlê min, bi xwe re bir.
Bejna wê,wek dara bîhê;
Çav xezal bû,xwî þêrîn ê.
Hingî xweþik û bedew bû;
Bi heft dila,dil ketibûm wê.
Min bang kir wê;Lê qemer ê,
Tu kî ye? lý va ra çi digerê?
Xeml û xêza xwe, li ba dikir;
Dilê min, li pê xwe kaþ dikir.
Gulî hûnayî bû, rindê;
Taca zêrîn,li serê wê.
Li ser hespek î rewan bû;
Li dor wê,þewq û þemal bû.
Nûr, ji wecîyê wê difûrîya;
Tîrêj ên xwe, dabû gelya.
Dest ên xwe, dirêjî min kir;
Ber bi wê de çûm,ew ji min revya.
Min, dabû dû þemala wê;
Gul û gîha, girtibû navê.
Gah wenda bû,gah xuya bû;
Gelek þev û roj an, mam lî pê.
Min xwe di dît,li ser Sîpan im;
Dengê þahîyê, dihat guh min.
Govendek li dar ketibû;
Xecê û Sîyamed, di nav de bûn.
Mem û Zîn,ketibûn destê hev;
Dilîrandin,keç ên bedew.
Ehmed'ê XANÎ, ji wêde dihat;
Lê hatibûn hev,hozan ên hest.
Hunermend an,li saz a didan;
Helbest û awaz berdidan.
Hemdem an,meþale radikir;
Egîd an, deng bilind dikir.
Toz û dûxan, radibû ji erdê;
Bûka gelî ,dihate ji wêdd.
Hespa bin wê,dîs rewan bû;
Xêlîya li ser wê, ji heft renga bû.
Xwazgîn î ên wê,ji her cî hatibûn;
Ser û bin karwan, nexuya bû;
Bûbûn berbû,pir jin û mêr.
Dê,tev zarok an li vir bûn.
Min, xwe berdida ji ser sîpan;
Min dît,bûk bû ew þewqa han.
Ber bi wê de çûm,ew, ber bi min de hat;
Þahî, difûrya ji her cî-yan.
Gava kû, em hat nêzî hev;
Betal dibûn, awaz û def.
Gelî, heyirî û þaþ mabûn;
Ji ber vê heybeta, bi çeleng.
Nabêna me, tiþt nema bû.
Pozikê sola me, li hev dabûn.
Dest êm, bi xweber çû xêlîya wê;
Dengê def û zurne a, li ba bûn.
Ew bi xwe bû, a kû ez li pê;
Min dîsa pirsî,tu kî ye lê?
Ji min re got;" Kurdîstan im"
Min, xwe j nû de dît e li dinê.
Min, himêzkir rengîna xwe;
Xewna min dît,ez kirim xwe.
Ez jî bûm xwedî maf, li dinê;
Gîham meqseda bavê xwe.
Helbest û muzîk
Îsmet dax
23 -05-1998
SÝLAV Û HURMET
Ew ilm ên we yî pak û bi rûmet;
Dîrok û nav û maf da ye min.
Ez ji nû de xuluqand im;
Bûme mîn a însan hatim e.
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwedî ên ilm ên nû,ji we re silav û hurmet.
Gotin;"Çek a herî mezin,
Rexne û xwe rexnekirin e"
Gotin;"Evîn a Mem û Zîn,
Jîyan ê diafirîn e".
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwedî ên ilm ên nû,ji we re silav û hurmet.
Bûn rêber ê aþîtî yê,
Çek û ceng ji holê rakir in.
Tixûb rakir in ji dubendî yê,
Hemû zindî bi xwe þîyarkir in.
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwedî ên ilm ên nû,ji we re silav û hurmet.
Bi soz û peyman ji we re,
Ez ê tim li pê we biþopîn im.
Ez bernadim qet doza xwe,
Jîn a bê mirin tekoþîn e.
Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet.
Xwedî ên ilm ên nû,ji we re silav û hurmet.
Helbest û muzîk
Îsmet Dax
PÊWÎST E
Çîya ên bilind,bi dar û ber e.
Deþt û zozan,tim av li ser e;
Newal ên kûrr,giþ madden e
Bê ked û tahb tiþt nayê der e.
Ger em kar bikin bê rawestin;
Palûte an, li dor a xwe pir kin.
Armanca me pir mezin e;
Ger bi tiþt ên biçûk,em nexap in.
Ger em rêça rast berned in;
Desthilatî û bi çeleng bin.
Ger em li hev xwedî derên;
Li hember dijîtî yê yekbin
Ger em hevdû perwer bikin;
Ji hev hezkin,bi yek dil bin.
Ger em biþon mejîyên bi gemar;
Ýlmê nûjen li ser çêbikin
Heta kû em,"xwe" nasnekin;
Mê,tim bi xap in,bikev in!.
Dijmin ê mezin,bi me re ye;
Kesanetî a me,jarr dikin.
Ger em tarî yê ronî bikin;
Dadgeh ên xwe rexne an çêkin.
Jîyana nû,pir dijwar e;
Bê rexne,kes "xwe" hîn nabin.
Gotin ên bav û kal an,pirr in:
Lê bi rastî em nafikirin.
Ma ni digot in:"Ziman ê xweþ ;
Mar an ji qelþ an dertîn in".
Ger kevir ê qozî an ji pola be;
Mîna Cûdî û Gebar zexm be.
Wê çaxê wê war ava be;
Armanca mezin ê saz dibe.
Kes ên ketî,giþ radibin
Dibin mînak û dibezin;
Diguhere rûpel ên reþ.
Her kes bi hevdû þa dibin.
Îsmet dax
17-02-1998
KEÞTÎYA ME BÝ SERKETÎ YE
Dayê,rabe bivîne vê geþî a li cîhan;
Kêf kêfa çivîk û kevok an e,li ser banî an.
Rabin cîran no rabin,serê xwe rakin ji xewê;
Qey hûn nabîn in,govend girtine keç û xort an li her derê
Erþ û ezman neqiþî ye,keskesor li ezman vebû ye
Keþtîya me bi serketî ye,ji herbeþ an,reng di navdeye.
Gulîstan ne gulek tenê ye,dar û devî û tevlihevê ye.
Reng bi hevdû çi xweþikin,tev xwedî maf û dengekin.
Îsmet dax
25-08-2000
EVÝN A MÝN
Evîna min li berxweda li hemberî nebûnê;
Neþikest û ne tewya qet,bû rêberê hebûnê.
Timî bawerî da min,astengî rakir ji holê;
Evîna min mizgîn e,dilê min tim xwe da pê
Pak û rûmet û geþ e,jînê dide,evîn ê.
Maf perest e azad e,ew rastî ye li dinê,
Nayê xapandin tucar,bi xwe ilm û cewher e;
Þewq û þemal jê difûr e ez memyanim, ez Zîn e.
Helbest:Ýsmet Dax
07-11-2006
BÎST Û YEK ADAR
Dinya bû gulbihar û gulîstan;
Geþî û ronahî ye li her cî an.
Bavêj in xeydê hevdû himez kin;
Niþtiman bûye paytext a Cîhan.
Bîst û yek adar,tune kirî ye jan
Karker û kedkar,anî ye jîyan.
Mizgînî a Rojê bi rûmetî tê.
Tov ên kedkar an bi hûnerî tê.
Tarî vedikþe êdî ronahî tê;
Hebûn a rastî bi bawerî tê.
Bîst û yek adar,tune kirî ye jan
Karker û kedkar,anî ye jîyan.
Hûn her hebin ey qahreman ê gel;
Evîn û hurmet,we ji me re kire rêber.
Em ser ditewîn e li ber we,li her der.
We ji me re kire xelat,azadî ya pakber.
Bîst û yek adar,tune kirî ye jan
Karker û kedkar,anî ye jîyan.
Helbest û muzîk
Ýsmet Dax
Herî dawî ji aliyê ismetdax ve li dîroka Thu Jul 03, 2008 1:33 am hatiye serastkirin |
|
Nivîsîn:
Wed Dec 26, 2007 5:32 am |
|
 |
ismetdax Hevalê Nû


Endambûn: Dec 25, 2007 Nivîs: 13
Welat: Turkîye/Ezmîr
|
| Sernivîs: |
 |
|
spas,silav û hurmet
Herî dawî ji aliyê ismetdax ve li dîroka Thu Mar 13, 2008 1:02 am hatiye serastkirin |
|
Nivîsîn:
Wed Dec 26, 2007 8:56 pm |
|
 |
Bawer Koma Rêveberî


Endambûn: May 15, 2007 Nivîs: 101
|
| Sernivîs: |
 |
|
Destê te saxbin hevalê îsmet te helbestên gelek hêja nivîsîne.Em berdewamîya helbestên te dixwazin
Bawer
silav û rêz  |
|
Nivîsîn:
Fri Dec 28, 2007 6:14 am |
|
 |
ismetdax Hevalê Nû


Endambûn: Dec 25, 2007 Nivîs: 13
Welat: Turkîye/Ezmîr
|
| Sernivîs: |
 |
|
Di jîyanê de, gelek tiþt ên heja û giran buha,bi hebûn û pakrewan a gel an ve hate afirandin.
Ger mirov vê xweþikbûnê bivîn e û bide nasîn.
Ez jî, ji xwe re li vê hebûn a xwe,xwedî derdikevim û hebûna vê helwestê bi kêmasî ên xwe tînim ziman.sipas jiboyna hebûn û xebat ên we.
silav û hurmet |
|
Nivîsîn:
Fri Dec 28, 2007 4:26 pm |
|
 |
Sipan Koma Rêveberî


Endambûn: Apr 22, 2007 Nivîs: 63
|
| Sernivîs: |
 |
|
| Ez pîr kef xwes bum heval ismetdax em ji berdewamîya helbestên te dixwazin.Her biji! |
|
Nivîsîn:
Sat Dec 29, 2007 5:40 am |
|
 |
oxiro Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007 Nivîs: 159
|
| Sernivîs: Silav |
 |
|
Kekê Îsmet ez vê tiþtê meraq dikim ku gelo klîpên te hene an na ?
Ku hebe çima li televizyonên Kurdî nayên weþandin ? |
|
Nivîsîn:
Thu Mar 13, 2008 1:16 am |
|
 |
ismetdax Hevalê Nû


Endambûn: Dec 25, 2007 Nivîs: 13
Welat: Turkîye/Ezmîr
|
| Sernivîs: Re: Silav |
 |
|
| oxiro wrote: | Kekê Îsmet ez vê tiþtê meraq dikim ku gelo klîpên te hene an na ?
Ku hebe çima li televizyonên Kurdî nayên weþandin ? |
Klîp ê min tune ye heval ên delal,
min tu klîp nekiþandî ye û tu kes jî heta vê rojê pîbarî me ranebû ye.
proje ê min jî gelek e.
Dibi kû rojekê hin kes pîbarî me rabe wê demê ewê klîp jî bê weþandin.
Sipas jiboy lêkolîn a we.
Herhebin.Ýsmet dax |
|
Nivîsîn:
Thu Mar 13, 2008 2:17 am |
|
 |
oxiro Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007 Nivîs: 159
|
| Sernivîs: Re: Silav |
 |
|
| ismetdax wrote: |
Klîp ê min tune ye heval ên delal,
min tu klîp nekiþandî ye û tu kes jî heta vê rojê pîbarî me ranebû ye.
proje ê min jî gelek e.
Dibi kû rojekê hin kes pîbarî me rabe wê demê ewê klîp jî bê weþandin.
Sipas jiboy lêkolîn a we.
Herhebin.Ýsmet dax |
Tiþtê ku min fêm kir tu kesî piþtgirî nedaye te.Ez gelekî xemgînbûm ji ber vê tiþtê . Hêvîya me ew e ku êdî zêdetir ji hûnermendan re piþtgirî were dayîn.
û li youtube min vidyoyekî dît gelo ev ya te ye an na ?
http://www.youtube.com/watch?v=Nyyog9BHVXc&eurl=http://www.kurdload.net/index.php |
|
Nivîsîn:
Thu Mar 13, 2008 3:23 am |
|
 |
ismetdax Hevalê Nû


Endambûn: Dec 25, 2007 Nivîs: 13
Welat: Turkîye/Ezmîr
|
| Sernivîs: Re: Silav |
 |
|
| oxiro wrote: | | ismetdax wrote: |
Klîp ê min tune ye heval ên delal,
min tu klîp nekiþandî ye û tu kes jî heta vê rojê pîbarî me ranebû ye.
proje ê min jî gelek e.
Dibi kû rojekê hin kes pîbarî me rabe wê demê ewê klîp jî bê weþandin.
Sipas jiboy lêkolîn a we.
Herhebin.Ýsmet dax |
Tiþtê ku min fêm kir tu kesî piþtgirî nedaye te.Ez gelekî xemgînbûm ji ber vê tiþtê . Hêvîya me ew e ku êdî zêdetir ji hûnermendan re piþtgirî were dayîn.
û li youtube min vidyoyekî dît gelo ev ya te ye an na ?
http://www.youtube.com/watch?v=Nyyog9BHVXc&eurl=http://www.kurdload.net/index.php |
Belê ew xortekî çêkirî ye û kirîye xelat a gel ên Dêrik ê jiboy min.
Haya min jê heye. |
|
Nivîsîn:
Thu Mar 13, 2008 4:08 am |
|
 |
oxiro Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007 Nivîs: 159
|
| Sernivîs: Silav |
 |
|
Temam kekê îsmet emê vîdyoya te li beþa vidyoyan zêde bikin  |
|
Nivîsîn:
Thu Mar 13, 2008 4:55 am |
|
 |
oxiro Rêveberê Malperê


Endambûn: Mar 24, 2007 Nivîs: 159
|
| Sernivîs: silav |
 |
|
Kekê Îsmet me vîdyoya te danî serûpela malperê û me li beþa vîdyoyan zêde kir.
Silav û Rêz |
|
Nivîsîn:
Wed Apr 02, 2008 8:37 am |
|
 |
|
 |
|
Hemû saet GMT + 10 Saet |  |
| Key |
| |
Tu nikarî nivîseke nû binivîsî li vê beþê Tu nikarî bersîv bidî li vê forûmê Tu nikarî nivîsên xwe serast bikî li vê forûmê Tu nikarî nivîsên xwe jêbibî li vê forûmê Tu nikarî deng bidî anketekê li vê forûmê
|
Çêkirin ji aliyê phpBB
© 2007, 2008 Koma phpBB
|