Sunday, February 3, 2013

Google çima hemûyî backlînkan nade nîşan?

Bê guman ji bo SEO'yê backlînk gelekî girîng in. Gellek malpersaz ji bo ku qîmeta malpera xwe di çavê google de zêdetir bike bi pereyan backlînkan dikire.Mirov dikare li google peyva link:malperate.com bigere û backlînkên xwe bibîne. Lê belê ev lêgerîn hemûyî backlînkên we nade nîşan. Gelo we qet meraq nekiriye ku çima li google backlînkên we kêm tên nîşandan?
Du sedemên vê tiştê hene;

1) Backlînkên we bê qalîte ne. Yanî we ji malper û rûpelên bereday lînkan standiye û rûpelên ku we jê lînk standiye di çavê google de bê qîmet in.

2) Google naxwaze ku algorîtmaya wê were eşkere kirin.Ev tişt ji bo google tişteke pir girîng û pêwîst e. Wekî tê zanîn, google bi qasê mîlyar dolaran pere qezenç dike. Lê gava ku hin kes algoritmaya wê eşkere bikin dê gellek kes ji bo manîpulekirina encamên lêgerînê bixebitin ev tişt jî dê dawî li qraltiya google'yê bîne.

We niha fêm kir bê çima backlînkên we li motorên lêgerînê kêm tên nîşandan? 

No comments:

Post a Comment