::  Home  ::  Kurdish Chat  ::  Your Account  ::  Kurdish Videos  ::  Forums  ::
Oxiro.Net :: Mijarê bibîne - Girêdanên daxistina Ubuntu 7.10 û wêneyên sazkirinê
| SERÛPELA FORÛMÊ | LÎSTEYA ENDAMAN| LÊ BIGERE | KOMÊN ENDAMAN | PROFÎLA TE | PEYAMÊN TAYBETÎ | TÊKEVE/DERKEVE |
Information Girêdanên daxistina Ubuntu 7.10 û wêneyên sazkirinê

Mijareke nû veke Bersîv bide vê mijarê
Oxiro.Net Forum Index » Li Derbarê Linux / Ubuntu   
Mijar paþ ve :: Mijar pêþ ve
NivîskarNivîs
Bawer
Koma Rêveberî
Koma Rêveberî


Endambûn: May 15, 2007
Nivîs: 100

Sernivîs: Girêdanên daxistina Ubuntu 7.10 û wêneyên sazkirinê Bersîv bide bi quote

Girêdanên daxistina CD'ya Ubuntu 7.10:
ISO: http://daxistin.ubuntu-ku.org/ubuntu-ku-7.10-desktop-i386.iso
TORRENT: http://linuxtracker.org/download.php?id=4801&name=ubuntu-ku-7.10-desktop-i386.iso.torrent

Me di forumên PCKurd.netê de ji bo sazkirina Ubuntuyê nivîsandibû û wêneyên sazkirinê lê zêde kiribûn. Min xwest ji bo sazkirina Ubuntu 7.10 bi sernavekî din binivîsim.
Heke em bi awayekî hêsan qala sazkirinê bikin, divê em li ser pênc xalan rawestin.
1 - Divê di hard dîska me de beþeke vala hebe da ku em Ubuntuyê lê saz bikin. (Di sazkirinê de ev beþ dê li gorî pergala pelan a Linuksê were formatkirin.)
2- Di pêvajoya sazkirinê de emê agahiyên di der barê xwe de yên wekî ziman, nav, nasnav, herêma demê, klavye û hwd. têkevinê.
3 - Em ê beþa (ku me berê vala kiribû) ji bo ku ubuntu lê saz bibe, bi pergala pelan a Linuksê format bikin.
4 - Piþtî ku em agahiyên xwe ketinê û me beþa hard dîskê format kir, em ê pêl li biþkojka "saz bike" bikin da ku Ubuntu saz bibe.
5 - Piþtî ku sazkirin qediya em ê pêl biþkojka "Ji nû ve bide destpêkirin" bikin da ku CD'ya sazkirinê ji CDRom'ê derkeve û komputer bi pergala sazbûyî (Ubuntu) dest pê bike.

Ya rastî hewce nedikir ku ez hemû wêneyên pêvajoya sazkirinê têxim virê. Lê ji bo ku beriya sazkirinê di mejiyan de pirs nemînin, min hemû wêne xistinê. Lê ez ê ji bo hemû wêneyan þîrove nenivîsim, ez ê tenê ji bo wêneyên pêvajoyên formatkirnê þîroveyan binivîsim.


Niha di Windowsê de yî? Komputera te çend beþ in? "C", "D" û "E"? Em ê Ubuntuyê li ser "E"ê saz bikin. Di "E"yê de tiþtên te yên girîng hene? Hemû pel, peldank û belgeyên di "E"yê de di CD/DVD'yeke vala de hilîne. An jî wan belgeyên xwe yên girîng ji ber bigire û bar bike "D"yê. Ji bo ku Ubuntu li ser "E"yê saz bibe, em ê di pêvajoya sazkirinê de "E"yê format bikin. Lê divê em niha beþa "E"yê ku me vala kiriye, jê bibn.
Ji bo ku tevahiya rewþa Hard Dîskê bibînî riya "Baþlat → Denetim Masasý → Yönetimsel Araçlar → Bilgisayar Yönetimi” biþopîne û di paceya vebû de li ser “Disk Yönetimi”yê bitikîne.
Paceya rêvebiriya dîskan dê ji vê wêneyê cudatir xuya bike. Lê ji ber ku te belgeyên di beþa "E"yê de hîlanîne, bê tirs be Li ser "E"yê rast bitikîne û beþa "E"yê jê bibe. Piþtî ku "e" hat jêbirin, dê ji dêvla þîn de reþ xuya bike.





Di vê gavê de hiþyar be!!!
Heke dixwazî di komputera te de tenê Ubuntu hebe û Ubuntu li ser tevahiya dîskê saz bibe, vebijêrka jortirîn nîþan bike "Bi alîkarî - Hemû dîskê bi kar bîne. Bi vî awayî hemû tiþtên di komputerê de -pergalên xebatê, wêne, muzîk, nivîs- dê jê bêne birin.
Heke te ciyekî ji bo Ubuntuyê vala kiribe û tu naxwazî serê xwe bi formatkirinê re biêþînî, vebijêrka "Bi alîkarî - cihê vala yê hevgirtî yê herî mezin bi kar bîne" nîþan bike. Bi vî awayî formatkirin dê xwebixwe bê kirin û paceyên formatkirinê dê xuya nebin. Pêþniyara min ev e ku kesên di Ubuntuyê de nû ne, vê vebijêrkê nîþan bikin.
Heke bixwazî formatkirinê tu çêkî, vebijêrka li jêrtirîn "Rêber" bitikîne.

Heke te "Rêber" tikandibe, tu yê wêneyê li jêr bibînî.
Li ser ciyê vala nîþan bike û li ser "New partition" bitikîne.

Ji mezinahiya di wirê de xuya dibe 4 GB (4096 MB) kêm bike. Mezinahî 27595 MB bû. Min li dora 4 GB'î jê kêm kir. Ma ye 23595 MB.
wekî di wêneyê de xuya dibe, ji bo pergala pelan ext3 hilbijêre û xala mountê jî wekî "/" binivîse

Me ji beþa vala 4 GB kêm kiribû. Niha ew 4 GB wekî ciyê vala xuya dibe. wekî gava berê, dîsa ciyê vala nîþan bike û li ser "New partition"ê bitikîne.
Dest nede mezinahiyê. Pergala pelan wekî "swap" çêke û dest nede xala mountê.

Di vî wêneyê de rewþa hard dîskê ya dawî xuya dibe. Heya ku paceya agahiyên wekî nav, paþnav dixwaze derkeve "Pêþ" bitikîne. piþtî ku tu agahiyan ketiyê, dîsa heya dawiyê pêþ bitikîne.


Li ser "Install" bitikîne.






Pîroz be!!! Te Ubuntu li ser komputera xwe saz kir.
Niha pêl "Ji nû ve bide destpêkirin" bike da ku CD derkeve û komputer ji nû ve bi pergala sazbûyî dest pê bike





Çavkanî:www.pckurd.net
Amedekar:Amed çeko Jîyan

[/img]
NivîsNivîsîn:
Mon Nov 12, 2007 5:55 am
Top of PageProfîla endamê/endaman bibînePeyameke taybetî biþîneHere malpera þandkerêMSN Messenger
Nivîs paþ ve:   
Hemû saet GMT + 10 Saet
Mijareke nû veke Bersîv bide vê mijarê
Oxiro.Net Forum Index » Li Derbarê Linux / Ubuntu  

Here:  
Key
  Tu nikarî nivîseke nû binivîsî li vê beþê
Tu nikarî bersîv bidî li vê forûmê
Tu nikarî nivîsên xwe serast bikî li vê forûmê
Tu nikarî nivîsên xwe jêbibî li vê forûmê
Tu nikarî deng bidî anketekê li vê forûmê


Çêkirin ji aliyê phpBB © 2007, 2008 Koma phpBB

Malpera me pergala PHP-Nuke bikartîne.