| Nivîskar | Nivîs |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: Helbestên Cîgerxwîn ... !!! |
 |
|
Dengê Pêrîþanê
Lo lo pismamo çima dey nakî?
Serê xwe carek bilind ranakî? !
Leþkerê dijmin li çiyayê jorîn
Weke xweþmêran ji hev bela nakî
Lo lo pismamo zanim xweþmêr î
Pismamê Rustem yan Êzdîn Þêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î, dotmam bi gorî
Lo lo pismamo haya tej te bî
Çaroka min reþ li serê te bî
Roja lêdanê, mêr be li meydanê
Kuþtin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildaye
Dereþa Kawa, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
Îro lêdan e roja Kurda ye
Dengê min zîz e, hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
Êrîþ e lêxe pismamo lêxe
Þerm û fehêt e îro tu razî
Þalê xerzanî rab eli xwe ke
Li piþta xwe girêde rext û fîþek e
Pismamê min î, dotmama te me
Mij ter kildane çavên belek e
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:13 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Dayê Tu Megrî!
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurd in
Çira û rewþen li me vemirtin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Xwendin nehiþtin li nav me kurdan
Ne hiþ, ne bîr man ji êþ û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Þêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Mizgîn! Tu þabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Va em þiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Dijmin du nifþin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Em tev diçin tên, dolab û çerx in
Mebîne ko em ciwan û ferx in
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Divêt bi leþker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêþ neyaran
Êrîþ bikin em bi gullebaran
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Reþa xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelaþînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Rabe bi hev re em herne þaxan
Derman bikin jin: lash û kelaxan
Ronî bidin xweþ rengê çiraxan
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Milên xwe bidne milên me þêran
Di þevreþan bin rengê sitêran
Þêr tevde þêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Dayê em xortin xwîna me germ e
Bindest bimênin ji bo me þerm e
Ta kengî dijmin paþa li ser me?
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev shiyarbûn Ferhad û Þêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Þefaq) |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:14 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Ah Þériné
Þériné, þeriné
Gulçiçek u nesriné
Ru sorgula eviné
Ez dýl dýdým mýzginé
Þériné, þériné
Ez din kýrým
Bé diné
Þériné ru jý rojé
êv jý gula berrojé
Bý çavan dýl dýsojé
Serxweþ kýrým wé diné
Þériné, þériné
Ez din kýrým
Bé diné
Þériné çavxezalé
Ebru jý rengé dalé
Mýn can u dýl lý balé
Sing bexçeyé eviné
Þériné, þérine
Ez din kýrým
Bé diné
Þériné nazedaré
êva soré lý daré
Ru wek gula býharé
êv melhema býriné
Þériné, þériné
Ez din kýrým
Bé diné
Þériné bejne serwé
êrine mýn lý ser wé
Kengi jý dev þeker wé
Býdi mýn ew dý jiné
Þérýné serbýlýndé
Þepal u gewr u rýndé
Çýl sal e ez dý bendé
Þériné gewr u soré
Guh nadi zulm u zoré
Poz býlýndé lý joré
Jý dýlre pýr bý kiné
Þériné, þériné
Ez din kýrým
Bé diné
Þériné ru jý tavé
êv kas e, mey dý navé
Pýr kuré bé peravé
Xweþ daweré eviné
Þériné gewr u bozé
Gotýn xweþé, bý sozé
Herdem jý bo me dozé
Carek were cýviné
Þérin hati jý derda
Dýl býr u can bý serda
Tirek lý êv ceger da
Der bu ciger bý xwiné
Þériné, þériné
Ez din kýrým
Bé diné
Cigerxwn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:14 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
AZADÎXWAZ IM
Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrî|þorn; dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
|ÞORN;ev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû |þorn;er, |þorn;êre li meydan
Êrî|þorn; dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rew|þorn;a cîhanê tu xwe|þorn; bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Keç û kurên kurd hemî |þorn;îyarbin
Ji bo serbestî hemî li karbin
Ji hevre dostbin, dijê neyarbin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijware dijmin, Tûran û Firse
Gernas û mêrbe, ji wan metirse
Sibê |þorn;iyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Ji bo xwe|þorn;bin dem û gevên te
Ezê sipîdê bighê bavê te
Bere ziwabin herdu çavên te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Milên xwe bidme milên berane
Di |þorn;erda en tev xû|þorn;k û birane
Êrî|þorn; bikin em, lê |þorn;er girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û |þorn;erman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leshker û kom
Carek metirsin ji `hok` û `fantom`
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dibî bavê te di |þorn;erde bimrî
Zinhar kurê min nebî tu bigrî
Em têne ku|þorn;tin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim |þorn;er divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
|ÞORN;êx û melan em tev kirne derwê|þorn;
Ev bû du sed sal, em bûne berbê|þorn;
Ba bêne ku|þorn;tin, nemêni ev ê|þorn;
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
|ÞORN;în tê bi xwînê dara serbestî
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek `Mem` û `Zîn`
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
(Cigerxwîn, Dîwana 7a, Hêvî) |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:14 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Bil Bil Ü Gül
Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbile?
Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
Çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kule?
Dilgirê wek bilbilê
Herdem bi nalîn û girî
Girtiyê benda evînê
Dil li benda sunbile.
Dilbijê bê çare çibkî
Bil ji qêrîn û girî
Ê di benda dil revînê
Kî dizanî bê dile?
Ev xem û derd û elem
Ku min di dil de pir civîn
Tev ji pêt û pertewa
|ÞORN;aha bi tac û sunbile
Ew kesê sewdan li ser
Naçî rêza dilgiran
Her çiqasî ew bi gazî
Rengê dengê zengile
Ger ji dêmên sorgulî
Pertew nedî nêv can û dil
Nakevî nêv bend û dava
Zulfê mest û fulfile
Ez di benda dilrevayê
Tîr ji birhan têne dil
Lêw me dil herdem bi destê
Nazika re|þorn;-kakile
Ew kesê carek diye
Derdê evînê wî bi dil
Jar û sergerdan û meste
Xwe|þorn; dizanî `mi|þorn;kile`
Pertewa dîdariyê
Ku mêxolî ez kirim
Lale|þorn;a min ser li ber
Danî li sîng û pa|þorn;ilê
Bûye çil sal ku cigerxwîn
Bû ji tîrên ebriwan
Lew me dermanê birînê
Lêv û sêvên paxile
Cigerxwn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:14 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Cigerxwin u Evin
Evin! tu þérina mýn i
Þahi u mýzgina mýn i
Sorgul lý ber bina mýn i
Bé te me kengi té tebat?
Seyda tu êzané mýn i
Seyda tu êzané mýn i
Hosta u hozané mýn i
ên te wek qend u nebat
Carek were ba mýn evin!
Da mey jý êên tey þýrin
Serbest býnoþým,ez bý tin
Belki êným pé heyat!
Xweþ zanýbe yara te me
Dýlxwaz u sozdara te me
Pýþka te me,para te me
Sor bum dý ên rojhýlat
Bexté spi mýn pýþk e keç
Ru hýngýv u nývýþk e keç
Parsu stur u hýþk e keç
êre dýên kar u xebat
Serhýþk nebým,nabým evin
Lý cem te pýr nabým þýrin
Cergé te ez nakým bý xwin
Bé mýn qe xweþ nabýn cývat
Sorgul dý gel xar u kelem
Peyda dýkýn sed derd u xem
Ma mýn tené di ew setem?
Péþi xweþi,dawi þewat
Evin þewat u nuhtýn e
Sed wek Cýgerxwin suhtýne
Dermané vi derdé tune
Herdem dýêtýn êferat
Cigerxwn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:15 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Agir û Pirîskên Dil û Dîwana Cigerxwîn
Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e ew;
Ne agirê îsal e, lê agirê sedsal e kevnar e.
Gava çavên te lê dikevin bi þewq û þemal,
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e.
Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reþ;
Þev tev diçî, lê tu dibê hê êvar e.
Ne dê û ne bav, di bîra te nayên kes;
Wek jana zirav e, lê mêrkuj e, wek mar e.
Ne xwezî bi wî ko carek lê binêrî bes;
Þadî, dijmin û tim bi qîr û hawar e.
Rêça wergirtina taca keyan didî ber te, lê
Ew rê bi çiyakî bilind ve diçî berwar e.
Ew agir, agirê dilê Cegerxwîn ê pir geþ;
Rojek heye bavêjî riwê dijmin, naçar e.
Cegerxwîn
Agirê Evîndarî
Þev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo
Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na
Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?
Ahî dema destê wî l’bin serê min!
Bi min xweþ tê gelek hilm û bîna wî
Tenê hiþtim ay dil îþev çima çû?
Wî ez kuþtim, ay dil îþev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriþtim ay dil îþev çima çû?
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:15 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Bi Ser Çiyan Ketin
Heval megrî çiya herdem
Cihê xweþmêr û þêra ye
Dîwarê serxwebûna kurd
Ji laþê xurtemêra ye
Serfirazî bilind e, lê;
Bi xwîn û kotek û zor e
Bi jêrdeçûne bindestî
Berê kurdan li berjor e
Tenê serbestî eywan e
Bilind û berze bala ye
Tenê þûna serê min, te
Di jorê wê de vala ye
Di kurtan de eger razî
Tu dê xewnên bînî
Kirasê tirs û sawîran
Li xokî tim tu xemgînî
Ji doza xwe venabin
Dixwazin ta wekû saxin
Gelek þerm e ku em sax in
û dijmin hê dinav bax in.
Cigerxwîn
Çavreþa Min
Þêrîn û çavreþa min, gelek delal e dîlber,
Ya Reb çi þox û þeng e, ciwan û rind û nûber.
Narîn û bînxweþ û geþ, qibla me aþiqan e,
Letîf û zehre-sîma þepal e wek gula zer.
Sîne çi gewr û boz e berdane ser du fincan,
Sed heyf û sed mixabin destê çepel herin ser.
Çen gewher û diran-zêr þekir ji dev dibarî,
Di guh de zerguhar im, gerden belor û mermer.
Çavên nekilkirî, reþ xweya ye poz bilind e,
Rû pût û lat û mabût zilfên siyah du ejder.
Weqs û qezeh du ebrû bisk û kezî ji maran,
Runiþtî textê Dara taca keyan li ser ser.
Bi Ehreman nizanim, pesnê wê ez çi bêjim,
Pûtxane pû ji bo min, min ser keþî li hember.
Yarê te ez Cegerxwîn, bêdîn kirim, kirim dîn,
Miftî ez im di eþqê, rabe bikuj bi xençer.
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:16 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Dayê Tu Megrî!
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurd in
Çira û rewþen li me vemirtin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Xwendin nehiþtin li nav me kurdan
Ne hiþ, ne bîr man ji êþ û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Þêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Mizgîn! Tu þabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Va em þiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Dijmin du nifþin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Em tev diçin tên, dolab û çerx in
Mebîne ko em ciwan û ferx in
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Divêt bi leþker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêþ neyaran
Êrîþ bikin em bi gullebaran
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Reþa xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelaþînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Rabe bi hev re em herne þaxan
Derman bikin jin: lash û kelaxan
Ronî bidin xweþ rengê çiraxan
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Milên xwe bidne milên me þêran
Di þevreþan bin rengê sitêran
Þêr tevde þêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Dayê em xortin xwîna me germ e
Bindest bimênin ji bo me þerm e
Ta kengî dijmin paþa li ser me?
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
Îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev shiyarbûn Ferhad û Þêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî!
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Þefaq)
Dengê Pêrîþanê
Lo lo pismamo çima dey nakî?
Serê xwe carek bilind ranakî? !
Leþkerê dijmin li çiyayê jorîn
Weke xweþmêran ji hev bela nakî
Lo lo pismamo zanim xweþmêr î
Pismamê Rustem yan Êzdîn Þêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î, dotmam bi gorî
Lo lo pismamo haya tej te bî
Çaroka min reþ li serê te bî
Roja lêdanê, mêr be li meydanê
Kuþtin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildaye
Dereþa Kawa, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
Îro lêdan e roja Kurda ye
Dengê min zîz e, hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
Êrîþ e lêxe pismamo lêxe
Þerm û fehêt e îro tu razî
Þalê xerzanî rab eli xwe ke
Li piþta xwe girêde rext û fîþek e
Pismamê min î, dotmama te me
Mij ter kildane çavên belek e
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:16 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Dîwana Derdê Millet e
Tu arî, yan ji te ar dibarî
Tu derdê millet ê kurd ê xezanî
Nikarin dest bidin te, tev þewatî
Ne wek rengê meyê xoþ û ciwanî
Te pêkanîn sitemkar û sitembar
Li xwar her dem dibarî, tê ji banî
Belav bûyî li ser millet me dahev
Bi dijwarî di vir de min tu danî
Divê pesnê sitemkar û sitembar
Bidim ko wan ji bona min tu anî
Belê þayestê pesn û fort û þabaþ
Xwedî herdû ne, ê min bes þivanî
Bibûna mey we yaxud rûyê dilber
Li te her kes dinêrî mihribanî
Hezar destên began êrîþ dibir te
Li ser masê dibû her þev xuyanî
Bi te serxweþ dibûn maldar û xwînxwar
Bi dijmin re dinoþin her zemanî
Begê zana û milletperwerê min
Hero serxoþ e, qedrê te çi zanî
Ne tolaz û ne pûþtî, ko perên xwe
Li ber lingê te bavêjin pirranî
Tu zanî beg ne þaþ e, lê li paþ e
Bi dijmin re dilîzî pehlewanî
Dizanî ko dizero lê biderket
Nema fêde dikî jêre giranî
Divê çalak û çapik bighê dijmin
Þiyar bûne li her der xwedyê xanî
Bi rev bazdaye lê pertal bi destan
Li pey wî tim bi hawar û fîxanî
Bi dengê te li wan her kes þiyar bû
Te ew rengê diza zû xweþ deranî
Hezar sal e ko ev dêwê mirovxwer
Li ser çavên me danîbûn kitanî
Me tê re ew didîtin rengê insan
Belê îro te ew perde hilanî
Niha her kes bi wan zanî ko Dêwin
Ji dijmin girtine nav û nîþanî
Dikin nakin li wan nayê veþartin
Xelas nabin ji ber millet hesanî
Begê min! xem bi mey nayên revandin..
Li hawîr xem li we derbûne, kanî
Nikarin xweþ bikin dil ey gunehkar
Bi maçê lêvê sor û erxewanî
Bibî xwîna dilê kurdên belengaz
Li ser te pevdiçin axa beranî
Dirêjî te dibin destê sitemkar
Bi xwînxwarî dinoþin qehremanî.
Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar
Nizanin ko çine zor û ziyanî
Bibî toz û qirêja destê cotkar
Te balêsin bi þaþ û axebanî
Te bistênin bi pars û qullebazî
Qe nanêrin li malxo û kebanî
Dizin, mal û hiþ û bir tev dizîne
Li ber çavên me bûne Macelanî *
Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz
Li me derbûye rojek bê nihanî
Ji wan re goreke pir teng dikolin
Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî.
Cigerxwîn
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyare yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jê re biþênim
Tenê þerme, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jê re rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî
Divêm jê re ziman û dev biþênim
Ne hêja ne þev û rojan bi zarî
Nizanim ez, çi hêja ye ku rêkim?
Cihan pêk ve bihayê biskê tarî
Serî, naçar e min danî li ber pê
Me go: þah im, tu pêlêke siwarî
Tenê xanim, bi nazî hete ser min
Zivistan e, li min þîn kir biharî
Bi wan lêvên þirîn go: rabe seyda!
Tu serbest î ji min çibkî, dikarî
Ji rê ve ez bezîme pê û destan
Bi jor ve hilkiþîme ez ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî
Ji lêvên erxewanî min du sed cam
Þeraba hingivînî nû, vexwarî
Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî
Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl
Bi ber pêlan ketin reþbisk û çarî
Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go: bes e rabe Hesarî!
Me go: gorî Cigerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî
Cigerxwîn
Em Ji Rê Dernakevin
Em ji rê dernakevin çendan bibênin zilm û zor
Lewleb û çerxa cîhanê, geh li jêrîn geh li jor
Lê bidin, dora we ye ey koledar û zorkeran
Ev pîkol e em ji hawîr we dikin, çavên we kor
Nîvê karker dar bi dest in, êdî her dem kêferat
Va nêzîk bûye dema me, karê dinya tim bi dor
Win li Çîn û rojhilatê meyzekin, xweþ meyzekin
Tev di vê rê de dibazin, wek pilingan gore qor
Her çiqa zor e bikin; win me dajon ber bi pêþ
Pir nêzîk e sewre rabî, leþgerê Kurdî û sor
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:17 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Eman Hey Lê
Tu þêrîn î pir ciwan î
Lêv ji sorê erxewan î
Kê bi vî rengî tu anî?
Wer di nav destê min danî
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Xamekêþan xweþ nivîsî
Heyv û roj in lê diîsî
Qelen pir e hezar kîsî
Kes nikarî te ramîsî
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Zirav bejnê nûzarokê
Kiras kinê li ser çokê
Por þevînê, rûj i rokê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Min xwedî kir bi xêzanî
Di dilhiþkî, cangiranî
Mal û canê xe l’ser danî
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Bilind bejnê serwa sehê
Enî rojê ebrû mehê
Neghanê vê remza te hê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Gewher çenê þêrîn kenê
Hingiv di nav lêv û çenê
Berfa spî di gerdenê
Naghê kesî bi xwestinê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Reþtemberî rengê þevê
Ebrû kevan ciwan çivê
Xwîn þêrînê wek hingivê
Rengê gulê lêv û devê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên di sor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Lêv þêrînê dêm þekerê
Carek me dît li ber pirê
Min bi çavan gazî kirê:
Ka ew evîna mey berê?
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Reyhan kenî gete gulê:
Sêv gihiþtin di paxilê
Bisk û kezî reþkakilê
Lêv dermanê derdê dilê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Bi qundera kabik teþî
Hat û di ber min ve meþî
Rista min a goþî weþî
Hûna min a qafî xweþî
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Rista min a jý gewhera
Ronî didî rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rêkire ji dosta xwe ra
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Rabe ser xwe dilovanê!
Em derkevin ji zîndanê
Dest bi destên te hozanê
Da em herin Kurdistanê!
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Þev û rojan
_____________Ez di meylê
Cigerxwîn
Ev Dinya Pir Xweþ e
Pir xweþ e pir xweþ e
Ev dinya pir xweþ e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geþ e
Dev likenin sorgul
Ser dihejin sunbil
Xurxur ji avê tê
Hilm û sirra bê tê
Pir xweþ e pir xweþ e
Ev dinya pir xweþ e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geþ e
Destê yar bi destim
Ez serxweþ û mestim
Kûpik dev û lêvin
Mêze herdû sêvin
Pala xwe da ser min
Bê fehêt û þermin
Gelek xweþe ev jîn
Em bûne wek Mem û Zîn
Pir xweþ e pir xweþ e
Ev dinya pir xweþ e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geþe
Em zava û bûk in
Pêwan li me çûk in
Pal dane ser þînî
Kesek me nabîni
Hawir me zennar in
Perde pel û dar in
Guldestê evûnê
Daxwaza vê jînê
Pir xweþ e pir xweþ e
Ev dinya pir xweþ e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geþ e
(Cegerxwîn, Dîwana 4a, Ronak)
Bîranîn
Ey dilo jaro li kûne,
Desht û zozanê dimin?
Kanî ew cejn û sema û
Geþt û seyranê dimin?
Guh bide ber qîr
Û nal û ah û waxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî?
Kanî bostanê dimin?
Þahî û nûroze îro
Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin?
Ah di bîra minde mane
Ew demên þêrîn û xweþ
Tevger û lîzên bi lotik
Dengû xoþxwanê dimin
Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin?
Serxweþê dengê bilûra
Wî þiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin?
Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Þefaq
Ey Felek!
Ey felek, ka ew sera û
Birc û qûnaxê di min?
Ka rez û bostan û dar û
Kanî ew baxê di min?
Çîçek û nêrgiz heriþtin
Tev ji bîna sor - gulan
Surperî nayên semayê
Kanî qozaxê di min?
Qeb-qeb û dengê kewan
Nayên li ser lat û çiyan
Kûre - kûre rengê bûman
Nalêya zaxê di min
Ser bi zêr û çox bi surme
Dest li ber, rû nale - nal
Dê bi kê xweþ bin di dil de
Ev key û daxê di min?
Bilbilê malik xerab
Herdem bi hewar û girî
Xweþ li ser sorgul dinalîn
Bûne ortaxê di min
Qumriyan sed rengê awaz
Wan ji derdê nêrgîzan
Bûm li ser kox û kelat û
Qesr û çardaxê di min
Dijminê zordest û zana
Tev welat girtin bi zor
Erdelan û þehrezûr
Û þax û kurd - daxê di min
Kurdê gernas ku þikandin
Tîp û komên Ingilîz
Ketne bindestê neyaran
Bûne Altaxê di min! ?
Diminê milet di îro
Bûne rêber bo welat
Ên bi xapan em dixwarin
Bûne ocaxê di min! ?
Ma gelo kevneperest im?
Na, ne raste ezbenî!
Lê dixwazim zû þiyarbin
Dost û hevçaxê di min
Ez ciger-xwîn im li ser vê
Paþdemeyina welat
Rengê efyon tên firotin
Rist û ev xaxê di min...
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Þefaq) |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:18 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Ey Welat Dûrim Ji Te
Dîsa ji te dûrim welat
Dil ketye gomanên dikûr
Ger dûr û nêzîk bim ji te
Her dem li ser te kûre-kûr
Gava ji te ez dûr dibim
Ne ko ditirsim ez ji þûr
Divên çarekê bikin
Ji ser te rakin pî stûr
Tim dar bi destê dijmin e
Em têne kuþtin rengê mûr
Kurên te ser xistin xewê
Lê ez dinalim wek bilûr
Kengî ji xew rabin gelo
Yan kengî em dadin tenûr
Divêm bi ser çiya kevin
Dîsa bikn tev qûre-qûr
Welat çiqas dûrbî ji min
Di dil dibî pertav û nûr
Ne bes Xumênî dijmine
Dijmin pirin, nêzîk û dûr
Wek baz cihê kurd tim çiya
Dijmin di nav xan û qisûr
Dibin piyên tanga de çûn
Kal û jin û bapîr û hûr
Birçî û tazî û reben
Çarox di pê û mil bi tûr
Derd û kulan dil kirye ron
Ta ko Cegerxwîn bûye tûr.
Ez Gelek Tî Me
Ez gelek tî me
Þeraba wan lebên lala
Bi minde ez gelek tî me
Bila xêra te bî cana:
Nizanî ez çi birçî me?
Ji baxê paxil û sîngê
Eger sêvek bidî Seyda
Xurînî pê ku biþkînim
Diçim ser rê ku rêwî me
Eger sênca rez û baxan
Çirand û dest birin sêvan
Dibî lêv herne ser lêvan
Li min megre ku sêwî me
Bi tenha ez li çolê me
Serî goka di holê me
Birîndari m ji wan mijgan
Pêrîþani m çi xwînî me?
Welatperwer bî ey xanim:
Were dest deyne ser canim
Birînê min qemûþk bigrin
Bi jînê pir bi hêvî me
De wer maçek biminde xweþ
Li dêm ko bisk bikin þevreþ
Ku ayîna te bigrim ez
Ji nûve da bi zanîme?
Bihayê herdû sêvên zer
Li dil xistin te sed xencer
Mebîne qelsemêrim ez
Ji kurdên ser niþîvîme?
Kurê Xesro û Guhderzim
Di vê rêde gelek berzim
Evîndarim ku can û dil
Li ber destê te danîme
Eger ez ser dibim ber pê
Xwedana þal û îþerpê
Dixwazim ku tu pîroz bit
Di vê rê ez çi manî me?
Dema çavên te yên mêrkuj
Dibênim ez dibim wek mij
Peyala þerbeta lêvan
Kirim gawir ku yezdî me
Ji te dûrim te nabînim
Li ser te ez ciger xwînim
Çi bêjim ko nikarim bêm
Di îro ez swêdî me.
Cigerxwîn
Ferat im-Kêferat im
Guj-guj û him-him Ferat im, Ferat...
Xush-xush û xum-xum Ferat im, Ferat...
Ferat im, kêferat im
Kar im, xebat im
Jîn û felat im
Va ye ez hatim
Ji jor ve ez têm
Diçim ber bijêr
Di nav dilê min
Tev gewher û zêr
Ferat im...
Bi him-him ez têm
Bê ser û bê min
Ser derya mezin
Ferat im...
Daxwaza millet
Feratê dijwar
Di ber xwe dibim
Tev gerþ û gemar
Ferat im...
Dengê sewîyan
Rengê birçîyan
Ez dengê þivan
Xama xwendevan
Ferat im...
Tev ah û nalîn
Giryan û qêrîn
Bi çelq û lem-lem
Hemî kul û xem
Ferat im...
Diçim pêþ bi rist
Wek sitêr û rist
Hemî derd û kul
Dikevim nav dil
Ferat im...
Di dilên xortan
Dikelim herdem
Ber pozê dijmin
Ez xîp û kelem
Ferat im...
Ez xwendevarî
Ezim hiþyarî
Dûr û dirêjim
Gavan tavêjim
Ferat im...
Di nav dilan de
Pir xurt û bi tîn
Di nav damarên
Xortanê bûm xwîn
Ferat im...
Di ser hevre têm
Bi çelqîn û guj
Di ber xwe dibim
Dijminê xwînmij
Ferat im, kar im, xebat im
Ez kêferatim
Vaye ez hatim
Ji Kurdistan ve têm
Pir xurt û bi tîn
Ez pêta cerg
Û dilê Cigerxwîn
Cigerxwîn
|
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:21 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Ey Welat Dûrim Ji Te
Dîsa ji te dûrim welat
Dil ketye gomanên dikûr
Ger dûr û nêzîk bim ji te
Her dem li ser te kûre-kûr
Gava ji te ez dûr dibim
Ne ko ditirsim ez ji þûr
Divên çarekê bikin
Ji ser te rakin pî stûr
Tim dar bi destê dijmin e
Em têne kuþtin rengê mûr
Kurên te ser xistin xewê
Lê ez dinalim wek bilûr
Kengî ji xew rabin gelo
Yan kengî em dadin tenûr
Divêm bi ser çiya kevin
Dîsa bikn tev qûre-qûr
Welat çiqas dûrbî ji min
Di dil dibî pertav û nûr
Ne bes Xumênî dijmine
Dijmin pirin, nêzîk û dûr
Wek baz cihê kurd tim çiya
Dijmin di nav xan û qisûr
Dibin piyên tanga de çûn
Kal û jin û bapîr û hûr
Birçî û tazî û reben
Çarox di pê û mil bi tûr
Derd û kulan dil kirye ron
Ta ko Cegerxwîn bûye tûr.
|
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:22 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Ez Gelek Tî Me
Ez gelek tî me
Þeraba wan lebên lala
Bi minde ez gelek tî me
Bila xêra te bî cana:
Nizanî ez çi birçî me?
Ji baxê paxil û sîngê
Eger sêvek bidî Seyda
Xurînî pê ku biþkînim
Diçim ser rê ku rêwî me
Eger sênca rez û baxan
Çirand û dest birin sêvan
Dibî lêv herne ser lêvan
Li min megre ku sêwî me
Bi tenha ez li çolê me
Serî goka di holê me
Birîndari m ji wan mijgan
Pêrîþani m çi xwînî me?
Welatperwer bî ey xanim:
Were dest deyne ser canim
Birînê min qemûþk bigrin
Bi jînê pir bi hêvî me
De wer maçek biminde xweþ
Li dêm ko bisk bikin þevreþ
Ku ayîna te bigrim ez
Ji nûve da bi zanîme?
Bihayê herdû sêvên zer
Li dil xistin te sed xencer
Mebîne qelsemêrim ez
Ji kurdên ser niþîvîme?
Kurê Xesro û Guhderzim
Di vê rêde gelek berzim
Evîndarim ku can û dil
Li ber destê te danîme
Eger ez ser dibim ber pê
Xwedana þal û îþerpê
Dixwazim ku tu pîroz bit
Di vê rê ez çi manî me?
Dema çavên te yên mêrkuj
Dibênim ez dibim wek mij
Peyala þerbeta lêvan
Kirim gawir ku yezdî me
Ji te dûrim te nabînim
Li ser te ez ciger xwînim
Çi bêjim ko nikarim bêm
Di îro ez swêdî me.
Cigerxwîn
Ferat im-Kêferat im
Guj-guj û him-him Ferat im, Ferat...
Xush-xush û xum-xum Ferat im, Ferat...
Ferat im, kêferat im
Kar im, xebat im
Jîn û felat im
Va ye ez hatim
Ji jor ve ez têm
Diçim ber bijêr
Di nav dilê min
Tev gewher û zêr
Ferat im...
Bi him-him ez têm
Bê ser û bê min
Ser derya mezin
Ferat im...
Daxwaza millet
Feratê dijwar
Di ber xwe dibim
Tev gerþ û gemar
Ferat im...
Dengê sewîyan
Rengê birçîyan
Ez dengê þivan
Xama xwendevan
Ferat im...
Tev ah û nalîn
Giryan û qêrîn
Bi çelq û lem-lem
Hemî kul û xem
Ferat im...
Diçim pêþ bi rist
Wek sitêr û rist
Hemî derd û kul
Dikevim nav dil
Ferat im...
Di dilên xortan
Dikelim herdem
Ber pozê dijmin
Ez xîp û kelem
Ferat im...
Ez xwendevarî
Ezim hiþyarî
Dûr û dirêjim
Gavan tavêjim
Ferat im...
Di nav dilan de
Pir xurt û bi tîn
Di nav damarên
Xortanê bûm xwîn
Ferat im...
Di ser hevre têm
Bi çelqîn û guj
Di ber xwe dibim
Dijminê xwînmij
Ferat im, kar im, xebat im
Ez kêferatim
Vaye ez hatim
Ji Kurdistan ve têm
Pir xurt û bi tîn
Ez pêta cerg
Û dilê Cigerxwîn
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:23 am |
|
 |
ByJeNaGeR Koma Rêveberî


Endambûn: May 27, 2007 Nivîs: 68
|
| Sernivîs: |
 |
|
Hawar Hewar!
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar
Hawar dikim
Gernas û mêr
Kurdên di þer
Di rengê þêr
Êrîþ bikin
Tev wek piling
Ji nav xwe derxin
Wan bi ceng.
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van çûçikan
Genmê me xwar.
Talan birin
Wan dexl û pez
Çeper çirandin
Ketne rez.
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar
Hawar dikim
Ranabî kes
Þêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xiþt
Û mizgevt û dêr
Em xistine
Tora neyêr.
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van çûçikan
Dexlê me xwar.
Sed camî û
Dêr û keniþt
Naqos û bang
Û tîr û xiþt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bikêr me nayên
Tev derew.
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.
Bi dest tifing
Em herne þer
Biþkî neyar
Em bidne ser.
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van qumbilan
Genmê me xwar.
Þerm e, kurê
Mîtan û Lor
Qada me bigrîn
Ew bi zor
Navdar e ko
Gernas e Kurd
Îro çima
Mayîn Zîgurd?
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.
Hawar dikim
Gund û eþîr
Bajarî û
Mîr û gîzîr
Dijmin ne xur-
Te herne wa
Êrîþ bikin
Sêncê ewa.
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada ne xwar.
Dijmin bi zor
Û serbilind
Ji ber me girtin
Þar û gund
Ne nan heye
Ne war ne cî
Namûs nema
Apê Hecî!
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.
Em tevde rabin
Mil bi mil
Êrîþ bikin
Dijmin ji dil
Destan bi pakî
Bidne hev
Welat bihêlin
Bo xwe tev.
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.
Em tev bira
Ol ya Xwedê
Cotê xwe
Bighê ser sedê
Em bidne pêy
Gernas û mêr
Tev herne dijmin
Rengê þêr.
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.
Em pêk ve wek
Þêr û piling
Li ser çiyan
Em bidne deng
Xweþ bidne ser
Piþta neyar
Biþkî û bimrî
Koladar!
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van çûçikan
Genmê me xwar.
Seyda ceger
Tev bûye xwîn
Dîsa li min
Derbûn birîn
Biþkî timî
Sermayedar
Dilxweþ bijîn
Em payedar
Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.
Cigerxwîn
Helbestek (Ebrû Þevê)
Ebrû þevê
_______Þêrîn devê
_____________Lêv hingivê
____________________Xanim!
Ez nexweþ im
_______Ne serxweþ im
_____________Derî veke
__________________Canim!
Me soz dabû
_______Bighêne hev
____________herdu bi þev
_____________________Þêrin!
Evîndarê
_____Çavên belek
__________Wan diranên
___________________Zêrîn!
Ebrû þevê
_______Þêrîn devê
_____________Lêv hingivê
____________________Xanim!
Ne serxweþ im
_______Ez nexweþ im
_____________Derî veke
__________________Canim!
Em bi hev re
________Çûbûn çiyê
______________Efendiyê
____________________Îro.
Reqs û sema
_______Li ber çema
___________Mane heta
__________________Nîro.
Ebrû þevê
_______Þêrîn devê
_____________Lêv hingivê
____________________Xanim!
Ne serxweþ im
_______Ez nexweþ im
_____________Derî veke
__________________Canim!
Te go:Were
________Ez bi te re
____________Heta sibê
___________________Razin.
Tu deymeke
______Derî veke
___________Ji bo çi ev
________________Gazin?
Ebrû þevê
_______Lêv hingivê
_____________ Þêrîn devê
____________________Xanim!
Ne serxweþ im
_______Ez nexweþ im
_____________Derî veke
__________________Canim!
Ez þewitîm
_______Dil peritîm
____________Wer þemitîm
_____________________Hatim.
Rob li xwe ke
_________Derî veke
____________Tu deymeke
____________________Satim.
Ebrû þevê
_______Lêv hingivê
_____________ Þêrîn devê
____________________Xanim!
Ne serxweþ im
_______Ez nexweþ im
_____________Derî veke
__________________Canim!
Bi wî serî
_____Ji ber derî
_________Maçek nedî
________________Narim.
Ji awirên
_____Çavên belek
__________Zanî birîn-
________________Darim?
Ebrû þevê
_______Þêrîn devê
_____________Lêv hingivê
____________________Xanim!
Ji bo Xwedê
_______tu guh medê
______________Îþev þeva
_____________________Înê.
Xwe dîn meke
________Derî veke
____________Ez hatime
___________________Dînê!
Ebrû þevê
_______Lêv hingivê
_____________ Þêrîn devê
____________________Xanim!
Ne serxweþ im
_______Ez nexweþ im
_____________Derî veke
__________________Canim!
Sebra dilê
______Rûb ji gûlê
____________Dilpaxilê
__________________Sêv in.
Mala minê
_______Þêrîn devê
___________Lêv hingivê
___________________Xanim!
Ne serxweþ im
_______Ez nexweþ im
_____________Derî veke
__________________Canim!
Cejna siba
______Bi maçekê
___________Piroz dike
__________________Jînim.
Dilbirînê
______Çavên belek
___________Ji ber te bê
___________________Tînim.
Ebrû þevê
_______Þêrîn devê
_____________Lêv hingivê
____________________Xanim!
Ne serxweþ im
_______Ez nexweþ im
_____________Derî veke
__________________Canim!
Cigerxwîn |
|
Nivîsîn:
Fri Aug 31, 2007 12:23 am |
|
 |
|
 |
|
Hemû saet GMT + 10 Saet |  |
| Key |
| |
Tu nikarî nivîseke nû binivîsî li vê beþê Tu nikarî bersîv bidî li vê forûmê Tu nikarî nivîsên xwe serast bikî li vê forûmê Tu nikarî nivîsên xwe jêbibî li vê forûmê Tu nikarî deng bidî anketekê li vê forûmê
|
Çêkirin ji aliyê phpBB
© 2007, 2008 Koma phpBB
|