| Nivîskar | Nivîs |
Sipan Koma Rêveberî


Endambûn: Apr 22, 2007 Nivîs: 63
|
| Sernivîs: Sprichwörter... |
 |
|
Hi,
Kurdische Sprichwörter
[center] Agir berda komê xwe da zomê
Agirê kuçikê timî germ e dereng sar dibe
Agir pêkeve bîhna pîso nayê
Agir xweþ e lê xwelî jî jê çêdibe
Agir bi riyê yekî ketibû,yekê jî digo ez firîgê xwe li ber birewsînim
Adetên bavê bapîran,kerik xweþtirin ji hêjîran
Afirê gamêþa bû warê qelse mêþa
Alîkî þîn e,alîkî girîn e
An bike nelerize,an neke nelerize
Aqilê giran mû kere
Ap biraziya,xal xwarziya ra dike
Ban qul e,bin ban þil e
Bav çi seg be,wê law jî ew seg be
Bav ji bajêr tê,law jê re qise dike
Bav hersim dixwo,diranê law diseqînin
Bav ku pak bûya,ev zûriyet bi dû nediket
Bayê gurgurî weke jina virvirî
Bazar xweþ e li bênderê, ne li zeviyê
Bar min naêþîne,bin bar min dêþîne
Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e
Barana havînê þilkir binê kulînê
Barê ketiya kes ranake
Barê serê bê aqil,ling diþkînin
Cam dibe kitan dew dibe derman
Cara werin ber cara kerê werin ber bara
Cehþik mezin be jî dîsa ker e
Cejna salê bi salê ra dibûre
Dar bi tûye,lê xwedî tûleye ?
Dasek nikare bi dehlek
Dawet tune li kefçiyan digere
Daweta mîra agirê feqîra
Daweta duduya cenge cola hemûya
Delîlê baranê baye,delîlê mirinê taye
Dermanê xwestinê dahane
Dema bextewerî nebe dost,feyde nake gera bost bi bosr
Derê jina xera nekirye hîna avaye
Derew sêwiye
Dew li aþiqa nayê
Dewet ferihî,berbûrî hedikîn
Ebed û ebedî,her tiþt dere li xwedî
Emerê çelengdar,xulamî kir ji hakim re sî û sê sal, tu car ji mêrê hakim nekir bawer û îhtîbar
Ez dengek pir tehl dibîzim,gelo tu dizanî çi deng e
Erdek hiþk ezmanek bilind
Ê ku go kir mêr e,ê ku go û nekir nemêr e ê ku nego û kir þêr e
Emrê ku çû nede dû
Eger hinek mirov ker nebin ,wê qîmeta kera zêde bûna
Erd birinc be jî,av rûn be jî,ku xwedî tunebe zû diqede
Erdê neyara bi buhurtaye
Erê erêye,na naye,erêna belaye
Ewê dîzikê çêke,wê çemil jî pêxe
Ecel ku bê nade mecal
Eþqa dizan þevereþ in
Ew riya te berê xwe dayê ez jê hatime
Ew kare mirov tî bibe ser avê,tî bîne
Em çûn mala fatê fatê çû civatê
Ez hêdî diçim bela digihîje min,zû diçim ez digîjim belayê
Ez cehþika pê çi dikim
Ferhekî þêra ,þêr e
Fermana devan hat,rovî reviyan
Fêtokî li mêran,kenokî li jinan nayê
Filankes kevirê reþ e
Filankes manga bi gaye
Filankes gur e ewîdiye
Filankes miya fisineye
Filankes mirîþka gêj e
Filankes dij bijok e
Filankes çav pîs e
Filankes cila þil e
Filankes kerê bar e
Filankes gelaj e
Filankes cila helisiye
Filankes kevirê binê bîrêye
Filankes hirçê dehlêye
Filankes neynûg tune xwe pê bixwirîne
Filankes zaca Helebêye,teniya bi don e
Filankesê qey kezeba gur xwariye
Filankeso mêþ jê naêþe
Filankeso dibêjî qey qîza bi keziye
Filankeso çav li roja reþ e
Filankeso çav li der e
Filankeso bûye gurê dev bi xwîn
Filankeso reþikê þevêye
Filankeso kore mar e
Gava dê bibe damarî,bav dibe filê kavarî
Gava xêr dibare guyê sêwiyan tê
Gava xwedê bide ha rakeve,ha rakeve,gava nede ha li bakeve,ha li bakeve
Gava dewlet birêse,ga golikê dialêse
Gava mêvan tên behra xwejî bi xwe re tînin
Gavan ber bi mal e,jina gavan þixulkar e
Gayê çê bi boran,mêrê çê bi xeberan
Gayê sor sortiya xwe bernade
Gayê zexele timî li mexele
Gaziya dû siwaran,nagihîje xweyê xwe
Ger mirov xiraba nebîne,baþa bi bîr nayine
Gelekan nede bi hendekan
Gere Çar lîtir qûna mere hebe,mera karibe bi Çar quriþa têde cî bidê
Girar bi xwê, xwê bi tem
Giyayê qeracan,malê muhtacan
Gundê bê rez,konê bê pez, mirovê bêje ez û ez hemî ne tu tiþt e
Golikê beþ ma li devê deriyê reþ
Ha dev got,ha qûnê got
Hat ji derda tompiz di berda
Hat ji newalê bû xwedî malê
Hebe erebiye,tunebe mirtibiye
Heft soberiyê kerê hene,dikeve avê ji bîr dike
Heke mirov ji rezek tirê xwaribe,nabe mirov piþta xwe bidê
Henekê wî henekê hirçan e
Hertiþt ji ziravî diþkê,mirov ji stûrî
Ji bo nefsê ket hefsê
Ji derve meleye,ji dil ve fileye
Ji milka aþ,ji haceta sim tiraþ,ji mêra mêrê dike hîsabê pêþ û paþ
Ji heft sala salek sala seyane
Ji kerî por kir herî
Kalkî bavên xweþiya,xortkî bavên reþiya
Kalo nemir buhar tê,pîrê nemir pincar tê
Ka ne atebû kadîn jî ne atebû
Kara necar,qoþilê dara
Li bejnê nêrî,bi zêra kirî,laçik rakir kertkê gurî
Li gora makê golik pak e
Li deriyê kesî nexe bi tilîka,bila kes li deriyê te nexe bi mîrkutan
[/center] |
|
Nivîsîn:
Sat Jun 09, 2007 5:21 am |
|
 |
Bawer Koma Rêveberî


Endambûn: May 15, 2007 Nivîs: 101
|
| Sernivîs: |
 |
|
Tu her bijî Hevalê Ronîn bi rastî te gelek biwêj û gotinên kurdan rêz kirîye.
dilê me bi kurîhezan re ye.
silav û rêz
Bawer
 _________________ Xortê Evîndar |
|
Nivîsîn:
Sun Jun 10, 2007 3:48 am |
|
 |
Sipan Koma Rêveberî


Endambûn: Apr 22, 2007 Nivîs: 63
|
| Sernivîs: |
 |
|
Nivîsîn:
Mon Jun 11, 2007 6:03 am |
|
 |
|
 |
|
Hemû saet GMT + 10 Saet |  |
| Key |
| |
Tu nikarî nivîseke nû binivîsî li vê beþê Tu nikarî bersîv bidî li vê forûmê Tu nikarî nivîsên xwe serast bikî li vê forûmê Tu nikarî nivîsên xwe jêbibî li vê forûmê Tu nikarî deng bidî anketekê li vê forûmê
|
Çêkirin ji aliyê phpBB
© 2007, 2008 Koma phpBB
|