Thursday, February 7, 2013

Zêdekirina leza îndeksbûna malperê

Ji bo malperên ku zû nayên îndekskirin (index) divê hûn malpera xwe pîng bikin û bala motorên lêgerînê bikşînin ser malpera xwe. Di înternetê de bi hezaran malperên  pîngkirinê hene. Lê belê ez dixwazim ji endamên KurdMaster'ê re amûrên (tool, araç) ku ez bikartînim vebêjim.

Hûnê pêşî herin servîsa google'ê ku ji bo kinkirina lînkan (shorting url) vekiriye.
http://goo.gl/ li vir navnîşana (adres) nîvîsara (article, makale) nû binivîsin dê google lînka kin bide. Wek mînak min li malpera xwe nîvîsareke nû nivîsî Raperîn - êvar e min lînka normal nivîsî google lînka kin da min wek http://goo.gl/CSqEs

Me lînka kin stand vê carê em diçin malpera pîngkirinê. Ez malpera Google Pinger pêşnîyar dikim. Em li vir lînka kin ku me ji google standî dinivîsîn, sernivîsa malperê û navnîşana nexşeya sîteyê (sitemap) jî dinivîsin. (Ku hûn ji bo nexşeyê jî lînka kin bistînin çêtir e) Paşê em pê li Send Pings dikin. Li gor qelîteya malpera we google bi awayeke lezgîn botên xwe dişîne malpera we û îndeks dike. Li gor qelîte û ûmrê malperê leza îndeksê diguhere...

Bila bê zanîn ku bêyî ku mirov lînkan kin bike jî dikare pîng bişîne lê belê li gor encamên ku min ji ceribandinan standî dema ku mirov bi servîsa kinkirina lînkan a google'ê bikartîne zêdetir zû malper tê îndekskirin.

Bi silavên germ...

* Ev nivîs di heman demî de li malpera KurdMaster'ê jî hatiye nivîsîn

No comments:

Post a Comment