| Nivîskar | Nivîs |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Hetta Kengî Di Xewda Bî? !
Bese millet li te þerme
Hetta kengî di xewda bî? !
Dibin destên neyaran de
Hejar û dîl û kola bî?
Bihar va tê çiya xweþ bûn
Weke þêran herin þer em
Çima wer jar û xemgîn bî
Hetta kengî tu ranabî! ?
Binêrin win li Engola
Weke þêran ketin çola
Serê te hiþk wekî pola
Di bin destê neyara bî?
Serî hildî, tu gernasî
Eger rabî tu mêrxasî
Gelo raste divê bimrî?
Di nav dijminde winda bî?
Ji dijmin re dibî rencber
Bi paþ de mayî bê rêber
Ji bo dijmin dibî þevger
Bese îdî weha nabî! ?
Were carek ji xew rabe!
Weke gernas û þêra be!
Xwe pêkbêne bi hevra be!
Divêm hiþyar û zanabî
Bese win rê bidin zana
Bidin pêzan û hozana
Ji bo çi wer li pey þopa
Beg û þeyxa û axa bî?
Çi ol û êl û malbatin
Evên dî qey hemî tatin! ?
Hemî yek dar û yek katin
Bibin yek da, ku dil þabî
Bi: tang û top û lek millet
Tu gavan pêþ de bavêjî!
Hetta kengî li benda van
Niviþtê: þeyx û seyda bî! ?
Tu guhmed van beg û axa
Xwe rapêçê li ser þaxa
Ji dijmin bigre van baxa
Tu dê serdar û paþa bî!
Cegerxwîn im dixwazim ko
Ji bo te rast bibêjim ez
Tu guhdêre li dengê min
Neko saza li ber ga bî? .
Jin Hene-Jinkok Hene
Cihan bû ye zivistan
Rê û biwar rawestan
Berf û baran û bahoz
Hawîr bûye terpetoz
Çûk nikarin derkevin
Teba nema dilivin
Rê winda kir çîqê reþ
Di wê roja pir nexweþ
Cihan li ber tarî bû
Ew nizanî diçî kû
Bi bez diçî, dil bi kul
Per û terî hemî þil
Ji ber serma Sibatê
Xwe avête ber latê
Pir tarîye, bû dereng
Di þikeftek reþ û teng
Çîqê reþê pir bi rû
Xwe avête hindirû
Ket hêlîna kevokê
Xwe berdaye ser çokê
Kevokê kir qire-qir
Pepû, ji ku hatî vir?
Ba, bahoz tên bi gij-gij
Cihan tevde bûye mij
Ez hatime mala te
Xwe daye ber pala te
Ez î wekî te teba
Gerek bêjî: merheba
Van çend rojan Sibate
Tim namênim li ba te
Ezê herim mala xwe
Bighêm cem hevala xwe
Lê kevokê bi xeyd go:
Na heyra, na, de o, to!
Îþev raze, sibê zû
Here bêka diçî kû?
Ez bi tenê jina bî
Hêlîn tenge, nîne cî
Nêr hemî dest dirêjin
Xelkê siba çi bêjin?
Cegerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:24 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Ka Kevin Nadêrin
Bavê te gelek ji me kuþtine
Wey bêbext, bêbext, bêbext!
Malbata me û we li ber hevin
Bi tiving û þûr û dar û rext
Dijminahiya me dijmin kire axa
Ma ne bes e, ta kengî wilo bin? !
Ji dest me derxistine ew tac
Û can û mal û dar û text
Serê xwe li min dihejênî;
Yanî gunehkar im ez
Berê xwe ji min diguhêzî;
Yanî gunahkar im ez
Were em ka kevin nedêrin!
Û guh nedin heçî çû
Bextiyarî çavnêrî me ye
Ko bê pir bextiyarim ez
Ji bavê te re çi hatiye gotin
Bê bextîne, bê bextîne tev
Ji diya te re çi hatiye gotin
Durûtine, durûtîne tev
Cobarên bê bexte li gundê me û we
Dibin wek derya ko tev bighên hev
Cigerxwîn
Kaniya Evînê
Ez û bilbil bi gul û yar navdar in
Nîþanê evînê ne tenê ne dildar in
Dost û yar du dar in, payebilind û þîn
Dostanî, dilbijî di nav da pêtî û ar in
Evîndar her yek rengekî dixwazin
Hin dilbijê sorgul û dilbijê reþxar in
Evîn kanî ye, þêrîn û tehlî tê da yek so
Lê li hawir beden û çember û dîwar in
Ji wê kaniyê cihokek tê ser dilê hejar
Pêlên pêþi xweþ in, lê ên paþî dijwar in
Cigerxwîn
Keça Kurd
Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?
Dixwazim zû bixwênî xweþ, ji ser rû rakî çara reþ
Tu gavan pêþ de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî
Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaþînkof, bera zana û xwenda bî
Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî
Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî
Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî
Diya þêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî
Erê þoxê, erê þengê, bi hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?
Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî
Were xuþkê tu zû rabe, di þer de rengê þêra be
Bera Ala meya rengîn, li ser þaxan te hilda bî
Di rojên þahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê, tu padîþahê rinda bî
Þirîn û nazik û rind bî, þeker lêv û sipî zend bî
Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî
Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu þêrîna dilê xorta û Seyda bî
Cigerxwîn
Kengî Tê Bê?
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê þêrîn devê
Lêv hingivê, ebrû çivê
Por þevê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê sebra dila
Por þevînê li ser mila
Em herne nav bexçê gula
Gul bidne dengê bilbila
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, lêv þêrînê
Dêm nîviþkê hingivînê
Derman bikî vê birinê
Bighêne hev Mem û Zînê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê herne çiya
Rûnin li ber hûr deviya
Paldin li ser gul û giya
Rûnin li bin siya biya
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê meþ xeramê
Þêrîn kenê, þekrê Þamê
Kengî bê ez xulamê
Ez ramîsim te dotmamê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Pêncî sal in ez bi þîn im
Ez ceger her dem bi xwîn im
Pir nexoþ im, dilbirîn im
Ez li ser te her dixwînim
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:25 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Kîme Ez?
Kîme ez?
Kurdê Kurdistan
Tev þoreþ û volqan
Tev dînamêt im
Agir û pet im
Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîme ez?
Ez im rojhilat
Tev birc û ketat
Tev bajar û gund
Tev zmar û lat
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji rom, ji fireng
Di rojên pir teng
Bi kuþtin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?
Rojhilatê nêzik
Rojhilatê navî
Ev bajar û gund
Ev bej û avî
Ket bin destê min
Pî da ser dijmin
Min bi ceng û þer
Zanîn û hiner
Piþta wî þikand
Serî lê gerand
Ez bûm padîþah
Xurt û serbilînd
Ketm destê min ta sînorê
Hind Kîme ez?
Kîme ez?
Kurdê serf iraz
Dijminê dijmin
Dostê haþtîxwaz
Ez xweþ mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê þer
Dijmm naçî der
Bav û kalê mm
Dijîn tev serbest
Naxwazim. bijîm
Te ebed bindest
Kîme ez?
Divê ez derxim
Dijminê xwînxar
Þahê efyûnkêþ
Jontirkê dijwar
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe
Dilxweþ bîxum ez
Rez û baxê xwe
Çekan hilgirim derkevim meydan
Rêçek nû çêkim ji boyî însan
Kîme ez?
Ez im ê þikand leþkerê Rêþar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di sînga dijmin ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Turk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hespê min
Digirt Padîþah
Ez im ew gernas
Ew Selahidîn
Bipirs ji dimyat
Bipirs ji Hetîn
Kîme ez?
Ez im Erdeþîr
Ew Noþîrewan
Kesrayê mezin
Bi tac û eywan
Dostê kevnare
Ko bûne dijmin
Ser ditewandin
Ber agirê min
Ez im ew qelaþ xurt û pehlewan
Xerac min distan ji Hind û Yewnan
Kîme ez?
Ez im gernas ez im ev mêrxas
Belê ez im Kurd
Yro ez mame
Bindest û zigurd
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn
Xistin laþê min mîkrobên teres
Ta bûm perîþan bê nav û nekes
Kîme ez?
Ez im ew kurdê serhiþk û hesin
Yro jî dijmin ji min ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevin çîya
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim
Kurdistana xwe
Axa mîdîya
Kîme ez?
Kawey hesinker bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdana kurd
Wî þikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û þûr
Roja hat kuþtin xwînmijê dilsoz
Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên ne xweþ
Parêz dibî kurd
Ji dêwê zergeþ
Wesan dibêjî Zerdeþtê rêzan
Ehreman diþkê Hirmiz tê meydan
Kîme ez?
Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz
Divê bistênim
Wilo nemênim
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez
Li ser Kurdistan
Bo min bimênin
Ev bax û bustan
Ev þax û ev deþt
Rez û þînahî
Bigrim destê xwe
Dil xoþ û þahî
Zana û xwenda
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin
Bikin ronahî
Kîme ez? .
Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar
Ez im ew Lolo
Kardok - û Kudî
Ez im Mad û Goþ
Horî û Gudî
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor
Çend hezar sal in
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin
Kîme ez?
Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Bûne Olperest
Bi tizbî û xiþt
Ta dijmin þikand
Li me ser û piþt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn
Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn
Ta ko Kurdistan
Ta ko Kurdistan
Jar û perîþan
Kete bin destan
Kîme ez?
Ez im ev milet ez im ejdeha
Ji xewa dîlî þîyar bûm niha
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek þêr
Serê xve hildim
Çi ser bilind im
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn
Rêçika Markîs
Rêçika Lenîn
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem
Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem
Bejin bilind im
Wek Dêw bilind im
Ez dest dirêj im
Serbest dibêjim
Dixwazým bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez?
Ne xwînxwar im ez haþtî xwaz im ez
Serdarê me ye gernas û nebez
Em þer naxvvazin
Divên wekhevî
Em paþve naçin
Dijmin direvî
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan bimrî koledar
Kîme ez?
Cigerxwîn
Kurdo Namûs e Rabe
Kurdo namûs e rabe,
Ji bo me qet we nabe,
Li þoriþê tên kuþtin,
Li vir vexun þerabe!
Ji bo fidakariyê,
Em dernegan vekin zû,
Da birayên îranî,
Li me nekin îtabe.
Mal û çekan verêkin,
Canbezaran biþênin,
Li wir birçî dimênin,
Li vir dixun kebabe!
Kelaþinkof li milde,
Wek Erdeþêr û Þêrkoh,
Ala Kawa tu hilde,
Guh med li afitabe.
Eger divê azadî,
Tu guh mede li sadî,
Zû derkeve ser þaxan,
Hetta roja me jî bê!
Le ger tu jinperestî,
Welat divê bi sistî,
Hêvî dikî tu avê,
Ji leylan û þerabe!
Zanim tu xweþ egîtî,
Bermayê Mad û Mitî,
Di serde rengê þêrî,
Li Baximiz û Hebabe!
Gel dixwazî tu rabî,
Weke þêr û gura bî
Dijmin tu zû diþkênî,
Eger tu wek bira bî.
Çil sale dilbirînim,
Cerg û hinav bi xwînim.
Welatparêzî lew ez,
Dixwazim zû tu rabî!
Cigerxwîn
Kuþtim Þêrînê
Yar zanî gulperest im, baqê gula da dest im,
Bade ji dest ne noþîn, ah ma çima sermest im? ! ..
Mest im ji dest wê dînê, ah kuþtim ah kuþtim
_____________________________Ah kuþtim þêrînê…
Bi dilxweþî, bi yaîi yarê da min diyarî,
Ne perde hiþt ne çari serxweþ kirim neçarî
Serxweþ kirim wê dînê, ah kuþtim ah kuþtim
_____________________________Ah kuþtim þêrînê…
Maçek ji lêv þêrînê miryan tênî ser jînê,
Guft û ken û laqirdî dikin bahar, havînê,
Dinya me da mizgînê, ah kuþtim ah kuþtim
_____________________________Ah kuþtim þêrînê…
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:26 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Li Rojhilat
Þev reþ û tarî, bahoz û bandev
Nakevî dest me: ne razan ne rev
Hewrên rêzanî tarî û giran
Berfê bibarî, yan gulebaran?
Em reþhewravin kevneperestî
Tênin bîra min dîlî, bindestî
Dar bikevî dest mirovên xwînxwar
Dîsa dimênin birçî û hejar
Karê me dibî veþartin û rev
Tavê nabênin bi rojê em tev
Tênin ber çavan dijûn û lêdan
Þemaq û qamçî, kawçûk û zindan
Pêlên zordestî wek lehî û çêm
Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem
Di ber xwe dibin bîr û serbestî
Paþve diþ kênin nûjenperestî
Tên perçiqandin tev destûr û rist
Raserî me tên ev kevnepirist
Benda Azadî li xwe napirsî
Belkî ez þaþ im, ji wan natirsî
Tarîx û abor, herdu di gel me
Eger bitirsin ji bo me þerm e
Badîhewane ev tav û bahoz
Eger em rabin hemî dibin toz
Vane, þiyarbûn cotkar û karker
Dijmin têþênin bê ceng û bê þer
Çiqas bimênî ev cihan bê deng
Bê þer, bê kuþtin, be halan û ceng
Em her diçin pêþ, dijmin diçin paþ
Bê av digerin ev dolab û aþ
Sermayeperest, tev top tavêjin
Nabênin îro çawan sergêjin? !
Ew çi talan û çi ceng û pevçûn
Bila xweþ bikin hemî cî û þûn
Hemî em mirov bibin wek bira
Cî nedin diza, rê nedin gura
Cihan xweþ bikin tev bax û bihiþt
Ne þûr, ne xençer, ne derf û ne xiþt
Keser nemênî wek min dilbirîn
Ev dinya xweþ e, dinya Cigerxwîn
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Þefaq)
Lorî
De lorî, lorî kurê min lorî
Bavê te kuþtin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
Millet ku sax bî nema tu dimrî
De lorî…
Millet þiyar e gelek gihaye
Tiving bi dest e li ser çiya ye
Þêr û piling in, hawîr dibazin
Doza me Kurdan, serbest dixwazin
De Lorî…
Bi xwîn nivîsîn li ser zinara
Li vir nemaye cihê neyara
Biqeþte dijmin, qada me berde
Ew der welatê gernasê Kurd e
De lorî…
Dijmin bi top û firok û leþker
Bumbardûman kir welat li her der
Hilweþandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin, jar û birîndar
De lorî…
Zar û zêçên Kurd, pir têne kuþtin
Dexl û rez û pez, tiþtek nehiþtin
Tazî û birçî, bin banger û berf
Wan naveþêrin, þikeft û berqef
De lorî…
Li ser zikên xwe diçin bi mestî
Din dest û hin pê, hin ser þikestî
Di þevreþan de gernas û rêber
Þêrên birîndar, dema diçin þer
De lorî…
Dijmin ji tirsan diþkên û dimrin
Derbend û rêçan li ber digrin
Ji wî distênin derb û berên xwe
Xwedî dikinpê em leþkerê xwe
De lorî
Serdar bilind e rêzan û mêr e
Zêrên serê xwe biþênim jê re
Bere biþroþî, bidî bi þeþar
Berdî dijmin û neyar
De lorî
Qada me berdin ji bo me yek ser
Aþtî dixwazin, me navê ev þer
Em jî wekî xwe divên serbestî
Ma ki dixwezî, dîlî, bindestî?
De lorî…
Cigerxwîn
Fidakarê Welat im
Erê dayê metirse vame ha tim!
Wekî roj im niha vame hilatim!
Ji bo ko te ji dest dijmin derênim
Wekî Zab û Ferat im, kêferat im
Dixwazim derkevim þax û zinaran
Li ber dijmin wekî lat û kelat im
Ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî
Ku ez hatim wekî Zab û Ferat im
Didim ber xwe hemî sermayedaran
Wekî þap im di Sîpanê Xelat im
Ji dostan re hemî pertav û ronak
Ji dijmin re wekî ar im, þewat im
Ji bo jar û belengazan bihar im
Ji bo har û neyaran ez þibat im
Li tarîxê binêrin ez kuda me?
Xwedi eywan û birc û pût û lat im
Ev im ez, lê di bin destê neyaran
Eger rokê ji xew rabim du qat im
Li ber pozê neyaran xurtemêr im
Ciger-xwînim, fidakarê welat im.
Cigerxwîn
__________________
Keko Ez Bilûrvan im
Keko ez bilûrvan im
Bi her tiþtî dizanim
çiyan tênim govendê
Berxê mîjo di bendê
Hirç û hov û dar û ber
Lotan didin tev li ber
Ev masiyên Derya Reþ
Bi bilûra mi serxweþ
Welat tijî bûn li deng
Tên dîlanê þox û þeng
Keko ez bilûrvan im
Ez þivan û gavan im
Rûniþtîme bin darê
Didim pesnê biharê
Dengê saza min zîz e
Darblûra min gwîz e
Ez pif dikim bilûrê
Dil agire dikurê
Þiyarbûne rast û çep
Turk û Taçîk û Ereb
Vexwariye me ev durd
Ji bo þiyar bikim kurd
Lê ez çibkim ranabî?
Nizanim wê çawabî?
Nizam kere jan jî ker?
Ez bi gurzan tême ser
Serî hiþke wek kevir
Divê biþkê bi bivir
Divê gurzan deynim ser
Yan jî jêre bêjim her
Dijmin dêwê xwînvexwar
Welat kirye tar û mar
Hirç ketiye nava rez
Li min bûye lez û bez
Dikim hewar û gazî
Bi vî dengî, vî sazî
Kes guh nadî saza min
Qîr-qîr û gaz-gaza min
Kurdno hemî bibne yek
Dest bavêjin gurz û çek
Werin þ erê hirç û dêw
Biparêzin mal û mêw
Ji vî bextê minê reþ
Ez nexweþ û ew nexweþ
Bê xwedîne rez û mal
Ezê çibkim pîr û kal
Rezê mine ji kerkûþ
Dijmin xwar û maye pûþ
Dikim qêrîn û gazî
Dilê min wer dixwazî
Ez pêwanim bilûrvan
Ne mêrkujim, dilovan
Bi guv-guv û bi nalîn
Kurd ranabî Ceger-xwîn
Cegerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:26 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Maçek Ji lêvan
Por zêrîn û çavkesk û rûrojê
Ebrû heyv û stêrik pijkojê
Kufr û îman du ayetên lêvên sor
Ê maçek jê bir bihiþtî, ê jê nebir çû dojê
Feleka etles kembera xwe berdaye ser bejnê
Pir naz û delal e, dêm ji gula berrojê
Maçek berî sîh sakî daye min ji lêvan
Ji wê çaxê xewa min nayê, ne bi þev ne bi rojê
Îsal min maçek jê xwest, go:Na
Ji dêman?
Min go:Na
Li lêvan?
Min go:Jê
Min maçek jê bir û bi hezaran ketin ber pê wê
Dema hembêz kirim wê agir piling û dilsojê
Cigerxwîn
Mela Banga Sibê Didî
Mela banga sibê didî
Dibê: ji xew rabin bes e
Ev bû hezar sal kole ne
Ta key di xew de bin, bes e:
Li ser we tim zor û setem
Pingav û gol û ça û çem
Bahoz û serme û seqem
Ma win þiyar nabin, bes e:
Malê me her bixwî neyar
Tim bêne me qamçî û dar
Bindest û birçî û hejar
Parsek jî wa nabin, bes e:
Bindestê dijmin pir nexwe?
Li ser çiyan em bûn kele?
Qirdê me kor, bextê me re?
Ma hê jî ranabin, bes e:
Welat xweþe tev xêr û bêr
Petrol û hasin, zîv û zêr
Bindestê dijmin tim li jêr
Ta kengî kole bin, bes e:
Hetta nebin xwenda û jîr
Bê rêber û bê destegîr
Bê dewlet û rist û wezîr
Bindestê tirka bin, bes e:
Dijmin Relek zana û xurt
Xwînxwar û devlok, har û sirt
Ta key bi xap û fort û zirt
Li ser me axa bin, bes e:
Tev yên mene ev bax û dar
Deþt û çiya, lat û zinar
Em derketîne, bendewar
Lê ew di baxa bin, bes e:
Ev xan û eywan û sera
Dijmin bixun mal û pera
Xweþ tê de rûnin, lê çira
Em tim li çola bin, bes e:
Em tim ji derve dûrîdest
Birçî û tazî, jar û mest
Tim têne kuþtin dest bi dest
Bin boks û dara bin, bes e:
Dijmin ketin xanên bilind
Girtin ji ber me þar û gund
Lê em bikûrin rengê kund
Yan rengê zaxa bin, bes e:
Daxwaz çiye ji serxebûn
Da em bixun mal û hebûn
Pê xweþ bikin derdê derûn
Lê xurt û zana bin, bes e:
Li ser çiyan nal û girîn
Guhdêre qîr û deng û þîn
Dîsa ciger tev bûye xwîn
Bin berf û serma bin, bes e:
Cigerxwîn
Mizgîn
Mizgîn li dil bûye bihar gul piþkivî derket ji xar,
Bilbil bi gul re bû heval dil nû ji xwe bûye þiyar.
Gava me mizgîn daye dil tê de nemane derd û kul,
Rabû ji xew hat pêþî gul pêçan li xwe car û xumar.
Sed aferîn bo vî dilî êrîþ bire dêmê gulî
Çarik li bejnê herbilî hatin sema bisk û guhar.
Bisk û guhar hatin sema eprî li ser zulfa nema,
Dîlber li ber min her we ma dinya li min bû dost û yar.
Sed ah ji van çavên di reþ biskên siyah dêmên di geþ,
Wan gotinên þêrîn û xweþ þerbet ji lêvan, min vexwar.
Þerbet ji levan min mijî hetta ko dil jê bû tijî,
Qet agirê dil nakijî pêtî li dil dan, bû hewar.
Min dêm û gerdan gez kirin xalan bi talan min birin,
Destan memik talan kirin, maçan ji her der bê jimar.
Pêþî bi remz û nazina ceng bû bi kulm û bazina,
Paþê bi lav û gazina wek Rustem û Esfendiyar.
Maçek ji lêvan min sitand, derdê li dil min pê revand,
Destê min girt û nû hejand, go: sersera ey Þehsiwar.
Rabûme pê xatir me xwest, qolan û kember zû vebest,
Em herdu gerdenwar û mest pêta di dil de nabe sar.
Qehwa þêrîn lêvên sekir da min, li min dergeh vekir,
Derdê dilê min zêde kir dîsa Cigerxwîn maye jar.
Cigerxwîn
Pendname
Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin,
Dinya ne hêja ye emê tev bimirin.
Mala me gelekî kûr e, yek max e,
Ew jî li bin þeþ heft tebeqên ax e.
Em tev bira ne, ji dê û yek bav,
Ji miriyan re çi maye, ji bil nav.
Qet þiyar nabin, ta kengî razin,
Hun mezin in, em ji we dikin gazin.
Xelk dibêjine me, þêx û hem mela,
Wextê zekata xwe, dibêjin bela.
Çiman hezretê peyxember gotiye,
Zekatê mexwe, ger tu haþimî ye.
Malûmê we ye, ev qerêja mal e,
Lewra ji þerîfa re ne helal e.
Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in,
Di zekatê de, ji qismê feqîrin.
Madam em werîsê enbiya ne,
Çima em xerîkê karê diya ne.
Bes e, hun ji xew rabin, ez gorî zû,
Ji zarokên xwe re bêjin ilmên nû.
Çiman hezretê fexirl-alemîn,
Gotiye; ”Itlibul ilme welew fis-Sîn”.
Misilman kengî li Sîn, hebûn ew çax,
Ax ji derdê we þêx û mela ax! Ax!
Hon dibêjin em bûne qutbê razî,
Qet yek ji we nabe miftî û qazî.
Hun bi van herdû ritban ne razî ne,
Lewra hun belengaz û pêtazî ne.
Hun tev mêr û çeleng û xort û ciwan,
Hun ji pîsa parsê dikin ji bo nan.
Ez mela me lewra dilê min dêþî,
Xwedê rehma xwe bikî li ên pêþî.
Em hînî tu karî ne kirin yekcar,
Lewra em hêj mane tiral û bêkar.
Axa, ez ketim bextê te û xwedê,
Ezê çend pirsan bêjim tu guh bidê.
Di bin destê te de hebûn bê sed xan,
Hemî belengaz û reben û gavan.
Tu malê wan distînî her bi dilêþ,
Tevî dixî devê mamûr û derwêþ.
Ger we tev bidana bi top û tiving,
Dê hun jî bibûna hembarê firig.
Lakin çi bikim we tev da bi þabaþ,
Qet kes ji we ne bû wezîr û paþa.
Li ser bextê min bî hun mêrê çê ne,
Ax, ax hun êsîrê destê xelkê ne.
Bes e, hon eqlê xwe bidin serê xwe,
Destê xwe bigirin vêcar li perê xwe.
Çiman ji bona ax û mal û xwelî,
Perê xwe didin li hev dikin gilî.
Hun malê xwe bixun her yek bi serbest,
Di hemberê neyaran de bibin yekdest.
Ji hev re pir qenc bin û guh bidêrin,
Li çerxa felekê hun pir binêrin.
Ger-rek ji bo neyar e, yek ji bo me,
A neyar jê ra hat, a me bidom e.
Em jî þûva xwe bajon û tov biçînin,
Dê zû þîn bê, emê zû wî bibînin.
Carnan em rezekî datênin deh sal,
Em naxun ji kurê me re dibî mal.
Ewê ko çêkir vapor û balafir,
Deh sal bi þûn ve ne ma û çû mir.
Ew kesê bê xwendin û eql û zanîn,
Li rêza kera ye çi bi dîn û çi bê dîn.
Ev tev ji me re, riya dîn û îman,
Hub-bil-wetenî delîl û birhan.
Ez bi xwe bê êl û eþîr û ebr im,
Pêlek maye emrê min ezê bimirim.
Bes ji bona we ye, ev qîrqîra min,
Lê ez çi bikim, hun guh nadin þi´ra min.
Hon dizanin, lê hun li xwe nakin bar,
Em jî, ji ber dilêþî dikin hawar.
Fikra min maye min ev tenê ne dixwest,
Lê ez çi bikim li vir qelema min þikest.
Bi kêrê min tûj kir serê qelema zil,
Vê digel a tê, binvîsim, dibin çil.
Eger hun ji gotinên min aciz bûn,
Hêvî dikim efû bikin Cegerxûn.
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:27 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Pîr Bûm Dil Pîr Nabî
Ey dilberê!
______Peyxamberê
___________Lêv þekerê
_______________Ka soz û peymana berê?
Biskan veke
______Zulfam þeke
___________Dil pîr meke
______________Me J’bîr meke
__________________Carek piþt perdê derê
Dêmên digeþ
_______Çavên direþ
___________Xalên hebeþ
________________Birhên biweþ
_____________________Hilde ko her, roj bê derê
Perde ji ser
______Xalên diqer
__________Hilde ku her
______________Roj bête der
__________________Her kes bizanin vê sirê
Þêrîn kenê
_____Hingiv çenê
_________Dosta minê
_____________Dil hasinê
________________Dil girtiyê te ez tenê
Gul weke devê
________Lêv hingivê
_____________Min tim divê
__________________Roþ û þevê
_____________________Ez bêm cîvanê dêm dirê
Sîh sal temam
_____Ez bende mam
__________Hûnan meqam
_______________Lê yek selam
___________________Carek li ber çavan nedam
Ez bende me
_____Perkende me
__________Þermende me
_______________Perwane me
___________________Sotim bi pêta agirê
Cigerxwîn
Pîra Torê
Hilkiþîme çûme jorê her du rex min bend û rez,
Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reþ bû rû gewez.
Min ji pîrê xweþ dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.
Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.
Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê,
Ew þivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.
Min kurek tenha heye ew þandî bajêr medresê,
Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye;
Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.
Cigerxwîn
Rêzanî
Tu rêzan be carek siyaset bixwîn
Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn
Bide pêþiya me wekî pehlewan
Bi zanîn me derbas bike, xwendevan
Eger bûyî carek tu rêzan û jîr
Ji bo dibî rokê xweþ wezîr
Dikarî xebatek pir mezin bikî
Berîkê tijî gewher û dir bikî
Mijûl be bi zanîn û hem torevan
Bibe payedarek di nêv cihan
Bilîze bi zanîn di nav dewleta
Bibe jîr û hozan di nav mileta
Bi paye serê me bilindbî bi te
Bi zanîn çi bêjî guhê me li te
Ji bo me li her der bibe bervedêr
Di rojên þeran de bibe xurtemêr
Siyaset û tarîx û tora û rist
Bixwîne bi hev re ciwan û dirist
Bibe jîr û zana di her çax û dem
Ji ser me tu rake çi zor û setem
Tu rêzan be qurban xweþe zanebûn
Hebûn çêtire tim tim ji ”na” û nebûn
Tu hozan û rêzan be ey xwendewar
Bi van herdiwan dê bibî navdar
Ji milet re baþ be ku bû karbidest
Bizane ku milet ji me ev dixwest
Dixwazim tu zû-zû bibî hoþîyar
Nebî zorperest bî bira wek neyar
Serê te bilind e dema rast herî
Emanet, ji kes re nebî wek terî
Dilê xwe mebe mal û zêr û pera
Gelek jîn xweþ e lê bi rastî, bira
Ji milet re carek dibî sermiyan
Mehêle ku carek bibî lê ziyan
Ji bo te bere ew bibî dost û yar
Mirovê teres bî, ji jînê çi kar?
Xebata ji milet re karê te ye
Bizane ku ew jî þiyarê te ye
Bi rastî bi wî re eger xweþ biçî
Çi bêjî ji wî re ewê bênî cî.
Cigerxwîn
Serxwebûna Mirîþkan
Li welatê me xerza,
Dîkek hebû þareza.
Rokê çû nav dîka,
Ji wan re go hêdîka:
Rabin bêjin mirîþkan,
Bes xwe bidin enîþkan.
Dîk û mirîþk bûne kom,
Berê xwe dane cem bûm.
Leþker tev bûne lek,
Hin çeleng û hin kulek.
Berê xwe dane çolê,
Tevlî koç û tev êlê.
Teyra di ko nagehan,
Hatî leþkerkî giran.
Tevde firîn ji malan,
Berê xwe dane balan.
Ew jî li hev bûne kom,
Yekî rabû gote bûm;
Ey padîþahê teyran,
Wey serbilindê Tûran,
Rabe ser xwe tu mîro,
Ji bo me bêje îro;
Ev leþkerê bê jimar,
Gelo heye jê zirar.
Bûm kenî û gote wan;
Bakin bazê pehlewan.
Hudhud rabû serferaz,
Wî çû bi lez gote baz;
Go rabe ey tu bazî,
Þeh te îro dixwazî.
Baz çû cem þeh li banî,
Destê xwe l´ser hev danî.
Go ey xwendekarê min,
Zû li min ke barê min,
Bûm gote bazê xwînxwar,
Bi lez rabe here xwar.
Bazî rabû weke þêr,
Firek da xwe hate jêr,
Bazê terî bi rêþî,
Hate cem dîkê pêþî,
Destê wî girt û hejand,
Nitqek jê re dirijand.
Olan sen nerelîsen?
Go em xelkê bedlîs in.
Sizin bûrde ne îþ war?
Dîk xeyidî lê da dar.
Bazî þehda xwe anî,
Dîk jî darê xwe danî.
Go bi zor û bi gazin,
Em heqê xwe dixwazin.
Baz go kî ye serleþker?
Go tu nizanî ey ker,
Ez im paþa ez im mîr,
Ez im þahê cihangîr.
Bazî çû cem dîkê dî,
Dî ko ew jî wekeî wî.
Tevan go paþa û mîr,
Kesî ne go ez wezîr.
Nefer bûne yûzbaþî,
Heta giha ê paþî.
Bazî rabû çû banî,
Li ber destê bûm danî.
Tilûr tev lê bûne kom,
Qale ya ey-yûhel qewm.
Ev hatine ji mala xwe,
Divên istiqlala xwe.
Bûm go bazê dilawer,
Gelo kî ye serleþker.
Go tev paþa û mîr in;
Bê wezîr û gizîr in;
Bû hêdî rabû ser xwe,
Taca xwe da serê xwe.
Go bi taca serê min,
Kes nîne hemberê min.
Rabin wek pehlewana,
Dê em herin ser wana.
Hatin teyrên dubirak,
Bakirin kund û qirak.
Go hon werin binêrin,
Ka em îro çi mêr in,
Dîka xwe da enîþka,
Bû qidqida mirîþka.
Go fermana we rabû,
Koma we j` hev bela bû.
Ê ko kuþtin ê ko man;
Hatin gundan bê goman.
Wan jî weke me kurdan,
Destê xwe j` ber xwe berdan.
Elok û tûtik û qaz,
Tê de bûne belengaz.
Tev de ketin koxê rê,
Çîroka me ji we re xweþ.
Wek seydayê Cegerxwîn,
Hemî bûne dilbirîn.
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:28 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Serxwebûna Mûriyan
Hero þêrê Sileyman
diçû þehrê Mûristan.
Ewî þêrê neynûkkuj,
bajar li wan dikir doj.
Bi vî karî dexl û dan
ji wan distand bi talan.
Kavil hiþtin þehr û sûk,
kuþtin zar û zêrç û bûk.
Li wan çawa bû hawar,
li ser hev bûn kero bar.
Ne axa man, ne jî beg,
teva þêwra xwe kir yek.
Tev de rabûn yekî jîr,
ji bo xwe re kirin mîr.
Dane hevdu soz û bext,
jê re anîn tac û text.
Hemî çûn ber derê wî,
sonda wan bû serê wî.
Tevan çepkên xwe kutan:
Bijî bijî Mûristan!
Mîrê wekî Îskender
Ji eywanê hate der.
Ewî mîrê dilovan,
bi serbestî gote wan:
ã Ez dixwazim zîv û zêr,
da ez herim giliyê þêr.
Zîv û zêr û dil û can,
danê, çû cem Sileyman.
Bi wan lingên xwe yên hûr,
berê xwe da riya dûr.
Belê, mîrê qubd û jîr,
dane cem xwe çend wezîr.
Geh firrîn û geh meþîn,
ta gîhane Filistîn.
Xelkên bajêr hûr û gir,
karê xwe wan sivik kir.
Xwas û peya hemî çûn,
pêrgî mîrê mezin bûn.
Xweþ xweþ hatin gote wan.
Li eywanê bû mêvan.
Her du mîran þev û ro,
bi hev re kirin guft û go.
Go: Ey þahê ser bi zêr,
ez hatime giliyê þêr.
Divêt wî daleqênî,
tola me jê bistênî.
Sileymanê keyscihû,
pirsek nexweþ day rû.
Go: Ez mûkî dûvê þêr,
nadim bi sed hezar mêr.
Mîr rabû ser lingê xwe,
Lê vegerand dengê xwe.
Go: J'niha û çarê dî,
binêr çi tê serê wî.
Sileyman jî nebû tirs,
Nekir serê xwe ev pirs.
Mîr nivîsî yek ferman,
þand welatê Mûristan:
ã Li ku hûn þêr bibînin,
çavên wî zû derênin!
Þêrê mezin pirr qelew,
ji êvar de kete xew.
Mûrî rabûn weke mêr,
ketin poz û guhên þêr.
Þêrê sar ê qerbelek,
nava rojê bû kelek.
Hudhud gote Sileyman:
Ka ew þêrê dergevan?
Kurê Dawud pê kenî.
Hudhud got'ê: Ez benî,
ew þêrê pirr hinermend,
îro sê ro bûye zend.
Mûrî tev de bûne yek,
kuþtin þêrê çavbelek.
Arîkarî, yekîtî,
mûrî kirin rûsipî.
Ta ku kurd û Kurdistan,
nebin weke Mûristan,
ne bajar û ne jî gund,
tev de nabin serbilind.
Ku tunebin mêr û zêr,
em ê çawa herin þêr.
Wawik û þêr û keftar,
dê me bikin tar û mar.
Bê yekîtî em dijîn,
loma em bûn cegerxwîn.
Cigerxwîn
Þam Þekir e Welat Þêrîntir e
Welatê min tiwî bûka cihanî
Hemî bax û bihiþt û mêrg û kanî
Þepal û þeng û þox û naz û gewrî
Gelek þêrîn û rind û pir ciwanî
Serî taca Silaheddînê kurdî
Enî roje, di birca asimanî
Du birhên te kevanên Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeþt û Mezdik
Ji te hêstir þeraba Kamîranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir
Zimanê te ji benda þêxê Xanî
Çena te guhê Cûd û Þax û Hebler
Qirik eywan û taqa kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista
Memik ferfûre têde neqþê manî
Du destên te tixûbên Tirk û Îran
Hero cenge bi tîrên zerveþanî
Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleþ
Ziyaretgehe bo me her zemanî
Bi nîþan û bi nan û xwîn rija
Me dest girt û qelen da û tu anî
Ser û pa zend û baz in tev bi hinne
Hemî sor in ji rengê erxewanî
Bi te em þa ne bûn ev bû du sed sal
Ji me dengê tivinga çûye banî
Bira û law û bav û ap û pismam
Li ser te hev di kuþtin pehlewanî
Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer
Dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuþtin, hem bi sotin
Me konê þer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paþa û axa
Kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan
Li alîkî sedayê xweþê sanî
Hemî bûne mirîd û þêx û sofî
Bihiþtî ne çikin nav û niþanî
Li axur radizin lê þêx diçî jor
Berî nîvro ji banî tê giranî
Ser û pa tev dikî gulav û ember
Dibê nûre kero ma tu çi zanî? !
Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweþ
Wekî þêx û melayên vî zemanî
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê di her nezanî
Weke þêr û pilingan em diçûn hev
Penîr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan
Bi zîvarî, belengazî, þivanî
Herê bûkê pepûkê jar û mestê
Li ser sînga te zava man biyanî
Te reþ daye serê xwe ber li ser me
Li te rokê dibî pîroz kitanî
Cegerxwîn e kurê te her dinal
Ji ber jana nezanî û xizanî...
Cigerxwîn
Welatperestî
Payebilindî
Welatperestî
Çekên qelsan e:
Jarî û mestî
Zana û jîr im
Bindestê dijmin
Çiqas dijwar e
Ewreng bindestî
Destan vemalin
Dakevin meydan
Eger dixwazin
Bigrin serbestî
Ey gernasên kurd
Rabin weke þêr
Ji xwe bawêjin:
Xwarî û sistî!
Xebat ji bo me
Divêt bi xurtî
Dilpak û zana
Gelek bi ristî
Welat xwe bûk e
Xwîna me qelen
Naxî ber sîngê
Bûkê nexwestî
Metirse ko kurd
Pir paþ de maye
Kesî nedî goþt
Bê çerm û hestî
Qûnax bi qûnax
Diçî ser çiyê
Rast e di vê rê
Gelek diwestî
Welat ta kengî
Wilo parçe bî
Em tev di nav de
Jar û þikestî
Cigerxwîn îro
Gel pir þiyar e
Bes e metirse
Kêr gîha hestî!
Cigerxwîn
Xabûrê
Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr
Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr
Kêferata te, xum xum, û lew, lew
Nayên bîra te ne razan, ne xew
Herdem dinalî, bi qirîn, gazî
Lê kes nizanî, ka çi dixwazî?
Armanca te ye, xurtî, pêþveçûn
Cihê te tenge, divê firehbûn
Pêlan didî xwe, qîr û firyadî
Tu jî wekî min divê azadî
Sînga vê erdê te çirand bi zor
Nizanim çira tu naçî berjor?
Ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn
Dikevî sînga Derya bê evîn
Xwezka min bi te, bê derd û bê kul
Dijî bi þadî, bê mejî û dil
Tu jî weke min, ger bibûna kurd
Ev xurtiya te dibû kul û derd.
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:30 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Port û Þîret
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Em bûn çera hirç û gura
Bûn alifê ga û kera
Heval bibin tev Markisî
Bawer mebin bi hîç kesî
Bi pêþ de gernas û þiyar
Êriþ bikin sênca neyar
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Win kom bikin zêr û pera
Zû çêbikin serleþkera
Kurd perçe-perçe çend kerî
Doza xwe nabin ta serî
Kole di bin destê neyar
Çawa bibim jê hêvîdar?
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Divêm þiyarbin hey heval!
Bidin di vê rê can û mal
Li ser çîyan þepal û þ êr
Êrîþ bikin li jor û jêr
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Eger wesan çend perçebin,
Dê tim di bin zorê debin
Ger em nebin yek perçe ar
Guh nadî dengê min neyar
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Lê Markisî nabî dubin
Gernas di binde radibin
Destan bidin hev bibne yek
Êrîþ bikin dijmin bi çek
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Bibin fidakarên welêt
Ji xwe bikin þerm û fehêt
Êriþ bikin dijmin bi þ er
Gava þikest win bidne ser
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Herwek Viyetnam þer bikin
Dijmin ji hev ker-ker bikin
Dostên me ne tev Markisî
Turk û Ereb û Farisî
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Hewsar medin dest borcewaz
Mebin çera hirç û beraz
Cotar û herçî dest qirêj
Em tev birane hê ji mêj
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Welat bixwazin rast û çep
Turk û Ecem, Kurd û Ereb
Destan hemî em bidne hev
Lê nebtenê bêjin bi dev
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere.
Her yek di nav qada xweda
Dest bidne hev jar û geda
Herçî hevelên koledar
Ji bo me ew herdem neyar
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Çend sal e ev gîr û hewar
Carek ji xew nabin þîyar?
Îro þîyar bûne ji xew
Dîsa dibin wek çêlekew
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Þah û beg û axa neyar
Dost û hevalên koledar
Þêx û melayên sexteçî
Em kirne 'sofi' û 'heci'
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Dest bidne hev tev mêr û jin
Xort û keç û biçûk, mezin
Em tev ji vê berpirsiyar
Besin ji xew rabin - þîyar
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Cîhan hêjî bûn dubend
Wan dane mil gurz û kemend
Bendek li jor û yek li jêr
Bendek bi xwîn û yek bi zêr
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Þêr þêr e, jinbî yan jî mêr
Navê tevan danine þêr
Gava ku tê dengê piling
Destê me naçî ser tiving
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Xûþkê tu jî hîn be þera
Zû nasbike derb û bera
Wek mêr tu karî þer bikî
Dijmin ji hev ker-ker bikî
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Benda me gernas, xurtemêr
Lê tev nezan û tev nekêr
Bê zêr dibin destê neyar
Ta kengî em nabin þîyar?
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Heval þîyar be, rê bizan
Dûrkev ji destên van dizan
Cotar û karkar, xwendewar
Tev bibne yek em dost û yar
Gernasî karî þer bikî
Dijmin ji hew ker-ker bikî
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Ev perçebûn nejber xwe tê
Gayê zexel naçî xetê
Barê giran, ker naçî ber
Seyda ji ber xûn bû ciger
Kurdên ji Zagros û Keper
Çawa bitirsin ew ji þer?
Guh medne van þ êx û bega
Çavsor dibin wek conega
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eþkere
Hawîr biborin wek beran
Pîkol bikin li her deran
Tirsê bixin cergê neyar
Hem xûnvexar û koledar
Hela were, hela were!
Seyda ciger xwîn bû bira!
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Þefaq)
silav û Spas Hevalên Delal.. |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:31 am |
|
 |
Bawer Koma Rêveberî


Endambûn: May 15, 2007 Nivîs: 101
|
| Sernivîs: |
 |
|
Hûn her bijîn em berdewamîya berhemêm bi vî rengê dixwazin.Lê arman ewe ku nifþên nû xwe bi rêka mezin û rîspîyên xwe ên wek Cegerxwîn,Ehmedê,Xanî,Melayê Cizîrî û hwd bigirin bixwe bikarîbin berhemêm bi nirx û bi qelîte amade bikin.Ev helbest dibe diwarê teknolojîk da dibe di her warê jîyanê de divê em bi kurdî bi karîbin bi civakê re bidin û bistînin.
destê we saxbin
silav û rêz
Bawer  _________________ Xortê Evîndar |
|
Nivîsîn:
Wed Sep 05, 2007 3:51 am |
|
 |
|
 |
|
Hemû saet GMT + 10 Saet |  |
| Key |
| |
Tu nikarî nivîseke nû binivîsî li vê beþê Tu nikarî bersîv bidî li vê forûmê Tu nikarî nivîsên xwe serast bikî li vê forûmê Tu nikarî nivîsên xwe jêbibî li vê forûmê Tu nikarî deng bidî anketekê li vê forûmê
|
Çêkirin ji aliyê phpBB
© 2007, 2008 Koma phpBB
|